Serokeşîrên Şengalê: Ji bo xweseriyê dengê xwe bidin Şengala xwe!

Serokeşîrên Şengalê ji bo hilbijartina parêzgeha Mûsilê piştgiriya xwe ya bi namzetên Rêveberiya Xweser re nişan didin û dibêjin: “Wê îdareya Şengalê bibe ji xelkê Şengalê. Em hêviyê ji hemû xelkê Çiyayê Şengalê dikin dengê xwe bidin namzetên xwe, dengê xwe bidin Şengala xwe.”

Ji bo hilbijartinên parezgehên Iraqê ku tê payîn di 18’ê Kanûna îsal de pêkbên, li Şengalê rojeva hilbijartinê her ku diçe germ dibe. Gelê Şengalê, sazî û dezgehên gel, kesayetên diyar yên Şengalê roj bi roj piştgiriya xwe ya ji bo her 4 namzetên Rêveberiya Xweser a Şengalê didin xuyakirin û banga tevlîbûnek xurt a hilbijartinê li gelê Şengalê dikin.

Endamên Desteya Eşayîrî ya Şengalê jî piştgiriyê didin namzetên gel ên ku bi ser Hevpeymana Yekîtiya Gelên Nînowayê beşdarî hilbijartina parêzgeha Mûsilê dibin. Serokeşîrên Şengalê balê dikşînin ser tifaq û yekîtiya hêz û aliyên siyasî yên Şengalê û destnîşan dikin ku serkeftina di hilbijartina encûmena parêzgeha Mûsilê de, wê destê Şengaliyan xurt bike da ku pirsgirêkên îdarî yên Şengalê çareser bibin û hêza xwe rêvebirina Şengalê geştir bike.

‘Xelkê Çiyayê Şengalê wê dengê xwe bide namzetên xwe’

Endamê Desteya Eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Mirad Nemir ku di heman demê de muxtarê gundê Çelê ye, piştgiriya xwe ya ji bo namzetên Rêveberiya Xweser nîşan da û li ser girîngiya hilbijartinan ev nirxandin kir: “Eger namzetên me biserkevin û biçin encûmena parêzgeha Mûsilê wê karên me baştir birêve biçin. Me divê keda me ya di ber Şengalê de vala neçe. Em hêviyê ji hemû xelkê Çiyayê Şengalê dikin dengê xwe bidin namzetên xwe.”

Mirad Nemir her wiha banga vegerê li Şengaliyan kir û got: “Îro gelê me li ser axa xwe be wê karibin ji Şengalê re bêtir kar bikin. Gelê me dema li Başûrê Kurdistanê bin wê nikaribin dengên xwe bi dilê xwe bikar bînin. Lazime Şengal xweser be û ji bin hikmê alemê derkeve.”

‘Ev hilbijartin ji ya parlamentoyê girîngtire’

Dexîl Xwedêda Xelef ê ji eşîra Hebabî jî banga hişyarbûnê li civaka Êzidî kir da ku ji bo hebûna xwe bikevin nav tevgerê û wiha axivî: “Ger civaka Êzidî bi xwe nehise û nekeve tevgerê wê gelek zirarê bibîne. Divê civaka me rabe ser xwe, destekê bide namzetên Rêveberiya Xweser. 4 namzetên me hene, kê xizmeta Şengalê bike emê dengê xwe bidin wan.Ev hilbijartin ji hilbijartina parlamentoyê girîngtire ji bo me. Eger em namzetên xwe bişînin encûmena parêzgeha Mûsilê wê ji bo me gelekî baş be.”

Dexîl Xwedêda Xelef bibîrxist ku civaka Êzidî beriya niha ne ji bo xwe lê ji bo dijminên xwe kar kiriye û wiha berdewam kir: “Lê îro em bi xwe hesiyane û emê ji bo xwe kar bikin. Me îdareya Şengalê heye û me hêz heye, emê bi hemû hêza xwe ji bo hilbijartinan kar bikin.”

‘Wê îdareya Şengalê bibe ya xelkê Şengalê’

Serokeşîrê Şerqiyan Sebrî Şemo Heso li ser encamên tifaqa siyasî ya gelê Şengalê axivî û got: “Bi vê tifaqa ku gelê Şengalê di nav xwe de çêkiriye, wê îdareya Şengalê bibe ji xelkê Şengalê. Ev tifaq ji bo wê ye ku kesên dilê wan bi Şengalê dişewite Şengalê birêvebibin ne ku xwêrnexwazên Şengalê.”

‘Hesaba zarokên xwe û rojên pêş bikin’

Sebrî Şemo Heso bang li gelê Şengalê jî kir da ku dengê xwe bidin namzetên gel û wiha pê de çû: “Bila destê xwe bikin yek, Şengala xwe ava bikin û rêvebibin. Lazime gelê me saziyên xwe yên îdarî ji xwe re çêke, ne ku xwêrnexwazek Şengalê were, li Şengalê rûne û gelê me dû re poşman bibin. Bila gelê me dengê xwe bidin xwe, dengê xwe bidin Şengala xwe. Hesabê zarokên xwe, hesabê rojên pêş bikin. Bila Şengal were avakirin li ser destê we ne li ser destê xwêrnexwazên Şengalê.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button