Şengalî dijî planên PDK’ê derbasê rewşa awarte bûn

Êzidî li hember planên PDK’ê yên ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê herikîn meclîsên gel û nuqteyên asayîşa Êzîdxanê.  Gel di van kêliyan de li hember hewldana derbaskirina hêzên çekdarî li nuqteyên asayîşê kom bûne.

PDK bi hevkariya Iraqê hewl dide dibin navê hilbijartinê de peymana 9’ê Cotmehê ya Bexda-Hewlêr li ser Şengalê ferz bike. Tevî hemû nerazîbûnên gelê Şengalê jî PDK dixwaze hêzên çekdarî derbasê nava Şengalê bike û baregehên xwe li herêmê veke.

Li gorî agahiyên Rêveberiya Xweser PDK hêzeke zêde li nêzê Şengalê kom kiriye û dixwaze careke din hewl bide bikeve Şengalê. Rêveberiya Xweser û TAJÊ şevê din bi daxuyaniyên lezgîn bang li gel kirin, da ku careke din planên PDK’ê yên ji holê rakirina Rêveberiya Xweser têk bibin.

Gelê Şengalê mîna hewldana 2’yê Cotmehê îro jî li ser banga Rêveberiya Xweser û TAJÊ li meclîsên gel û nuqteyên asayîşê kom bûn.

Di van kêliyan de li gel kombûna li meclîsên gel, hejmareke diyar ya gel li nuqteya asayîşê ya Komelgeha Guhbel û li ser rêya Tirbika ya navbera Sinûnê û Rabîayê de kom bûne û xwe ji bo parastina Şengalê kirine mertal.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button