Li gorî daxuyaniyê îro 128 koçberên din bi daxwaza xwe, ji wargehên li Silêmanî û Dihokê vegeriyane ser malên xwe yên li Şengal û parêzgeha Selahedînê.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku tîmên wezareta Koç û Koçberan ji bo vegerê alîkariya malbatan dikin û pêdawîstiyên din yên jiyanê jî dabîn dikin. Herî dawî hate gotin ku xebatên ji bo vegera penaberan ya bi daxwaza xwe dewam dikin, divê çarçoveyê de navê koçberên dixwazin vegerin ser cih û warên xwe tê nivîsandin.
NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS