Rêveberiya Xweser a Şengalê: Piştî ku me PKK’ê naskir, pêşî girtina li fermanan mîsoger bû

Meclîsa Rêveberiya Xweser ya Demokratîk a Şengalê 44'emîn salvegera damezirandina PKK'ê pîroz kir û ragihand ku PKK'ê ji bo parstina mirovahiyê li herderê tekoşîn dike, pêwsîte her kesekî azadîxwaz bi PKK'ê û gerîla re bibin yek. Meclîsê di daxuyaniya xwe de destnîşankir ku piştî wan PKK'ê naskir, pêşî girtina li fermanan mîsoger bû.

Meclîsa Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê bi daxuyaniyekî nivîskî 44. salvegera Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîroz kir. Di daxuyaniya meclisê de îşaret bi berxwdaniya li Îmraliyê hate kirin û hat diyakirin ku bi girankirina tecrîda li Îmraliyê dixwazin gelên ku bûne rêwiyên azadiyê bê pespektîf bihêlin. Meclisê bang li hemû mirovahiyê kir daku li Rêber Ocalan xwedî derkevin.

Daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk wiha ye; “Em wek Meclîsa Xweseriya Demokratîk 44. salvegra damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan PKK’ê pîroz dikin. Em wek civaka Êzidî têkoşîna PKK’ê ya 44 salan ji bo xwe dibînin. Ji ber ku vê têkoşînê hiştiye ku gelê me liser piya bimîne.

Dema em behsa PKK’ê bikin behsa Rêber APO tê kirin, civaka Êzidî di dirêjahiya dîrokê de her hatiye xapandin û bi hezaran Êzidî di fermanan de hatine qetilkirin. Têkoşînek bê hempa jî hatiye meşandin, lê ji ber ku rêberekî civakî nebû civaka me xwe bispêrê, ev têkoşîn nebuye wesîleya pêşî girtina li fermanan.

Piştî ku gelê me PKK’ê naskir û pergala netewa demokaratîk ji xwere esas girt, pêşî girtina li fermana mîsoger bû.

Ji ber ku civakên li azadiya xwe digerin fikir û ramanên Rêber Ocalan ji xwere esas digirin, dijmin jî dixwaze van gelane bê perspektîf bihêle, destê wan û Rêber Apo ji hev qut bike. Ji bo gel azad bibin, pêwîste herkesekê ku li azadiya xwe digere ji bo rêber Apo têkoşîn bike. Azadiya civakên bindest encex bi azadiya rêbertî a fîzîkî pêk vardı.

Ev yek jî wê bi berxwedaniya gerîla û gel pêk were, ji bo wê jî pêwîste herkesekî azadîxwaz bi PKK’ê û gerîla re bibe yek û li rêber Apo xwedî derkevin.”

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button