Li Şengalê ji bo Şehîdên Fermanê jiyan rawestiya

Ji bo bîranîna şehîdên fermana 2014’an, li navenda Şengal û hemû komelgehan bi rêzgirtina 3 kêliyan jiyan rawestiya.

Bi boneya 8. salvegera fermanê, li ser banga Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê îro li tevahiya Şengalê di seat 10:00’an de ji bo bîranîna şehîdên fermanê, bi rêzgirtina 3 kêliyan, jiyan rawestiya.

Li Şengalê jin, dayîk, zarok û dikandar bi giştî xelkê Şengalê ji bo bîranîna şehîdên Fermanê jiyana xwe rawestandin.

Li Çarxerêya Yermukê, Ş. Zerdeşt, Mam Zekî û li ber avahiya Meclîsa Gel a Şengalê û bi giştî cihên navendî xelk jiyana xwe li ser rihê şehîd û qurbaniyên fermana 3’yê Tebaxa 2014’an sekinandin. Di sukan de hemû dikan hatin girtin. Hezên leşkerî ên Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê jî ji bo şehîdan rêz girtin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button