‘EM HER DEM DI XIZMETA GELÊ XWE DE NE’

Nexweşxana Şehîdên Xanesorê a bajorkê Xanesorê ya Şengalê ev 7 sal e bi kar û xebatên xwe xizmeta gelê xwe dike

 

Li navçeya Xanesorê ya girêday bajara Şengalê Nexweşxaneya bi navê Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê ku 2017’an hatiye avakirin ev heft sale xabatên xwe dide meşandin. Hemû keç û xortên Êzîdî lê kar dikin û xizmeta miletê me yê Êzîdî dikin.

Derbarê nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê û her wiha derbarê kar û barê ku lê têne meşandin de xebatkara bi navê Leyla Xêro ji Radyo me re axivî û got: “ Hejmara me keçan û xurtan ji 10 kesan pêk tê. Em jî weke ciwanên Êzîdî li vê derê xizmeta xelkê xwe dikin, bê ku em ferq û cudahiyekê têxin nava xelkê xwe yê Êzîdî û xelkên me yên ji derve têne. Her wiha her yek ji me zanko xwendiye xilas kiriye.

‘Em girêday Meclîsa Gel ê Şengalê ne’

Leyla bal kişand ser beşên Nexweşxanê û wiha pêde çû: “ di beşa mixteberê de 2 endamê me kar dikin û ji bo nexweşan fehisan çêdikin. Du Duktor û çar xebatên karên din hene li vê nexweşxanê kar dikin. Nêzîkatiyên me bi nexweşan re jî weke hevale ji ber di aliyê derûnî de jî em dixwezin bi nexweşê xwe re bibin alîkar.”

Leyla di dawiya axavtina xwe de da zanîn ku ew girêday Meclîsa Gel ê Şengalê ne û wiha got: “ di aliyê pêdviyên nexweşxanê de jî hem gelê me û hem jî meclîsa alîkariya me dikin. Rojê zêdetirî 30 nexweşî têne ba me.”

‘Em weke malbatekî nêzî xweşan dibin’

Tehsîn xebatkarê ku cihê xwe di beşa mixteberê de digire jî wiha qala karê xwe kir: “ev 3 sale ez di vê karî de cihê xwe digirim û ev salekiye li Nexweşxana Xanesorê kar dikim. Piraniya xelkê ku têne ba me ji Xanesorê û gundwarên Şengalê ne û her wiha pir kesên belengaz jî têne ba me. Dema nexweş tên jî em bi pereyekê kêm wan pêşwazî dikin. Fehsên ku em çêdikin jî (CBE . Hb.pev . H.pyl. ni . Brucella . widal . RF.ASO .CRP . Blood Group . Hepatite B . eholestrole . Riglyseriere . creatinine . wric Rca .Gwcose. TB . uine Test lmicroscepic). Ev fehis hemû li nexweşxane Xansorê hene û bi belaşin.”

Tehsîn wiha dawî li gotinên xwe anî: “ ji bo xelkê me yên ku tên ji bo tehlîl çêkirinê jî bila sibeha li êxrînî werin. Em weke duktorekî nêzî nexweşên xwe nabin em weke malbatekî nêzî nexweşên xwe dibin. Ya din jî yê ku nexweşiyên wan şeker, dext, iltîhab û hinek nexweşiyên din jî bi belaş fehsa wan çêdikin.”

Radyo Dengê Çira Şengal- Sena Qiranî- Şengal

Show More
Back to top button