TEV-DEM’ê bang kir: Xwedî li Şengalê derkevin

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê bang li raya giştî ya Kurdistanê kir ku bi berpirsiyartiya xwe rabin û li hemberî PDK’ê bisekinin. TEV-DEM’ê daxuyakirin ku ji bo fermanên nû li dijî Êzidiyan pêk neyê, divê her kes xwedî li Şengalê derkeve.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM)  têkidarî tevger û hewldanên PDK’ê yên derbaskirina hêzên xwe yên leşkerî ji Şengalê re daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“PDK’ê di berdewama siyasetên xwe yên qirêj û komplogerî yên li dijî civaka êzidî ya Şengalê de bi israr e, propagendayên hilbijartinan dike hincet da ku hêza xwe li Şengalê bi cih bike û îradeya azad a Şengalê kontrol bike. Tê zanîn ku hêzên PDK’ê di sala 2014’an de ji Şengalê reviyan û civaka êzidî bi tenê li hemberî alava terorê ya DAIŞ’ê rû bi rû hişt ku jinên êzidî sebî kirin, bi hezaran zarok û kesên temenmezin qetil kirin û gelek komkujî pêk anîn. PDK’ê bi vê reva xwe bû berpirsê karesateke mirovî.

Di vê pêvajoya girîng de ku herêma Şengal û civaka me ya êzidî tê re derbas dibe ku bûye lîstikvanekî girîng di hevsengiya siyasî li Iraqa federal bi giştî û Başûrê Kurdistanê bi taybet li Başûrê Kurdistanê de, tevgerên PDK’ê yên li derdora Şengalê li ser îradeya azad a civaka êzidî gef e.

Di heman demê de nîşaneyên wê yên neyênî yên mezin û xeternak hene, armanc ji wan afirandina fitne û dijminatiya di navbera civaka êzidî de ye. Bi wê re dê komkujiyên nû li dijî Şengalê pêk bên ku DAIŞ’ê nikarî pêk bianiya. PDK’ê bi desteka rasterast a dewleta Tirk hewl dide Şengal dagir bike û hebûna êzidiyan tune bike. Her wiha dixebite da ku bendên peymana 9’ê Cotmehê 2020’î pêk bîne ku bi çavdêriya dewleta Tirk di navbera Bexda û Hewlêrê de hatibû îmzekirin. Dîsa jî dixwaze nûnertiya rasteqîn a vîna êzidiyan di hilbijartinan de asteng bike.

PDK’ê hewl dide bala civakê bikişîne ser Şengalê da ku binketinên xwe yên siyasî û leşkerî ji ber tevkariya bi dagirkeriya Tirk re li dijî berxwedana gerîla ya bêhempa binixumîne.

Em TEV-DEM’ê bang li civaka Kurd bi giştî û êzidî bi taybet dikin ku bi hemû hêza xwe xwedî li destkeftiyên ku bi saya berxwedana qehremantî ku civaka êzidî li Şengalê pêk tîne derkevin, da ku sînorekî ji siyasetên PDK’ê re deynin ku dê sûcekî din û fermanekî nû li dijî êzidiyan pêk bîne.

Em bang li tevahî hêzên neteweyî siyasî û civakî yên Kurdistanê dikin ku li hember siyasetên PDK’ê yên li dijî Şengal û êzidiyan bi erkên xwe yên exlaqî û neteweyî rabin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button