Li Iraqê propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan destpê kir

Li 15 parêzgehên Iraqê propagandaya ji bo hilbijartin encûmenên parêzgehan destpê kir.

Tê payîn di 18’ê Kanuna 2023’yan de li Iraqê hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê pêkwere. Mafê 16 milyon û 158 hezar û 788 dengdêran heye ku dengê xwe bikarbînin.

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinên Iraqê di derbarê destpêkirina propagandaya ji bo hiljbijartinên encûmenên parêzgehan de daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de tê gotin; “Îro propagandaya ji bo hilbijartinên encûmenên parêzgehan, li 15 parêzgehên Iraqê tevî Kerkûkê destpêkiriye. Hejmara kursiyan bi giştî 175 kursîne, ji vê jî 75 kursî ên kotaya jinanin, 10 kursî jî ên kêm netew û mezhebanin.”

Di dewamê de hate gotin; “Divê hilbijartinê de mafê 16 milyon û 158 hezar û 877 dengdêran heye dengên xwe bikarbînin. Wê 38 hepvyeman û 28 hizb tevlî hilbijartinan bibin. Herwiha 70 namzetên serbixwe û zêdetirî 6 hezar namzetên din ên hizb û hevpeymanan hene.”

Hêjayî gotinê ye piştî sala 2013’an ji ber şerê DAIŞ û xwepêşandanan, hilbijartinên encûmenên parêzgehan nehatine kirin.

ROJNEWS

Show More
Back to top button