Şaredariyên Gel ên Şengalê: Dengê xwe bidin Qasim Keşko!

Şaredariyên gel ên Şengalê, bi beşdariya endam û rêvebirên xwe bi daxuyaniyekê piştgiriya xwe ya ji bo namzedê PADÊ Qasim Keşko ragihandin raya giştî. Ji Rêveberiya Şaredariya Gel Xelîl Hecî got; “Qasim Keşko di fermanê de li dijî DAIŞ’ê li ber xwe daye, em wekî şaredariyên gel ên girêdayî Rêveberiya Xweser wekî namzet Qasim Keşko destnîşan dikin.”

Ji bo hilbijartinên encûmena parêzgehan Iraqê ku biryare di 18’ê mehê de pêkwere, 7 roj mane. Li Şengalê jî ji bo hilbijartina parêzgeha Nînowayê namzetên PADÊ mal bi mal, kolan bi kolan xebatên hilbijartinê dimeşînin û banga çûna ser sindoqan li gel dikin. Sazî û dezgehên Rêvebriya Xweser a Şengalê jî li pey hev derbarê girîngiya hilbijartinan de daxuyanî didin û bi taybet banga çûna ser sindoqan li gele Şengalê dikin.

Endam û rêvebirên Şaredariyên gel ên Şengalê jî duh li Serdeştê kom bûn û bi daxuyaniyeke nivîskî destek û piştgiriya xwe ya ji bo namzetê PADÊ Qasim Keşko ragihandin raya giştî. Di daxuyaniyê de ked û têkoşîna Qasim Keşko a ji bo parastina û avakirina Şengalê hate destnîşankirin û banga çûna ser sindoqan hate kirin.

‘Bila gelê me dengê xwe bide Qasim Keşko’

Beriya daxuyaniyê ji Rêveberiya Şaredariya Gel a Şengalê Xelîl Hecî axivî û got: ‘’Em wekî şaredariyên gel ên girêdayî Rêveberiya Xweser me jî li ser xwe erk û berpisyarî dît ku em bêjin em navê namzetê xwe Qasim Keşko destnîşan bikin. Ji tevgera TEVDA’yê heya roja me ya îro, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser di xizmeta vî gelî de ne. Çawa ku heya roja me ya îro em xwedî li civaka xwe derketin, divê civaka me jî xwedî li îradeya xwe derkeve. Em bang li gelê xwe dikin ku di hilbijartinê de dengê xwe bidin namzetê xwe Qasim Keşko da ku pêşeroja me zelal û azad be.”

‘Qasim Keşko li dijî DAIŞ’ê şer kiriye’

Piştî axaftina Xelîl Hecî, li ser navê rêveberiya şaredariya gel daxuyaniyeke nivîskî hate dayîn. Di daxuyaniyê de ked û têkoşîna Qasim Keşko ya ji fermana 2014’an heya roja me ya îro hate bibîrxistin û ev bang hate kirin: “Qasim Keşko ji bo tola gelê xwe, çek rakir û li dijî DAIŞ’ê şer dikir. Em bi hêvî û bendewarin ku gelê me li îradeya xwe xwedî derkeve. Qasim Keşko berjewendiyên xwe yên şexsî qurban kiriye ji bo doza gelê xwe. Li îradeya xwe xwedî derkevin, li keda xwe xwedî derkevin, li şehîdên xwe xwedî derketin.’’

‘Gelê me bi hêviyeke mezin biçe ser sindoqan’

Endam û rêvebirên ku tevlî daxuyaniyê bûn jî yek bi yek desteka xwe ji bo namzetê PADÊ Qasim Keşko diyar kirin. Endamê Şaredariya Gel a Şengalê Ziyad Qewal bang li civaka Êzidî kir ku ji bo dengê xwe bidin bi hêviyeke mezin biçin ser sindoqan û wiha axivî: “Çawa ku em di nav gelê xwe de xizmeta gelê xwe dikin, em hêvî ji gelê xwe dikin bi kêf û xweşî biçin ser sindoqan û dengê xwe bidin Qasim Keşko. Ji fermana 2014’an heya roja me ya îro wî jî kedeke mezin di ber Şengalê de daye. Ji qada leşkerî heya dibistanan gelek kar û xebat meşandiye, xizmeta civaka Êzidî kiriye. Lazime civaka me keda Qasim Keşko ji bîr neke.”

‘Qasim Keşko di fermanê de li Çiyayê Şengalê mabû’

Yek ji endamên Şaredariya Gel a Şengalê Hadî Şengalî jî diyarkir ku ji bo ked û têkoşîna Şengalê bi avê ve neçe pêwîste herkes biçe ser sindoqan û got: “Em bawer dikin serkeftin a me ye, bi qasî ku em dibînin guhê gelê me jî li ser namzetê me ye. Namzetê me Qasim Keşko xwedî kede, di dema fermanê de li Çiyayê Şengalê mabû. Me hêvî heye keda wî jî bi tine neçe.”

ROJNEWS-ŞENGAL
Show More
Back to top button