Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê: PKK dijî neheqiyê hatiye avakirin

Endamên Meclîsên Gel ên Şengalê diyarkirin ku fikrê PKK'ê heman fikrê Êzdayetiyê ye û gotin; "Dema gerîla bi hewara me hatin me PKK'ê naskir û wana me ji mirinê xilas kirin. PKK li dijî neheqiyê hatiye avakirin."

Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê li seranserê Kurdistan û welatên Ewrupayê bi çalakiyên cûda tê pîroz kirin. Li Şengalê jî salvegera damezrandina PKK’ê bi çalakiyan nefret pîrozkirin. Endamên meclîsên Şengalê derbarê bandora tevgera azadiyê ya li ser civaka Êzidî ji Rojnews re axivîn.

Endamê Meclîsa Gel a Xanesorê Yûsiv Ciwan Hecî da zanîn ku wan PKK’ê wekî gelek Êzidiyan di rojên teng ên fermana 2014’an de nas kirine û rojên hatina gerîlayên PKK’ê wiha bibîrxist: “Gerîla ji çiya hatin, me PKK’ê bi mirovatiyê nas kir, me kesekî din nedît, yên hebûn reviyan û çûn. Lê PKK hat û li ba me ma. Di dema komkujiyê de hatin û dilê me xweş kirin, em ji mirinê xilas kirin.”

‘Me qenciya PKK’ê dît’

Yûsiv Ciwan Hecî di dewama axaftina xwe de got ku PKK’ê ne tenê ew ji fermanê rizgar kirine, her wiha deriyê jiyaneke nû jî ji wan re vekiriye û wiha berdewam kir: “Piştî fermanê jî sazî û dezgeh ava kirin. Deriyên şaredariyên girtî bûn, hatin û vekirin. Mezargehên me çêkirin, rê çêkirin. Piştî rizgarkirina Şengalê me qenciya PKK’ê dît. Em 45 saliya PKK’ê li gerîlayên serê çiya û li civaka xwe ya Êzidî pîroz dikin.”

‘PKK şapkası û fikrek da me’

Yek ji endamên Meclîsa Gel a Xanesorê Mam Hecî jî bi hêvî û daxwaza serkeftinê dest bi nêrînên xwe kir û wiha axivî: “Bi hatina gerîlayên PKK’ê re hemû sazî û dezgehên me hatine avakirin. Hatin û fikrek dan me, me bi vê fikrê rêxistina xwe ava kir. Me meclîsên xwe ava kirin. Rêz û silavên me ji gerîlayên serê çiya re hene. Em 27’ê Mijdarê li hemû gerîlayan pîroz dikin.”

‘PKK li dijî neheqiyê hatiye avakirin’

Endamê Meclisa Gel a Borik Qasim Xwedêda jî da zanîn ku PKK li dijî desthilatdariyê û neheqiyê hatiye avakirin û nêrîna xwe ya derbarê PKK’ê de wiha anî ser ziman: “Fikrê PKK’ê fikreke xurt e, fikrek Êzdayetiyê ye. Eger tu dîroka Êzidiyan lêkolîn bikî tuyê bibînî fikrê PKK’ê fikrek Êzdayetiyê ye.”

Qasim Xwedêda balê kişand ser fikrê azadiyê ya Rêber Abdullah Ocalan jî û wiha pê de çû: “Em destxweşiyê li rêber Ocalan dikin ku vê fikrê qenc pêş xistiye, belav kiriye û kariye gelên bindest rizgar bike. Em salvegera PKK’ê, li hemû welatparêzên cîhanê pîroz dikin. Bi taybet jî li gerîlayên azadiyê ku li çiyayan li ber xwe didin pîroz dikin. Em cejna PKK’ê pîroz dikin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button