Karwanê ji bo piştgiriya hêzên parastina Şengalê: Emê rênedin fermanek nû- NÛ BÛ

Meclisên gel bi karwanekê serdana nuxteyên asayişa Êzidxan, YBŞ û YJŞ’ê kir û piştgiriya xwe ya ji bo zarokên xwe dan diyar kirin. Endamên Asayişa Êzdixanê û dayikên Şengalê gotin ku ji bo parastina bawerî û civaka xwe ewê hertiştî bikin.

Ji 18’ê Nîsanê û heya niha artêşa Iraqê ji bo pêkanîna peymana 9’ê Cotmehê dest bi planên nû yên li ser civaka Êzidî kiriye. Piştî êrişên artêşa Iraqê ya li ser asayîşa Êzidxanê, hêzên YBŞ û YJŞ’ê, artêşa Iraqê bi hêzeke zêde ya leşkerên xwe yên bi tang obûs û cebilxane bi hinceta guhertina leşkerên xwe yên ser sînor xwe li gelek navçe, gund û bajarê Şengalê bicih kir. Li beramberî van kiryarên artêşa Iraqê welatiyên Şengalê nerazîbûnên xwe nîşan dan.

Îro jî meclisên gel bi karwanekê serdana nuxteyên asayişa Êzidxan, YBŞ û YJŞ’ê kirin û piştgiriya xwe ya ji bo zarokên xwe dan diyar kirin. Endamên Asayişa Êzdixanê û dayikên Şengalê gotin ku ji bo parastina bawerî û civaka xwe ewê hertiştî bikin.

‘Em piştevanên hêzên xwe ne’

Karwan di serî de serdana seytera Barê ya Asayîşa Êzidxanê kir û li wir starta çalakiya xwe dan. Li wir Day Edulê Şemo li ser navê komê axaftinek kir û anî ser ziman ku ew heya dawî li pişt ciwanên xwe ne û rê nadin ku êrişî ciwanên wan bê kirin.  Day Edulê Şemo wiha got; “Em hatine serdana hêzên xwe YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê. Çi ji me dayikên Êzidî û hemû miletê me bê xwestin emê bikin. Em li pişt wanin. Her roj bi xiyaneta PDK’ê re êrişî ser zarokên Êzidxanê dikin. Çi bibe bila bibe em li pişt hêza xwe ne. Miletê Êzidî hêza xwe çêkiriye, tîfaqa xwe çêkiriye, bi fikrê Serok Apo îro li ser lingên xwe sekiniye. Hêzên me hene em ne muhtacî ti kesî ne. Artêşa Iraqê jî li Digorê êrişî zarokên me kir. Em vê yekê qebûl nakin û şermezar dikin. Bila hikûmeta Iraqê baş bizane bila destê xwe bes bide malbata Barzaniyan. Bila şerm bike ev hikûmet, ne ji vê hêza me ba ew hikûmet li ser xwe nedima. Bi saya van şervanan ew jî filitîne. Bila ji bîr nekin.”

‘Hedefa wan tinekirina civakê ye’

Li ser navê YBŞ-YJŞ jî li wir Dilşêr Qîranî axaftinek kir û  di serîde spasî bo miletê serdan kirî kir û got ku ew weke YBŞ û YJŞ çawa berê de parastina miletê xwe esas digrin yê ji îro pêve jî parastina civaka Êzidî armanc bikin. Qîranî  anî ser ziman ku ewê bi xwe civaka xwe biparêzin ji ber bawerî bi ti hêzên din naynin ku yê di dema xeteriyan de civaka Êzidî tinê nehêlin û nerevin. Qîranî got yê li hemberî êrîşkarên Şengalê her daîm di nav tekoşînê de bin û civaka Êzidî ne tinê ye, xwedî hêza xwe ya parastinê ye.

Qîranî vana anî ser ziman; “Di fermana 3’yê Tebaxa sala 2014 jî me pişta miletê xwe berneda. Ciwanên me kombûn û miletê xwe parastin. Yê îro jî ciwanên me civaka xwe biparêzin. Armanca dewletê ne tinê hêza leşkerî ye, ne tinê YBŞ ye, ne tinê Asayîşa Êzidxanê ye. Hedefa wan tine kirina civaka Êzidî ye, tine kirina îrada civaka Êzidî ye. Em jî wek zarokên civaka Êzidxanê soza me ji civaka me re, soza me ji şehîdên mere, ji vê axê re em dûbare dikin, heya dawî emê tekoşîn bidin, serbikevin. YBŞ li pişta we ye.”

Piştî serdana seytera Barê karwanê dirêj cardin berê xwe da Xanesorê û serdana navenda Asayîşa Êzidxanê kirin û yêk bi yêk endamên asayîşê silav kirin û bi dilgermiyek mezin hatin pêşwazî kirin.

Piştî Xanesorê karwan derbasî Sînûnê bûn û serdana avahiya Asayîşa Êzidxanê kirin. piştî Sinûnê derbasî Dugorê bûn. Karwan bi ketina hundirê Dugorê li cem seytereya duyem sekinîn û silav li endamên li wir erk girtîbûn kirin. karwan çalakvanan piştre derbasî cihê ku artêşa Iraq êrişî Asayîşa Êzîdxanê bû kir û li wir daxwuyaniyek hate dayîn. Ber bi dawiya çalakiya civaka Êzidî bo piştgiriya hêza parastina Şengalê baran barî. Çalakvanan di bin baranê de piştgirî û biryardariya xwe bo piştevaniya şervanên xwe dûbare kir û bi dirûşmên “Bijî berxwedana YBŞ-YJŞ”, “Bijî berxwedana Şengalê” bi dawî kir.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Zozan Şengalî bertekên xwe yên li dijî êrişên artêşa Iraqê wiha vegot: “Bi van êrişan artêşa Kazimî û hevkarên wî dixwazin fermana ku li ser civaka me çêbûyî temam bikin, wan divê civaka me ji bo xwe kar neke pêş nekeve û mafên xwe nexwazin, ji bo wê êrişê me dikin, lê em weke dayikên Şengalê heya dawiyê li dijî van êrîşanin.”

Zozan Şengalî diyar kir ku weke dayikên Şengalê pêwîst bike wê li gel zarokên xwe têbikoşîn û wiha got: “Em weke dayikên Şengalê li gel zarokên xwene, ger ku êrişekê binin li ser zarok û civaka me em jî wê weke dayik çek bigirin û bi zarokên xwe re şer bikin. Ez bag dikim ku tevahî civaka Êzidî li ku dibin bila werin Şengalê û em bihevre parastina bawerî ax û destkeftiyên xwe bikin.”

Endamê Asayişa Êzidxanê Fewas Şengalî destnîşan kir ku ew weke Asayîşa Êzidixanê ticaran şerê tu hêzekê nakin, lê ger ku hêzek bixwaze êrişê civaka Êzdîxanê bike wê heya dawiyê berxwe bidin û wiha pêde çû: “ Di fermanê de gelê me tiştek nema ku bi serê wan nehat wê demê artêşa Iraqê jî li vir nebûn, piştî fermanê weke gelê Şengalê weke ciwanên Şengalê fêm kir ku ger hêza me ne ji mebe wê kesek parastina me neke, ji bo wê me asayişa xwe YBŞ û YJŞ’a xwe avakir û heya niha em gelê xwe diparêzin. Em weke zarokên vê axê heya dawiyê emê axa xwe biparêzin û emê li bermberî tevahî hêzên ku dixazin Êzidiyan qels bikin emê li dijî wan têbikoşin.”

Endamê Asayişa Êzidxanê Fewaz Şengalî di berdewamiya gotinên xwe da diyar kir ku gel ji wan bi hêviye ji bo wê ew jî wê erkên ku dikeve li ser milê wan pêk bînin û wiha domand: “Piştî êrişa 18’ê Nîsanê ya artêşa Kazimî ya li ser asayişa Êzdixanê heya niha piştgiriya gel ya ji me re di asta herî jor deye. Dema ku em diçin malê malbatên me ji me re dibêjin çi dibe bila bibe ji bo gelê xwe hemû fedekariyan bikin û asayişa me nedin destê ti kesê îro dayikên me jî hatin serdana me em pir pê keyfxweş bûn. Ji me re serbilindiye ku gelê me bi me serbilinde û ji bo aramiya Şengalê hêviya wan emin, ji bo wê em jî çi erka bikeve ser milê me emê bikin.”

Fewaz Şengalî da diyar kirin ku armanca wan ne êrişkirina li ser tu hêzî ye armanca wan parastian Êzidxanê ye û wiha bilêv kir: “Armanca hêzên parastina Êzdixanê tenê axa xwe civaka xwe parastine em weke endamên Asayişa Êzidxanê ticaran em şerê kesekê nakin û em şer naxazin lê ger ku êrişê me bikin em wê parastina gelê xwe bikin. Em nahêlin carekedin Êzidxana me fermanan bijîn.”

Di dawiyê de Endamê Asayişa Êzidxanê Fewas Şengalî bang li ciwanan kir û wiha got: “Em bang li tevahî ciwanên Kampên Başurê Kurdistanê dikin ku werin em bihevre axa xwe biparêzin û bikin ku gelê me yên kampên Başurê Kurdistanê jî vegerin ser cih û warê xwe.”

ROJNEWS-ŞINGAL

 

Show More
Back to top button