Berdevka TAJÊ Em hewl didin jinên tên rizgarkirin, li Şengalê rêxistin bikin
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Hico, diyar kir PDK û dewleta Tirk bazirganiyê bi jinên dîl girtî yên Êzidî dikin û got: “PDK hinek jinên Êzidî yên di destê çeteyên dewleta Tirk û DAIŞ’ê de ji hevkarên xwe digire, ji bo li ser siyasetê bike. Hinek rêxistin berê jinên xilas dibin, didin derveyî welat û ji Êzdayetiyê dûr dixin. Lê em weke TAJÊ dixwazin wan li Şengalê kom bikin, rêxistin bikin û bi vî awayî tola 74 fermanan hilînin.”
Fermana 3’yê Tebaxa 2014’an ya Êzidiyan weke qirkirina herî mezin a sedsalê dikare were binavkirin. Ji amarên li ber dest, jin û zarokên ketine dest û gorên komî jî tê dîtin, civaka Êzidî, di qirkirineke mezin re derbasbûne. Êzidî di berdêlên giran de jî be, bi saya şervan û gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê û ciwanên welatparêz yên Êzidî pêşî li qirkirinê girtin, lê niha bi rêya siyaseta PDK, dewleta Tirk û şebekeyên girêdayî dewletên Ewropa (rêxistinên biyanî) rûberûyê qirkirineke xetertir ya çandî û baweriyê ne. Ev qirkirinê jî bi navê alîkariyê hewl didin bi raya giştî ya cîhanê û civaka Êzidî bidin qebûlkirin. Gelek jinên di encama berdêlên giran de hatine rizgarkirin bi rêya ‘alîkarî’yê ji Êzidxanê û welat dûr dixin.
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Rîham Haco têkildarî siyaset û bazara li ser jinên tên rizgarkirin, ji ajansa me re axivî û îşaret bi gelek xalên girîng kir.
Li gorî agahiyên Berdevka TAJÊ Rîham Hico ragihandiye, heya niha zêdeyî 430 jin û zarokên Êzidî ji aliyê QSD’ê û bi taybet jî YPJ’ê ve hatine rizgarkirin û tê texmînkirin ku 2 hezar 500 jin û zarok jî di destê çeteyên DAIŞ’ê de ne.
‘Jinên Êzidî yên dîl girtî li herêmên dibin destê Tirkiyeyê de tên ragirtin’
Rîham Hico têkildarî mijarê wiha axivî: “QSD’ê her ji destpêkê ve erka rizgarkirina jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê girtiye ser xwe û heya niha zarok jî di nav de derdora 430 kes rizgar kiriye. Lê hîn jî çarenûsa 2 hezar 500 kesan jî ne diyar e. Piştî DAIŞ di warê coxrafîk de li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kontrola xwe ji dest da, jinên dîl girtibûn tev bixwere revandin herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Li gorî agahiyên li ber destê me gelek jinên Êzidî birine herêmên wekî Îdlib, Cerablus û Serê Kaniyê. Ji ber vê sedemê di xwe gihandina wan de niha zehmetî tê kişandin.”
‘Jinên dîl girtî ji tirsa, cihê xwe nabêjin’
Rîham Hico da zanîn, peywendiya hinek ji van jinan bi malbatên wan re heye, lê ji ber çavtirsandina wan, cihê xwe nabêjin û van zanyariyan da: “Em dizanin peywendiya hinek jinên dîl girtî bi malbatên wan re heye, lê ji tirsa kuderê dimînin nabêjin. Ji ber li gorî Êzdayetiyê nabe keçek Êzidî bi misilmanek re bizewice, ji ber wisa tê bawerkirin ku ji fikir û felsefeya Êzdayetiyê dûr dikevin. Lê Babê Şêx piştî fermanê biryarekî nû derxist û got, yên hatine revandin û bi DAIŞ’i yan re hatine zewicandin, dikarin dûbare vegerin nava Êzdayetiyê. Lê gelek jin ji ber agahiya xwe ji vê biryarê nîne, ditirsin vegerin û dibêjin, eger vegerin dê werin kuştin. DAIŞ jî wan bi vî awayî ditirsîne, da ku neyên xwe teslîmê hêzên QSD’ê nekin. Ji ber vê hinek ji wan yên di destê DAIŞ’ê de ne, yan cihê xwe yê rast nabêjin. Gelek caran asayîşa Rêveberiya Xweser li ser agahiyên ku hatine dayîn, çûne ji bo wan rizgar bikin, ketine kemînên DAIŞ’ê. Carna malbatên dîl girtiyan jî li gorî tê xwestin bi me re nabin alîkar ji bo biçin zarokên wan rizgar bikin. Eger di vî alî de agahî were parvekirin, dê ew jin jî werin rizgarkirin.”
‘Komîteya TAJÊ ya xwest bikeve kampa Holê rûberûyê êrişa DAIŞ’iyan hat’
Berdevka TAJÊ da zanîn jinên ku dixwazin vegerin, eger bêjin, DAIŞ wan qetil dike û got: “Çi jinek Êzîdî bêje ezê herim xwe radestî QSD’ê bikim dikûjin. Ji bo wê jî çi gava malbatên ku bi keçên xwe re di nava pêwendiyê debin, agahî bidin me yek ser em dikevin nava tevgerê. Ji ber DAIŞ’î li kampa Holê tên girtin, derxistina jinan ji wir ewqas hêsan nîne. Me carek weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) komîteyk ava kir û ketin kampê, lê êrişê me kirin û me dan ber keviran. Ji ber vê ketina wir wisa hêsan nîne, planeke demdirêj û bi ewle divê.’
‘PDK li ser jinên Êzidî yên dîl propagandayê dike’
Rîham Hico di mijara rizgarkirina jinên Êzidî de îşaret bi hevkariya PDK û dewleta Tirk kir û got: “Piraniya keç û jinên Êzidî yên dîl girtî, yan li herêmên li Rojava û Sûriye ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin, anjî li Tirkiyeyê hatine bicîhkirin. Bala xwe bidinê, piraniya keçên Êzidî yên saziyên Barzaniyan îdîa dikin xilas kirine, ji aliyê Tirkiyeyê tînin! Lê vêya eşkere nake û nabêje, ji kuderê anîne. Lê em dizanin heya niha ti jinek bi keda xwe xilas nekirine. Li ser vêya jî propagandayê dike û dixwaze hêrsa civaka Êzidî ya li beramber xwe kêm bike.”
‘Şahidên fermanê ji Êzidxanê dûr dixin’
Berdevka TAJÊ Rîham Hico diyar kir ku gorên komî û kesên dîl hatine girtin, şahidên fermanêne û axaftina xwe wiha domand: “Niha qirkirinek li ser dîl girtiyên Êzidî jî tê meşandin, lê tekane delîlên di destê me de gorên komî û dîlên tên rizgarkirinin. Di heman demê de dîl peywendiyên navbera Tirkiye, PDK û DAIŞ’ê de baş dizanin. Agahiyên di destê kesên dîl de di destê kesê de nîne.”
‘Em hewl didin jinên Êzidî yên tên rizgarkirin li Şengalê kom bikin’
Li ser mijara, bi navê rehabîlîtasyonê û hevkariyê berê jinên rizgarkirî dayîna derveyî welat jî Rîham Hico, îşaret bi van metirisyan kir û axaftina xwe domand: “Ji bo jiyaneke aram divê li ser axa xwe bijîn. Em weke Tevgera Azadiya Jinên Êzidî, dixwazin hemû jinên rizgar dibin li Şengalê kom bikin. Bi vî awayî daxwaza mafê xwe bikin. Eger dixwazin bi derûniyekî aram bijîn, divê li Şengalê bijîn. Lê rêxistinên biyanî jinên tên rizgarkirin, dibin dewletên biyanî yên weke Kanada û Avûstûralyayê. Bi rêya van dîlên tên rizgarkirin, malbatên wan jî dikişinin derveyî welat û hewl didin Şengalê ji civaka Êzidî vala bikin. Dibînin gelek jinên Êzidî birine Filîstîn û heta gelek welatên din.”
‘Emê berdewambin ji bo rizgarkirina jinên dîl girtî’
Berdevka Tevgera Azadiya Jinên Êzidî da zanîn ku ewê ji bo rizgarkirina jinên Êzidî ji destê DAIŞ’ê hewldanên xwe bidomînin û got: “Em bi Iraq û rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re di vê mijarê de, timî di nava peywendiyê de ne. Astengî û zehmetiyên xwe hebin jî, emê xebatên xwe yên ji bo rizgarkirin jinên dîl girtî bidomînin. Em dixwazin hemû jinên tên rizgarkirin rêxistin bikin û bi vî awayî tola 74 fermanan rakin.”