‘Şengal arame, bila koçber ji kampan vegerin ser cih û warên xwe’

Fermandarê Polîsên Ninowayê Lîwa Leys Hemdanî, diyarkir ku rewşa ewlehiyê ya Şengalê gelek arame û ji bona wê ew daxwaz ji koçberên Êzidî dikin ku ji kampên koçberan  vegerin ser cih û warên xwe.

Fermandarê polîsên ninowayê lîwa leys hemdanî di daxuyaniyek ji bo çapemeniyê de ragihand ku rewşa ewlehiyê ya Şengalê gelek arame, ji bona wê ew daxwaz ji koçberên Êzidî ku di kampan de dimînin, êdî vegerin ser cih û warên xwe. Her wiha diyarkir roj bi roj hejmara koçberên vedigerin ser malên xwe jî zêde dibin.

Her wiha got ku Êzidî pêkhateyên resen ên welat û herêmê ne, ji bona wê vegera wan a li ser cih û warên wan gelek giringe.

Lîwa Leys Hemdanî eşkere kir ku heta niha hejmarek zêde ya koçberan vegeriyane ser gund û navçeyên xwe û daxwaz kir yên di kampan de mane jî vegerin ser cih û warên xwe.

Di dawiyê de jî Fermandarê Polîsên Ninowayê Lîwa Leys Hemdanî ev bang kir: “Ez li vir bang li birayên Êzidî û Mesîhî dikim ku vegerin parêzgeha Nînowa jiyana xwe berdewam bikin. Ji berku ew li gel me şirîkin di rêvebirina welat de. Her wiha rewşa ewlehiyê ya herêmê bi giştî û Şengal bi taybetî gelek arame.”

NAVENDA NÛÇEYAN-ROJENWS

 

Show More
Back to top button