Qeymeqamê Şengalê jî got wê bê bersiv nemînin

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd got eger hêzên Iraqê li hemberî êrişên Erdogan bêdeng bimîne jî wê Çiyayê Şengalê bêdeng nemine û wiha pêde çu; ”Çiyayê Şengalê cihê berxwedaniyê ye

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd ji rojnews re axivî û got eger hêzên Iraqê li hemberî êrişên Erdogan bêdeng bimîne jî wê Çiyayê Şengalê bêdeng nemine û wiha pêde çu; ”Çiyayê Şengalê cihê berxwedaniyê ye. Di fermana 73’an li hemberî çetên DAIŞ’ê tu kesê li ber xwe neda, lê çiyayê Şengalê li ber xwe da. Çiyayê Şengalê cihê xiretiye û cihê şeref û namûsê ye. Ger ku çiyayê Şengalê hebe, li dinê û di nav alema cîhanê de wê Êzidî her hebin. Şengal Paytexta berxwedana Êzidxanê ye.”

Fehed Hemîd di destpêka axaftina de bal kişand ser destûra Iraqê ku rê dide hemû miletek bi îrada xwe li ser axa Iraqê bijîn û wiha axivî; “Ji bo destûr û zagonên Iraqê rêza me heye. Em xwe parçeyek ji axa Iraqê dibînin. Ji ber ku em bi hev re wek pêkhateyên Şengalê bi hev re dijîn. Lê, wek cîhanê hemû şahidî kir, 3’yê Tebaxa 2014’an bi destê çetên DAIŞ’ê femanekî ku mînakê wê li ser çi mileta nehatiye, anîn serê Êzidiyan. Xwestin bi riya wê fermanê çand û baweriya Êzidiyan ji nav bibin. Ew roj ji bo me rojên reş û rojên xiyanetê bûn. Bi destê çetên DAIŞ’ê 6 hezar Êzidî  hatin revandin, heta niha jî 3000 Êzidî li destê çetên DAIŞ’ê de ne. Zêdetirî 6 hezar jî şehîd bûn. Heta niha Êzidî tenê ji sedî 30 vegeriyane ser warên xwe. %70 jî hîn koçber bê mal û warin, li Ewropa û li kampên Başûr in.”

Qeymeqamê Şengalê di berdewamiya nirxandina xwede vana anî ser ziman; “Peymana 9’ê Cotmehê ku di navbera hikûmeta Iraqê û hikûmeta Herêma Kurdistanê de li ser Êzidiyan hate girtin, ne gihişte encamê û niha dewleta Tirkiyeyê dixwaze wê peymanê bi destê xwe  pêk bîne. Ev peymana ku li ser îrada me hatî îmzakirin, di navbera hêzên siyasî de hatiye girtin. Ew hêzên ku berjewendiyên wan ên bazirganiyê li gel dewleta Tirkiyeyê heye, ev peyman erê kirine. Ger ku di navê wê peymanê de kesek Êzidî hazirbûye, ew jî ji bo meslehet û berjewendiyên xwe tevlî wê peymanê bûye. Ev jî nayê qebûl kirin. Di naveroka vê peymanê de carek din fermanek nû ye. Bêyî îrada Êzidiyên ku li ser Êzidxanê bedelên girandayîn, çi peyman û îtîfaqên bê dayîn ji bo me ne rawa ne.”

Hemîd got ku divê Iraq li hemberî îradeya Êzidiyan rêzdar be û wiha got; “Erdnîgariya Şengalê û dîsa Şengal ji bo dewletên zirhêz gelek girîng e. Çavê hemû kesê li ser Şengalê ye. Ji ber berjewendiyên hêzê siyasî li ser Şengalê heye. Ji bo wê destê xwe tavêjin Şengalê. Piştî ku cih ji hêzên YBŞ’ê re hatin diyarkirin, derbasî çeper û cihên xwe bûn, lê Iraqê sozên xwe cih neanîn. Mirov niha li Şengalê binere, mirov ji cudahî ala Iraqê, çi alên din nabîne. Ger ku em li hemberî zagonê Iraqê, rêzdarîn, divê Iraq jî li hemberî îrada Êzidiyan rêzdar be û mafê me jî îrada me ye.”

Hemîd bal kişand ser êrişên dewleta Tirkiyeyê yên li ser axa Iraqê, dîsa gefên hikûmeta Erdogan ên li Şengalê û got: “Ger ku ewqas Erdogan wisa dikare sînora derbas bike, gefan li ser Êzidxanê bixwe, ev hemû ji bêdengiya dewleta Iraqê û bê helwestiya wê tê. Dewleta Iraqê ger ku bixwaze û nekeve nêv meslehetên siyasî, dikare li hemberî siyaseta Erdogan a dagirkeriyê bisekine. Divê demildest ji bo êriş û gefên dewleta Tirkiyeyê, ji aliyê hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê ve helwestek bê girtin. Ji ber ku bûstek axa Kurdistanê nemaye ku Erdogan êriş nekiriye. Divê êdî ji bo êrişên Erdogan û hikûmeta wî ya nijadperest bêdengî neyê qebûl kirin.”

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd wiha pêde çû; “Divê Recep Tayîp Erdogan bizane hêza YBŞ’ê û YJŞ’ê hemû zarokên Êzidiyan e. Zarokên ku ji fermana reş xilas bûne. Ji bo axa xwe biparêzin xwe bi îrade kirine. Ger ku Erdogan wisa zêdegaviyê li ser Şengalê bike, divê hesabên cuda jî ji xwe re bike. Êzidiyên ku piştî fermana 73’yan xwe rêxistin kirî, dê li hemberî êriş û gefên Erdogan, bê deng nemînin û bê helwest nemînin. Kesên ku xwe hêza mafên mirovan hesap dikin, dîsa Neteweyên Yekbûyî divê ji bo êrişên û gefên Erdogan li Şengalê bêdeng nemînin.”

Fehed Hemîd da zanin ku  ger ku Iraq li hemberî êrişên Erdogan bêdeng bimîne, dibe hevkarê Erdogan û wiha berdewam kir: “Ger ku hikûmeta Iraqê li hemberî êriş û gefên Erdogan li ser Şengalê wisa bêdeng bimîne, ger ku hat û çetên dewleta Erdogan êrişî Şengalê kir, wê demê dewleta Iraqê jî dibe hevkar û birayê Erdogan. Ji xwe zêdetirî pêkhateyên Şengalê Êzidî ne. Çi pirsgirêka me li gel dewleta Iraqê nîne. Em berê jî li gel birayên xwe yên Ereb, Şîa, neteweyên ku li Iraqê de bûn, me bi hev re me jiyan dikir. Vaye piştî fermanê jî em bi hevre jiyan dikin, ji bo bi hevre jiyan kirinê çi pirsgirêkê me nîne. Ger ku dewlet û hêzên siyasî bela xwe me nedin, weke ti pirsgirêka me ya gelan bi hev re nîne.”

Qeymeqamê Şengalê Fehed Hemîd wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez dixwazim vê peyamê bidim Erdogan, çiyayê Şengalê dê li hemberî êrişê we û nijatperestiya we bêdeng nemîne. Wê Şengalî heta dawiyê ji bo îrada Êzidxanê xwe biparêzin û li ber xwe bidin.”

ÇAVKANÎ; LEYLA LORÎN-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button