KNK’ê qurbaniyên Fermana 73’yan bibîr anî

KNK’ê bi daxuyaniyek şehîdên 3’yê Tebaxê bi bîr anî û ragihand; “Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestî û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan, bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.”

KNK’ê bi daxuyaniyek şehîdên 3’yê Tebaxê bi bîr anî û ragihand; “Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestî û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan, bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.”

Konseya Rêveber a KNK’ê bi boneya salvegera 7’an a Qetlîama li ser Civaka Êzidî ya bi destê çeteyên DAIŞ’ê daxuyaniyek da û şehîdên fermanê bibîr anî.

Daxuyanî wiha ye:

“Rojeke reş, tarî û hind jî xembar: 3’ê Tebaxa 2014’ê. Roja ku careke dî fermana qirkirinê li ser xelkê me yê Êzidî hatiye dan û di pratîkê da jî hatiye bi cih anîn. Şovenîzma Erebî, fanatîzm û kevneperestiya îslamî di perspektîva dijî Kurd û Kurdistanê da gihiştin hev û di bin kirasê DAÎŞ’ê da ji dergehê Şengalê ve êrişî Kurdistanê kirin.

Şengal, warê qedîm yê xelkê me yê Êzidî, bi plan bû hedefa êrişa DAÎŞ’ê. Ji vê êrişa DAÎŞ’ê hemû dagirkerên Kurdistanê memnûn bûn. Îran, Tirkiye û hetta rêvebiriya Bexdayê, rejima şovenîst ya Şamê bi zêdehî ve razî bûn. DAÎŞ bû pêşenga bîr û hizir û hisên antî Kurd û antî Kurdistan yên van merkezên dagîrkeriyê. DAÎŞ bû lolebkêşa sîstemên kolonyalîst yên li Kurdistanê. Bi vê êrişê ve esasen xwastin hem destkevtên Kurdan li başûr û rojavaya Kurdistanê têkbibin û careke dî nîrê kolonyalîzmê danine ser stuyê Kurdan, hem jî ji aliyê teessubiya îslamî ve baweriya Êzidîtiyê binbir bikin. Lewma jî fermana qirkirina xelkê me yê Êzidî dan.

Revdeya DAÎŞ’ê Şengal dagir kir û dest bi komkujiya xelkê me yê Êzidî kir. Ji yên dorpêç kirî mêr pêkve kuştin, jin jî êxsîr kirin û ber bi dinyaya xwe ya reş ya kevneperestiya îslamî ve birin. Bi hezaran jinên ji xelkê me yê Êzidî di bazara xwe ya qirêj da kirine dîl û firotin. Tecawuzkariyeke bêtixûb li ser jinan kirin. Yên ku ji ber vê xezeba DAÎŞ’ê revî bi sefaleteke mezin xwe gihandin cih û warên dî yên Kurdistanê. Çiyayê Şengalê dîsa ve bilindahiya xwe kire stargeha xelkê xwe yê Êzidî. Ev kiryara encam trajîk ya jenosîdal ya li ser xelkê me yê Êzidî, Kurdistan û dinya hejand. Kurd, Kurdistanî ji her milî ve çûne hawara xelkê xwe yê Êzidî. Teybetî Gerîlayên HPGê, hêzên YPG û YPJ’ê bi qegremanî û fedakariyek mezin nîşandan, bi lezgînî mûdaxele kirin û pêşiya êrîşan girtin. Çi ji cepheyê sivîl ve, ji cepheyê leşkerî ve Kurd, Kurdistanî seferber bûn û ji milekê ve dijî DAÎŞ’ê şer kirin, ji milê dî ve xelkê derbederbûyî xwudan kirin. Dinyaya humanîter jî di vî warî da aktîv bû û hem ji aliyê leşkerî ve, hem jî ji aliyê hewcehiyên mirovî ve piştevaniyeke mezin û fireh digel Kurdan hate kirin. Hêzên neteweyî yên Kurdistanê, parastina xelkê me yê Êzidî da, berxwedaneke mezin ya parastinê kirin. DAÎŞ bi seferberî û hevratiya hêza navxweyî û ya derveyî hate sekinandin û di serî da Şengal û cihên dî yên Kurdistanê ji DAÎŞ’ê hatin rizgar kirin.

Li gel ku Şengal îro ji DAÎŞ’ê hatiye paqij kirin û hejmarek mezin xelkê me yê Êzidî li cih û warê xwe yê bab û bapîran bi cih bûye, lê hêj jî ew birîndariya 3ê Tebaxa 2014ê di giyanê wan da dewam dike. Hejmareke bilind ya jinên Êzidî yên ku hatine êxsîr kirin hêj jî bêserûçûnin in û aqîbeta wan ne diyar e. Ji ber hindê jî vê bûyera xembar jina Êzidî kiriye sembola xebat û têkoşîna dijî kevneperestî, fanatîzm û zihniyeta reş ya îslamî û divêt ev pirsa jinên Êzidî bi hemû giranahiya xwe ve daîm di rojevê da bête ragirtin. Herwisa hejmareke zêde ya xelkê me yê Êzidî di nav jiyana peneberiyeke dijwar da belav dibe, heta niha gelek Şengalî di qempan de ne û ne zivîrîne Şengalê. Divê rê li ber zivirandina Şengaliyan bêne vekirin û ji bo başkirina jiyana wan jî divêt xebatên neteweyî û navneteweyî bêne xurt kirin.

Mixabin hêzên ku lazimbû Şengal biparastina, hêzên wê demê li Şengalê bûn û ji parastina Şengalê berpirsyabûn, wan hêzan Şengal ne parast û ew jî bû sedem ku ev karesata mezin li serê gelê me yê Êzidî hat. Ew hêzên Şengal neparastîn, Şengal û gelê Şengalê teslîmê DAÎŞ’ê kirîn, bê ku hesabê xwe bidin, niha planan li ser Şengalê çêdikin. Van hêzan ku yek jê rêveberiya Başûr beşê PDK’ê ye, yek jê jî hukumeta Bexada yê ye, sala derbazbûyî 09.10.2020an de bê ku pirs li gelê Şengalê bikin, peymanek çêkirin û dixwazin carek din Şengal û gelê Şengalê bê parastin bihêlin û bê îrade bikin. Balkêşe ji vê peymanê herî zêde dewleta Tirk dilşa bû. Çawa di dagîrkirina Şengalê de dewleta Tirk hevkariya DAÎŞ’ê kir, di peymana 9ê Cotmehê de jî destê dewleta Tirk heye. Gelê Şengalê û hêzên parastina Şengalê vê peymanê qebûl nakin û dijê wê radiwestin. Pêwîste îradeya gelê Şengalê bingeh bê girtin û planên cuda li ser wan neyêne ferzkirin. Gelê Şengalê ji ber nasmeya xwe ya Êzidî, eve serê sedan salane bi êrîşên hovane re rû bi rû dimînin. Ev rewş rastiyekî derdixe holê ku pêwîste hem Şengalî xwe biparêzên û hem jî xwe rêvebibin. Ji bo vê yekê divê di nava Kurdistanê de, Şengal xwedî statûteyek teybet û xweser bitin.

Di salvegera vê bûyera dilsoj ya bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn da, dilê Kurdan hêj jî şkestiye û birîndar e. Kewandina van birîn û kulan, birîna van êş û janan bi hevgirtiniyeke mezin ya neteweyî û niştimanî ya Kurd û Kurdistaniyan ve dibe.

KNK hêvî dike ku bîranîna vê jenosîda bi serê xelkê me yê Êzidî hatiye anîn, bibe sebebê tifaqa navxweyî û Kurd û hemû pêkhateyên Kurdistanê mil bi milê hev, welatê me Kurdistanê ji bin nîrê kolonyalîzmê rizgar bikin û azadiyeke kamil diyariyî xelkê me bikin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button