Gelê Ereb rizgarkirina Şengalê pîroz kir

Gelê Ereb yê Şengalê 8’emîn salvegera rizgarkirina Şengalê li gundê Barê ya Şengalê pîroz kir û govend gerand.

8 sal berê niha Şengal ji aliyê gerîla û şervanan ve ji destê DAIŞ’ê hatibû rizgarkirin û pêşî li ji nûve avabûna Şengalê û vegera civaka Êzidî û Erebên Şîe ya li ser axa xwe vebûbû.

Bi boneya salvegera rizgariyê pêkhateya Ereb li gel şervanên xwe yên YBŞ’ê kon vedan. Xelkê herêmên Ereban li hev kombûn, kêfxweşiya xwe bihevre parvekirin û govendên xwe yên gelêrî gerandin.

Hêjayî bibîrxistinêye, îro wê civaka Êzidî bi boneya salvegera rizgariyê serdana şehîdgeha Şehîd Dilşêr-Şehîd Berxwedan ya li Serdeştê bikin, şehîdên berxwedana Şengalê bibîrbînin. Her wiha wê girse piştre serdana Baxçeyê Serokatî ya Şengalê ya li Kersê bikin û govend bigerînin.

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button