Wê Iraq ji bo çareserkirina pirsgirêka zeviyên xelkê Şengalê lijneyek ava bike

Desteya Wezîran ya Iraqê biryara çareserkirina pirsgirêka zeviyên çandiniyê yên Şengalê da, ji bo vê jî wê lijneyek ji walîtiya Musil, Asayîşa Nîştimanî, Şaredarî, Çandinî û Darayî avakirin'di. Wê ev lijne xwediyên rast yên wan zeviyan nîşan bikin.

Desteya Wezîran ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku piştî sala 1975’an û serdema rejîmê de Êzidî ji warên wan hatin koçkirin, piştre carek din vegeriyan û ji bo vê jî ji bo wan pirsgirêka zeviyan çêbû. Desteyê di daxuyaniya xwe de diyarkir ku ji bo ku ew zevî carek vegerin ser xwediyên xwe yên rast, biryara lijneyek ji walitiya Musilê, Asayîşa Nîştimanî, Şaredarî, Çandinî û Darayî were avakirin dane.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Ew zevî dikevin herêma Xanesor, Dokrî, Biyyarmuk, Kohbêl a li Bakurê Şengal, herwiha herêmên Tel Qesab, bajarokê Qeyrewan, Til Ezîz ya ser bi Şengalê.”

Hêjayî gotinê ye beşek zêde ya xelkên ji herêmên Kerkûk, Xaneqîn, Mexmûr, Şengal û hinek herêmên din, di serdema rejîma berê de li ser erdên wan hatibûn penaberkirin. Li şûna wan Ereb hatibûn bicihkirin. Heya niha jî Erebên li wan herêman hatine bicihkirin, venegeriyane ser malên xwe yên rast, ev jî di navbera xelkê resen yên wan herêman û kesên li cihên wan hatine bicihkirin de, bûye pirsgirêk.

ROJNEWS

Show More
Back to top button