Şaredariyên gel ên Şengalê rê li ber vegera gel vedike

Ji rêveberiya şaredariyên gel a Şengalê Xwedêda Ilyas da zanîn ku wan di sala 2022'an de çend proje bi encam kirine, Sîba û Girzerik jî di nav de çend şaredariyên nû vekirine. Xwedêda got: "Îsal 300 malbatên din vegeriyane Şengalê, gelê me ji bo vegerê bawerî bi Rêveberiya Xweser tîne, ne bi dewletê tîne."

Li Şengalê di sala 2022’an de jî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên wê kêm nebûn. Rêveberiya Xweser, weke bersiva hemû êrîşan sazîbûna xwe xurtir kir ku yek ji van jî şaredariyên gel ên Şengalê ne. Di nav sala borî de di serî de li Sîba û Girzerik li gelek cihan şaredariyên gel xwe birêxistin kirin û bi taybet ji bo vegera gel a li Şengalê karên giranbuha meşandin.

Ji rêveberiya şaredariyên gel ên Şengalê Xwedêda Ilyas jî derbarê kar û xebatên salekê ya şaredariyên gel û plansaziya xebatan a sala nû de, ji ajansa me re axivî. Xwedêda Ilyas di destpêka nirxandina xwe de bibîrxist ku şaredariyên gel ên Şengalê piştî fermanê, di sala 2015’an de dest bi xizmeta gel kirine, ruxmê hemû bêderfetiyan jî xwe ji xizmeta gel nedane alî.

‘Ji Sinûnê heya Behrewa 30 km dar nefret çandin’

Xwedêda Ilyas çareserkirina pêdiviya av, kareb û paqijiyê weke xebatên rojane yên şaredariyê destnîşan kir û diyarkir ku ew li gorî derfetan her wiha karê çêkirina rê jî dimeşînin. Xwedêda Ilyas ji bilî van xebatên rutîn derbarê projeyên girîng ên sala 2022’an de jî agahî dan û got: “Yek ji xebatên girîng ê vê salê jî ew bû ku me ji nahiya Sinûnê heya gundê Behrewa nêzî 30 km. direjahî li ser rê darên sîwanê çandin. Ji bo parastina wan jî me derdora van daran sîm kirine.”

‘Li ser rêya Sinûnê-Kersê projeyên nû destpê dikin’

Xwedêda Ilyas da zanîn ku ji bo kesk kirina Şengalê jî çêkirina parkên gel û zarokan berdewam dike û derbarê projeyên nû de jî ev agahî dan: “Bi taybet ji bo zarokan ev park têne çêkirin, niha yek li Dîgurê, yek li Xanesorê heye. Li ser rêya Deriyê Kersê jî me dest bi projeyeke nû kiriye lê ew temam nebûye. Di plansaziya me ya sala 2023’an de heye ku em bi meha Adar û Nîsanê ji Sinûnê heya Deriyê Kersê her dû aliyên rê dar biçînin.”

Xwedêda Ilyas di nirxandina xwe de gotinê anî ser zehmetiyên ku rû bi rû dimînin jî û wiha axivî; “ji aliyê meşandina kar de em zehmetiyên teknîkî dibînin, lê ev ne astengî ye ji bo me. Lê herî zêde di peydakirina mazotê de em zehmetî dikşînin. Ev jî zor û zexteke aborî ye ku li ser Şengalê tê meşandin.”

‘Ji Telaferê şûn ve xizmeta dewletê nîne’

Xwedêda Ilyas di mijara xizmeta gel de rexne li hikumeta Iraqê jî kir û siyaseta hikumetê wiha şîrove kir: “Piştî fermana 2014’an, lazim bû ku dewlet hemû pêdiviyên vê civakê çareser bikira, xizmeta gel bikira. Lê dema tu ji Telaferê derbas dibî û berê xwe didî Şengalê şûn ve, dewlet kerr e, kor e ji bo Şengalê. Lazim bû dewlet alîkarî bida Meclîsa Xweser da ku baştir xizmetê ji gel re bikira. Şaredarî ji 2015’an ve vê xebatê dimeşîne lê dewlet ji bo xizmetê pişta xwe daye Şengalê. Îro binêrin, ew cihên ku çavkaniya DAIŞ’ê bûn, bûne bi rengeke din lê Şengala ku rastî fermanê hatî bê xizmet hatiye hiştin.”

Ji rêveberiya şaredariyên gel ên Şengalê Xwedêda Ilyas bandora xebatên şaredariyê ya li ser vegera gel jî nirxand û ev tesbît kir: “Eger îro ne ji şaredariyên gel bûna, gelê me yê koçber baweriya xwe bi saziyên dewletê û saziyên biyanî nedianî û venedigeriya li ser axa xwe. Gelê Şengalê hem hêzên xwe yên parastinê ava kir hem jî şaredariyên gel.”

‘300 malbat vegeriyan, çend şaredariyên nû vebûn’

Xwedêda Ilyas balê kişand ser dorpêç û ambargoya ku li ser Şengalê tê meşandin û got: “Dewleta Iraqê îro naxwaze hêzeke serbixwe li Şengalê hebe, naxwaze şaredariyeke serbixwe hebe. Em dixwazin xizmeta gelê xwe bikin lê îro nahêlin mazot û benzîn derbasî Şengalê bibe. Li Şengalê sîstemek danîne ku em bêtir zor û zehmetiyan bikşînin.”

Xwedêda Ilyas da zanîn ku îsal ruxmê hemû êrîşan jî 300 malbatên Êzidî ji Başûrê Kurdistanê vegeriyane Şengalê û wiha dawî li gotinên xwe anî: “Her kê vegere em weke şaredariya gel di xizmetê de ne. Di nav vê salê de li cihên nû jî şaredariyên gel dest bi xizmetê kirine, li Sîba navenda şaredariyê hate avakirin. Her wiha gelê Girzerik piştî 8 salan vegeriyan ser axa xwe, li wê derê şaredariya gel dest bi xebatê kiriye. Dîsa li Til qeseb jî şaredarî kar û xebatên xwe dimeşînin. Ruxmê fermanê û hemû êrîşên piştî fermanê, ji bo me serkeftin e ku em xizmeta gelê xwe bikin.”

ROJNEWS

Show More
Back to top button