‘Rêber Apo dixwest were Şengalê, emê xwedî li vê hêvî û daxwaza wî derbikevin’ 

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî, diyar kir jinên Êzidî niha ne weke beriya fermanêne û got: “Me bi saya Rêber Apo xwe perwerde û rêxistin kir. Rêber Apo dixwest were Şengalê, wê jinên Şengalê heya dawiyê xwedî li vê hêvî û daxwaza Rêbertiyê derbikevin”

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî têkildarî salvegera komploya navnetewî ya dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, peymana 9’ê Cotmehê û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê de ji ajansa me re axivî.

‘Bi saya Rêber Apo me xwe perwerde û rêxistin kir’

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Zozan Şengalî komploya dijî Rêber Ocalan şermezar kir û derbarê mijarê de wiha axivî: “Ez komplo û peymana 9’ê Cotmehê bi tundî şermezar dikim. Ji roja Rêber Apo hatiye dîl girtin heya niha, li ser me plan û peyman çêdikin. Em weke dayîkên Şengalê komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêbertiya me şermezar dikin û azadiya Rêberê xwe dixwazin. Emê nehêlin ev planên wan pêk werin, emê têkoşîn, kar û xebatên xwe mezintir bikin. Em ne jinên beriya fermanêne, tenê li malê bimînin û karek din nekin. Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe perwerde û rêxistin kiriye.”

‘Êzidî berê leşkerê xelkêbûn, lê niha leşkeriyê ji xwe û welatê xwe re dikin’

Zozan Şengalî diyar kir, ji bo vegera li Şengalê û aramiya wê têk bidin, peymanek dijî Şengalê îmzekirin û wiha pêde çû: “Piştî dîtin Şengal careke din rabû ser piyê xwe û daxwaza vegera Şengalê zêdebû, dijmin jî xwest vê aramiyê têk bibe. Lê divê baş bizanin xelkê Şengalê ne yê berêye, vir jêre bihêlin. Di dîroka Êzidiyan de ti carî artêşeke xwe çênebûye. Lê piştî fermanê me Rêber Apo nas kir, hêzeke me jî çêbû. Beriya fermanê Êzidî leşkerê xelkêbûn, lê niha leşkere xwe û welatê xwene.”

‘Emê berxwedanê ji zarok û neviyên xwere bihêlin’

Endama TAJÊ Zozan Şengalî da zanîn, ewê çanda berxwedanê dewrê zarok û neviyên xwe bikin û wiha dirêje bi axaftina xwe da: “Heya dayikek di Şengalê de hebe, wê li ber xwe bidin. Dema em li berxwe bidin, wê zarok û neviyên me jî li berxwe bidin. Emê weke civaka Êzidî nehêlin xewn û xeyalên dijmin li ser me pêk were.”

‘Em bi saya Rêbertî dikarin azad bijîn’

Derbarê bandora Rêber Ocalan ya li ser jinên Êzidî jî Zozan Şengalî wiha axivî: “Jinên Êzidî xwe li ser fikrê Rêbertî perwerde û rêxistin dike. Em ji saya wî dikarin azad bijîn. Rêber Apo dixwest were Şengalê, emê heya dawiyê xwedî li vê hêvî û daxwaza Rêbertiya xwe derbikevin.”

‘Dayîkên Şengalê li dijî êrişan li gel Mexmûr û Rojava ne’

Li ser êrişên dagirkeriyê yên dijî Rojavayê Kurdistanê jî Zozan Şengalî wiha axivî: “Bila dewleta Tirk a dagirker vêya baş bizanibe çiqas berê êrişên xwe bide Rojava û Şengalê jî, emê têkoşîna xwe lewaz nekin, bihêztir bikin. Em sersaxiyê ji bo malbatên hemû Şehîdên ku di van êrişan de şehîd bûne re dixwazin. Em weke dayîkên Şengalê li dijî êrişan li gel Mexmûr û Rojava ne.”

 

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button