Xelkê Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk meşiya

Piştî xelkê Şengalê ji merasîma Şehîd Argeş Feqîr û Berxwedan Şengalî vegeriya li bajarokê Sinûnê  meşek lidar xistin. Girseya gel li cihê bûyerê mûm pêxistin û bi daxuyaniyekê  dan gotin; “Şehîd kesên herî bi nirxin ji bo me û pêkanîna  Şengala xweser û azad xeyala şehîdên  me ye.”

Di 13’yê Mijdarê roja rizgarbûna Şengalê de, şervanên YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk ya dagirker de şehîd ketin. Îro cenazeyên her du şervanên YBŞ’ê bi karwanekî wesayîtan û bi beşdariya bi sedan welatiyên Şengalê li Goristana Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan hatin spartin.

Piştî ku girseya gel ji merasîmê vegeriya li bajarokê Sinûnê li dijî êrîşa û bêdengiya hikûmeta Iraqê meşiya. Gel ku ji merasîmê vedigeriya li çerxeriya Mam Zekî li bajarokê Sinûnê li hev kom bûn û dest bi meşê kirin.  Meşê heya  cihê êriş lê pêkhatî bi dirûşmeyên ‘ Bimire Xiyanet’ û ‘Şehîd Namirin’  dewam kir.

Piştî gel gihişte cihê ku her du şervanê YBŞ’ê Berxwedan Şengalî û Argeş Feqîr lê şehîd ketine, mûm pêxistin. Li vir Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Nayif Şemo axivî  û da diyakirin ku dijiminê dagirker ji bo ku Êzidî venegerin li ser axa xwe êrişa pêk tîne û dixwaze bêje ku civaka Êzidî hedefa me ne.

Şemo axaftina xwe wiha dewam kir: “Mixabin careka din du ciwanên me ku ji bo parastina vê civakê ji fermana çek rakirine û di ber axa Şengalê de  gelek ked dane, bi destê kesên xiyanetkar û hevkarên dijmin hatine hedefgrtin û şehîd bûn. Em dibêjin bi şehadetan em qels nabin jiber ku van ciwanên  me erka parastina civaka Êzidî girtiye ser xwe. Di tevahiya cîhanê de pileya herî bilind ku mirov bi dest bixe şehadete. Kesên herî binirix di nava hemû gelan de şehîdin, dema ji bo parastina gelê xwe canê xwe  feda dikin. Jiber vê jî di dîrokê de tu welat û destkeftî nehatine bidestxistin bêyî rijandina xwînê. Ciwanên me jî ji bo parastina ola xwe îro canê xwe didin.”

Her wiha Nayif Şemo got: ‘”Ji ber ku  em dîroka hemû mirovahiyê ne, çand û ola me yek ji olên herî qedîme.  Ew qas êriş li ser me tên kirin. Tişta ku li dijî me tê kirin ne bazariya  bi me re têkirin belkû dewleta Tirk di dîrokê de heya niha her dem xwestiye civaka me tune bike.

Bi sîstema rêvberiya xweser cara yekemîne ku Êzidiyan daxwaza mafê xwe kirine û dixwazin doza Şengala Azad û xweser bibin serî.  Ne tiştekî kême eger em daxwaza azadî û xweseriya xwe bikin lê dijminê bab û kalên me ji bo ev xweserî pêk neyê çi ji destê wan tê, dikin.”

Di dawiyê de Hevserokê Meclisa Xweseriya Şengalê Nayif Şemo îşaret bi gotina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got ‘Eger çi qas hêza me hebe emê êrişî ser tu kesekî nekin, lê hemû cîhan jî êrişî ser me bike emê dest ji vê doze bernedin û li ber xwe bidin’ lewra tekoşîna xwe ya ji bo azadiya Şengalê emê heta dawiyê berdewam bikin.”

Pişît daxuyaniyê  ciwanên ku beşdarî meşê bûn li dijî bêdengiya hikûmeta Iraqê li hember êrişan, bi keviran êriş ser baregeha artêşa Iraqê kirin ku wesayîta YBŞ’ê duh li ber deriyê wê hatibû hedefgertin. Lê bi mudaxaleya asayîşa Êzidîxanê rê li ber aloziyan hate girtin û meş bidawî bû.

ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button