Li Wargeha Bacid Kendala ya Êzidiyan şewat 

Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên Êzidî lê dimînin şerwat derket. Heta niha gelek kon çewitîne û şewat berfireh dibe.

Li Wargeha Bacid Kendala ya li qezaya Zaxoyê ku koçberên Êzidî lê dimînin agir girte konekê û piştre şewat berfireh bû.

Piştî derketina şewatê tîmên agirkujiyê çûn cihê şewatê û hewl didin agir kontrol bikin. Lê heta niha agir nehatiye kontrolkirin.

Hezar û 684 malbat li wargehê dibînin û piraniya koçberên Şengalê ne.

ROJNEWS

Show More
Back to top button