Şaredariyên Til Izêr û Til Qesebê dest bi şînkirina herêmê kirin

Şaredariyên Gel ên Şengalê ji bo şînkirin û ji nûve avakirina navçeya Til Izêr û Komelgeha Tilqesebê, îro gelek dar çandin û ji bo çandinê li ser welatiyan belav kir û banga vegera Şengalê û tevlî pêngava ji nûve avabûna Şengalê li koçberên Êzidî hate kirin.

Şaredariya Gel a Şengalê di çarçoveya ji nûve avakirina Şengalê û vegera koçberên Êzidî de, li seranserê Şengalê dest bi pêngava çandina şitlan kiriye.  Di vê çarçoveyê de heya niha bi sedan şitil hatine çandin.

Duh şaredariya gel ya navçeya Til Izêr û komelgeha Tilqesebê jî dest bi çandina şitlê daran kirin. Şaredarî hem şitlê daran li ser welatiyan belavkir ji bo li ber mal û li nava hewşa xwe biçînin, hem bixwe li kêleke rêyan şitil çandin.

Şaredarî hem şitil li ser welatiyan belav kir, hem bixwe çand

Têkildarî kar û xebatên şînkirina herêmê Rêveberê Şaredariya navçeya Til Izêrê Cemîl Şengalî ji ajansa me re axivî û got: “Ji Biharê ve me dest bi amadekariya şînkirina herêmê kiriye. Ji bo vê jî me şitil mezin dikir, niha dema wê hatiye werin çandin. Em zêdetir darên Sinûber û sêwan diçînin, ji bo herêma me xweşîktir bibe.”

‘Bila her malek darek li ber deriyê xwe biçîne’

Şengalî bang li welatiyan kir, alîkariyê bidin vê pêngava wan a ji bo şînkirina herêmê û wiha got: “Hêvî û daxwazên me ji gelê me ewe ku bi me re bibin alîkar û xwedî li van darên hatine çandin derbikevin, ji bo hişk nebin. Divê welatî xwe di ber avdana van şitlan de berpirsyar bibînin. Bang li gel jî dikim, her malek li ber deriyê xwe herî kêm darek biçîne, ji ber her darek jiyaneke.”

‘Şaredariya me ji bo bedewkirina gundawarên me dixebite’

Kasibkarê bi navê Hecî Elî ku li ber dikana wî dar hate çandin jî vê pêngava şaredariyê bi kêfxweşî pêşwazî kir û got: “Em gelek pê kêfxweşin, îro şaredariya me ji bo bedewiya gundewarên me dest bi dar çandinê kirine. Ji bo ji nû de ava kirina warê xwe divê hemû xelkê me vegere ser cih û warê xwe.  Bila gelê me vêya baş bizane, ji derveyî Şengalê ti ciheke me ya din nîne. Pêwîste xelkê me yê li kampan dijîn, bêjin bese ji koçberiyê re û vegerin ser cih û warê xwe. Pêwîste em jî hewl bidin hemû xelkê me yê li kampan vegerînin ser cih û warê wan. Rêveberiya me ya xweser ji bo malbatên vedigerin, bi hemû hêza xwe dibe alîkar.”

‘Bersiva herî mezin ji dijmin re vegera li Şengalê ye’

Berpirsê Şaredariya Komalgeha Tilqesebê Hecî Şengalî jî diyar kir, avakirina Şengalê bersiva herî mezine ji bo dijminên Êzidiyan û wiha axivî: “Em jî niha li komelgeha Tilqesebê daran li gelê xwe belav dikin, ji bo li ber deriyê xwe biçînin. Hêvî û daxwaza me ji miletê me yên li kampan vegerin ser warê xwe û malên xwe ji nûve ava bikin. Bersiva herî mezin em bidin dijmin, ji nûve avakirina Şengalê ye. Emê nehêlin dijmin ti carî din serbikeve û emê xwedî li axa xwe ya pîroz derbikevin.”

ŞENGAL/ROJNEWS

Show More
Back to top button