Surçî: Şengal arame, lê PDK rê nade Êzidî vegerin ser warên xwe

Berpirsê Ragihandina Malbenda YNK'ê ya li Nînovayê Xeyas Surçî diyarkir ku rewşa ewlekarî û siyasî li Şengalê arame, lê PDK nahêle penaber vegerin Şengalê. Wek sedem jî got; "Ji ber ku PDK dengê xelkê Şengalê ji bo berjewendiyên xwe bikartîne."

Berpirsê Ragihandina Malbenda YNK’ê ya li Nînovayê Xeyas Surçî derbarê astengkirina penaberên Êzidî yên di wargehên Başûr de ya ji aliyê PDK’ê ve, ji Rojnews re axivî.

Xeyas Surçî ragihand ku PDK vegera penaberên Êzidî ya ji bo Şenglaê qebûl nake û wiha pêde çû; “Ji ber ku PDK dengên Êzidiyan di hilbijartinê de ji bo berjewendiyên xwe bikartîne, nahêle penaber vegerin ser warên xwe. Herwiha Peymana 9’ê Cotmehê bi Iraqê re îmzekiriye, lê agahiya xelkê Şengalê ji vê peymanê nebû.”

Surçî da zanîn ku rewşa ewlekarî û siyasî ya li Şengalê arame û ti pirsgirêkk siyasî jî nîne. Surçî dibêje; “Astengiyek mezin li pêş vegera birayên me yên Êzidî ya ji bo warên xwe heye. Wezîra Koç û Koçberan ya Iraqê jî dibêje, PDK qebûl nake Êzidî vegerin ser warên xwe. Bê guman armanca PDK’ê bikaranîna dengan ya ji bo hilbijartinê ye. PDK bi dengên Êzidiyan parlamenter derxist, hîn jî birayên me yên Êzidî di rewşek xirab de di wargehan de jiyan dikin. Rewşa ewlekarî û siyasî ya li Şengalê arame, rewşa xizmetguzariyê başe, lê weke pêwîst nîne, ev bandora xwe li ser vegera xelkê Êzidî ya ji bo Şengalê nake, liv û tevgera ji bo avakirina Şengalê destpê kiriye.”

Di dawiya axaftina xwe de Xeyas Surçî balkêşa ser Peymana 9’ê Cotmehê got; “Dema ev peyman hate îmzekirin, min wê demê jî got, bi ser nakeve. Ji ber ku peyman di navbera PDK û Iraqê de de bû, YNK’ê derbarê mijarê de ti agahiyek nebû. Serkeftî nebû, ji ber ku pêwîste bi agahiya xelkê Şengalê peyman werin îmzekirin. Nabe di navbera hizb û hikumetê de ev yek çêbibe.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJNEWS

Show More
Back to top button