Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dema wê hatiye Kurd ji PDK’ê re bêjin ‘Êdî Bes e’

Rêveberiya Xweser a Şengalê ragihand, heya niha PDK yek gotin bi dagirkeriya Tirk negotiye, lê êrîşê gerîla dike û hate gotin: “Em bang li hemû Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedî wijdan, partî û saziyên Kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên Kurd dikin ku li hemberî van kiryarên PDK’ê xwedî helwest bin û rê lê bigrin. Ji PDK’ê re bêjin êdî heyanî vê derê û bes e. Divê destûrê nedinPDK, Kurdistanê teslîmê dagîrkeran bikin.”

Rêveberiya Xweser a Şengalê derbarê bûyer û geşedanên dawî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn rû didin de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de êrîşên li ser Kurdistanê, planên li ser civaka Êzidî, êrîşên PDK’ê yên li ser gerîlayên HPG’ê bi berfirehî hate nirxandin. Di daxuyaniyê de bangên girîng li civaka Êzidî, li gelê Kurd û bi taybet jî hêzên siyasî yên Kurd hate kirin ku li dijî dagirkeriya Tirk, êrîşên PDK’ê û planên navnetewî bisekinin. Di daxuyaniyê de bi taybet ji gelê Kurd tê xwestin sînorek ji êrîşên PDK’ê re were danîn û têgotin, dema wêye ku gelê Kurd ji PDK’ê re bêje, “Êdî Bes e”.

Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye;

“Em geşedan û bûyerên cihanê û bi taybet ên Rojhilata Navîn bi baldarî dişopînin. Bi taybet di vê dema dawî de rewşên ku diqewimin wek bagelîşka (bablîdok)  ku pir kes ne li bendê ne derdikevin pêş. Êdî ji tu kesî nayê veşartin ku di cîhanê de siyaset ji wijdan û exlaq hatiye şûştin, bi taybet di siyaseta dewletên hegemon û desthilatdar de baş li bîra me tê dema hilweşandina hikûmeta Sedam a Baasê, li Iraqê pir kes li bendê bûn ku demokrasî û edalet wê pêk were. Lê piştî çûna Sedam, ger berê bûyerek kuştinê çêdibû niha rojê bi dehan û bi sedan bûyer rojane çêdibin. Ev neheqî, zilm û zordarî li gelek qadan zêdebû, xizanî û bêkarî pêşket diz û kujer zêdebûn. Vê iraq anî heya ku Amerîka meydan ji diz û rêxistinên terorî re vala hişt û gel bêçare hiştin. Em jî wek Êzidî ketin ber bayê fermaneke xedar û bêbext, bêyi ku ev hêzên em behs dikin li pişt xwe binêrin pişta xwe dan milet û gelên Iraqê. Her tişt ji bo ku DAIŞ tiştê kirî bike hazir û amade bû, ger wê demê me xwe li benda qanûn, zagon û destûrê hiştiba bi navê Êzidiyan tu kes li ser axa Êzîdxanê nedima.

‘Tu hêz li hemberî îradeya gelan nikare biserkeve’

Tiştê îro li Efxanistanê rûdaye, wan rojên fermanê tîne bîra me. Tiştê tê xuyakirin wê dewletek Îslamî a tundrew bê damezrandin. Piştî 21 salên ku Amerîka û gelek dewletan li hemberî Talîban şer dikirin, Amerîka bi vekişîna xwe binketina xwe li hemberî Talîbanê, ji dinyayê û raya giştî re da xuya kirin. Bêyi ku em bêjin derketina Talîban baş e an xerab e divê her kes bizanibe qalibên ku Amerîka dixwaze di Rojhilata Navîn de bide ferzkirin yan jî kopyayekê ji sîstem û hukmê sermayedar a lîberalîzmê bide avakirin wê her tim rastî îrada gel were û binkeve. Tu hêz li hemberî gelan û îradeya wan nikare serbikeve û serkeftinên mezin bi dest xwe ve bîne .

‘Piştî Talîbanê rêxistinên tundrew wê xurt bibin’

Ger xwe di ragihandin û fîlman de wek serkeftî nîşan bidin jî di dawiyê de wê binketina wan neyê veşartin. Yek ji wan mînakên herî mezin jî Vîetnam e. Ger em bala xwe bidinê di van salên dawî de Amerîka di Rojhilata Navîn de nikare bibe bersiv. Ji ber sîstemên ku dixwaze li gorî xwe avabike ji serî heya binî bi çanda gelê Rojhilata Navîn re bi nakok e. Ji ber vê rastiyê, îmkana van projeyan a serkeftinê pir lawaz e, heya qet jî nîne. Lê ev gavên ku Amerîka şûn ve davêje wê bibe sebeba moral û hêzdayîna rêxistinên tundrew û Îslamiyên radîkal û dema ev rêxistin bi vê hişmendiyê bibin xwedî hêz, dibe sebeba komkujî û qetlîaman. Qasî tê xuyakirin wê ev şer wisa bi rehetî bi dawî nebe, belkî bibe bingeha şerekî pir mezin jî.

‘Li ser axa Êzidiyan kampên çeteyan ava dikin’

Em bînin bîra xwe, dema dewleta Tirk a dagîrker di bin navê operesyona “Çiqilê Zeytûnê” de, gotin di cih de be qaşo li hemberî zilmê êrîşî Efrînê kir û Efrîn dagîrkir, em iro dibînin zilm û zordariya herî mezin li wir pêk tînin. Her roj zarok tên kuştin, jin tên revandin, xort û kal îşkence dibînin, mal û milkê gel tê talan kirin, daristanan ji kokê radikin, mezargeh û cihên pîroz ên Êzidiyan dikin mizgeft û bi darê zorê zarokên tê de li ser fikra Îslama radîkal perwerde dikin. Herî dawî jî hat zanîn ku dewleta tirk a dagirker, Qeter, Pakîstan, Kuweyt bi navê meclîsa mehelî gundên ku bibin kampên wek hêlînên çeteyan, li ser axa ku milkê Êzidiyan e ava dikin, Efxan, û Tirkmen û Ereban lê bi cih dikin. Ev li hemberî hiqûq û mafê mirovan sûcekî herî mezin e, rewakirina guhertina demografiya herêmê ye û hewldana kuştina hêviya vegera li ser warê xwe ye.

‘Osmaniya Nû li ser xwîna gelan ava dikin’

Wekî ku berê dewleta tirk di nav axa xwe de kampên bi rengî ji DAIŞ’ê re ava dikirin, niha jî cihê dagîrdike û dike bin kontrola xwe, çeteyên wek DAIŞ û kujerên mezin tê de avadike. Ji bo siberojê li hemberî hêz û partîyên azadîxwaz û gelên herêmê yên wekî Êzidî û Ermeniyan van çeteyan bike celad û qatilên zarokan. Ger rê li ber vê zilma Tirkiyê neyê girtin wê gund gund, bajar bahar çi Kurd çi Ereb çi Êzidî çi Xiristyan, wê herêmê dagîr bike û hewl bide Împeratoriya Osmaniya Nû li ser xwîna jin, zarok û kêmnetewan avabike.

‘Hemû êrîş bi tecrîda Îmraliyê ve girêdayî ye’

Gelo ma em venegerin li dîroka desthilatdariya dewleta tirk meyze nekin? Ji 360 gundê Êzidiyan zêdetir xerakirine, gelek ji wan navê wan û şopa wan jî nehiştine, bi sed hezaran belkî milyonan ji wan koçber bûne, bi darê zorê ol û baweriya wan guhertiye. Bi milyonan Kurdên di hundirê Tirkiyê de jiyan dikin, ziman û nasnameya wan bi hemû awayî qedexe kiriye. Kûrbûna qedaxeyê wisa ye ku xortekî Kurd ji ber ku straneke bi zimanê Kurdî guhdar dike dikare were kuştin û hesabê kuştina wî neyê pirsîn. Kesên ku Kurdan bikuje wek qehreman didin nasîn. Ev hemû bi tecrîda li Îmralî û zextên li ser zîndaniyan ve girêdayîye ku dan û standineke dûr ji pîvanên exlaqî pê re tê kirin. Di tu dîn û qanûnê de ev tişt nehatiye erêkirin, ji derveyî sîstema xwînmêj a dewleta tirk. Ji ber ku dinya ji wan re çavê xwe digire dewleta tirk jî vê ji xwe re mafekî rewa dibîne.

‘Divê tu kes hêviyê ji dijminê xwe neke’

Li hemberî kevir û darên çiyayên Kurdistanê bi kerb û kîn in, rojane daristanên çiya dikujin, li hemberî gerîla gaza jehrî bikar tînin, dîlên şer idam dikin. Herî dawî 3 kes bi gaza jehrî ya topên dewleta tirk li gundê Kanî Masî bi jehrê ketin. Gelo çima PDK ser vê bûyerê digire û di aliyê din de jî êrîşî gerîla dike? Divê tu kes hêviyê ji dijminê xwe neke! Lê tiştê em lê ecêb dimînin û nikarin mane bidinê, PDK çi li ba vî dujminî dîtiye ku ewqas jê re bibe alîkar? Beriya demekê PDK’ê 3 gerîla êsîr girtibûn, ruxmê banga HPG’ê  ya merdane PDK bê bersiv ma. Herî dawî jî 7 gerîla li Zapê bi bêbextî kirine kemînekê û şehîd xistine. Li ser Şingalê jî şerekî bi sîxur, fesadî û bêbextiya dike û êrîşên dijminan rewa dibîne, Kurdan û Êzidiyan sûcbar dike.

‘Em meşa PDK’ê pir bi xeter dibînin’

Herî dawî lêdana balefirên dewleta tirk a li ser koçberên Kampa Qadiya wekî ku Êzidiyan kiriye raber kirin û qet behsa balefir û êrîşa dewleta tirk nekirin. Em vê meşa PDK’ê pir xeter dibînin. Gelo çima PDK qet carekê behsa zordarî û zilma dewleta tirk nake? Gelo PDK wisa kor bûye ku tu şaştiyê di dagîrkeriya dewleta tirk de nabîne? Çawa dikarin vê rûreşiyê li ser xwe qebûl bikin, destê xwe heyanî enîşkê bikin nav xwîna keç û xortên Kurdan?

‘Bila herkes zext li PDK’ê bike’

Em vê sekna ku ji malwêraniya Kurda re amede, bi tundî şermezar û riswa dikin û bang li hemû Kurdên welatparêz, pêşmergeyên xwedan wijdan, partî û saziyên Kurdperwer, rewşenbîr, jin, ciwan, serokeşîrên Kurd rê dikin ku li hemberî van kiryarên PDK’ê xwedî helwest bin û rê lê bigrin. Ji PDK’ê re bêjin êdî heyanî vê derê û bes e. Ji hevkarî û alîkariya dijmin şûnde vekişin, destê Kurdan nekin nav xwîna hev. Wê ev tevgerîna PDK’ê bibe sedema felaketeke mezin ji herçar parçên Kurdistanê re. Başurê Kurdistanê ne mala bavê kesî ye, her malbateke Kurd li Başûrê Kurdistanê şehîd daye, ked daye, xwîna xwe daye. Mafê wan jî heye aştî û şer diyar bikin û rêz li nêrînê wan were girtin. Kurdistanê teslîmê dagîrkeran nekin, zext li PDK’ê bikin xwe ji vî şerê bê eman ê ku ferz dike, şûnde bikşînin. Ger PDK neke divê zarokên we, çeka Kurda ku pê Kurda bikuje qet nedin ser milê xwe. “

ROJNEWS-ŞİNGAL

Show More
Back to top button