Rêveberiya Xweser a Şengalê: Dixwazin carek din Peymana 9’ê Cotmehê bixin meriyetê

Cîgirê Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Hisên Sado da zanîn ku PDK û Hikumeta Iraqê carek din hewl didin Peymana 9'ê Cotmehê bixin meriyetê û got; "Em bang li hemû aliyên siyasî û pêkhateyên Şengalê dikin, rabin ser xwe û em bi hevre dijî van planan derkevin."

Di demên dawî de PDK û Hikumeta Sudanî dixwazin carek din Peymana 9’ê Cotmeyê ya dijî îradeya Şengalê bixin rojevê. Gorî agahiya ji bo peyman bikeve meriyetê, gelek planên veşartî tên kirin, plana herî dawî ya PDK’ê provakasyona mizgeftê ya di 27’ê Nîsana 2023’yan de bû.

Derbarê hewldanên rojevkirin û xistina meriyetê ya Peymana 9’ê Cotmehê de, cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk ya Şengalê Hisên Sadon ji ajansa me re axivî.

‘Rêz li îradeya xelkê Şengalê nehatiye girtin’

Hisên Sadon diyarkir ku di van demên dawî de hin tevlihevî li Şengalê derxistin û xwestin ku bingehekî ji pilanên xwere çêbikin, ji bo carekî din Peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bixin meriyetê. Hisên di dewamê de got; “Beriya niha gelê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe û aliyên siyasî ve, vê peymanê qebûl nekirin. Lê heya niha rêz li îradeya civaka me nehatiye girtin û ji bo vê peymanê jî nêrînên tu kesekî nûnertiya Şengalê bike nehatiye girtin. Ji bo rê liber hewildanên vê peymanê bê girtin, lazime gelê Şengalê û aliyên siyasî destê xwe bidin destê hev û li hemberî vê rawestin.”

‘Bibin yek’

Hisên di dewama axaftina xwe de ji bo vale derxistina hewldanên Peymana 9’ê Cotemhê jî ev bang kir; “Gelê me ê Şengalê bi hemû pêkhateyên xwe ve, her wiha banga me ji hemû aliyên siyasî ku xwe xizmetkarê vî gelî dibînin reye. Îro carekî din hewl tên dayîn ev peyman bixin meriyetê. Ev plan li dijî hemû xelkê Şengalê ye û ne tenê li dijî Rêveberiya Xwesere. Lazime em hemû bi hevre vê plana wan a pêkanîna Peymana 9’ê Cotmehê vale derxin, ji bo wê jî lazime gelê me rabin ser xwe, bi meş û çalakiyan û bi tifaqek mezin tevbigerin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button