Jinên Êzidî: Em ê xwedî li şehîdên xwe derkevin

Jinên Şengalê der barê her du komkujiyên li Parîsê yên di 9'ê Çileya 2013'an û 23'ê Kanûna 2022'yan de gotin ku ew ê heya dawiyê riya Sara, Evîn û rêhevalên wan bişopînin û tola wan bi têkoşînê bigrin.

Li bajarokê Tilizêr ê Şengalê di 2’ê Çileyê de şoreşgerê 43 salan Menal Mêrdî bi awayeke hovane ji aliyê MÎT’a Tirk û hevkarê wî PDK’ê ve hat qetilkirin. Civaka Êzidî li hemberî vê êrişa hovane meşek li dar xist. Meşê ji ber meclisa gel a bajarokê Tilizêr heya çerxeriya 14’an ku di 14’ê Tebaxa 2007’an de bi sedan welatî li wê derê hatibûn qetilkirin domiya. Li wê derê daxuyanî hat dayîn.

Jinên Şengalê di meşê de li ser hedefgirtina Menal Mêrdî û herdu komkujiyên Parîsê diyar kirin ku armanca dijmin ew e ku pêşengên şoreşê tune bike. Jinên Êzidî dan diyarkirin ku ew ê heya dawî xwedî li şehîdan derkevin û tola wan li erdê nehêlin.

‘Ji pêşengên me ditirsin’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Dayê Şemê Remo jî di destpêka gotinên xwe de tevahî şehîdên tevgera azadiyê û yên fermanê bi bîr anî û wiha got: “Em berî her tiştî bejna xwe li hemberî şehîdên Parîsê û hevalê Menal Mêrdî ditewînin û sersaxî ji malbatên wan re dixwazin. Di salvegera 10’an a komkujiya Parîsê de ev çar hevalên me hatin hedefgirtin, em tev dizanin ji ber ji hêz û pêşengiya wan hevalan ditirsin, wan kirin hedef.”

‘Dewleta Tirk bi tena serê xwe nikare li welatê me êrişan pêk bîne’

Şemê Remo di berdewamiya gotinên xwe de got ku dijmin jixwe navê wî li ser lê em wan kesên ku hevkarî bi dijmin re dikin şermezar dikin û wiha domand: “Dewleta Tirk bi xwe nikare hevalên me qetil bike lê xwefiroşan bi kar tîne PDK’ê bi kar tîne wisa hevalên me dike armanc. Em weke civaka Êzidî wan kesên ku destên wan di nava xwîna şehîdên me de heye weke dijmin weke DAIŞ’ê û çeteyan dibînin û em ê tola wan hevalan li erdê nehêlin.”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Rihan Salin jî li dijî komkujiyên Parîsê û êrişa ji aliyê MÎT’a Tirk û PDK’ê ve li ser şoreşger Menal Mêrdîn wiha nirxand: “Em van êrişên li ser hevalên xwe şermezar dikin. Li ku dibe bila bibe em ê tola şehîdên xwe li erdê nehêlin û li ser şopa wan bin.”

Di dawiya meşê de jî gel li çerxeriya 14’an daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê hevserokên Meclisa bajarokê Tilizêr û endamên Saziya Malbatên Şehîdan ve hat dayîn û hat gotin ku weke gelê Şengalê ji Parîsê heya Şengalê ew ê li dijî tevahî êrişên nemerdane têbibikoşin û welatê xwe ji xwînxwar û xwefiroşan biparêzin.

Show More
Back to top button