Jinên Êzidî bi boneya 25’ê Mijdarê voleybol lîstin

Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî (YJCÊ) ji bo balkişandina şîdeta  li ser jinê li komalgeha Digurê ya Şengalê listika voleybolê lîstin. Tîma serkeftî ji aliyê YJCÊ ve hate xelatkirin.

Li Şengalê çalakiyên cûr bi cûr li ser 25’ê Mijdarê tên lidarxsitin. Di vê çarçoveyê de jî Yekitiya Jinên Ciwan ên Êzidî ji bo balê bikşînin ser şîdeta li ser jinê li komalgeha  Digurê a  girêdayî Şengalê listika voleybolê lîstin. Berî jinên ciwan dest bi voleybolê bikin jimara 25 bi runiştî nivisandin û li du wê ji aliyê endama rêveberiya jinên ciwan Sara Botan ve li ser wateya rojê axaftin hate kirin.

Botan di destpêkê de behsa şîdeta li ser jinê tê kirin û got; “Li beramberî fikra zilamê serdest em ê tevahî rojên xwe bikin rojên tekoşînê. Zext û zora li ser jinên cihanê tê kirin di Şengalê de jî hemane. Gelek keçên ciwan ên Êzidî ji ber sedemên cuda kuştinê ji xwere wek çareserî dibînin, ev jî corekî şîdetê ye. Lê em baş dizanin ku sedem desthilatdariya mêre, sedem ev pergala ku cihê jinê têde nine ye. Kuştina jinê kuştina civakê ye, ji ber wê jî em weke jinên ciwan em ê heya dawiyê li beramberî tundutijiyê tekoşîn bikin û emê civaka xwe ji bin desthilatdariya mêr derbixin.”

Sara Botan bal kişand ser tekoşîna jinên Êzidî û wiha domand: “Piştî fermanê jinên Êzidî gelek guhertin dan çêkirin. Minak ev voleybola ku niha keçên ciwan dilîzin berê ji bo jinan şerim dihate dîtin, hîna jî fikrên wiha hene lê em weke jinên ciwan emê bi rêxsitinbuna xwe van ferasetan bişkênin û emê bikin ku tevahî jinên Êzidî siberojên azad bijîn.”

Piştî axaftinan maça voleybolê ya jinên ciwan despêkir. Tîma Sînunê û tima Dugurê ya keçên ciwan li bermberî hev listin. Di listika keçên ciwan de Tîma Sînunê 3 bi 1 ji Tîma Digurê birin. Di dawiya lîstikê de tîma bi ser ket hat xelatkirin û diyariyên xwe girtin.

ROJNEWS-ŞINGAL

Show More
Back to top button