Quba Xatûna Fexran piştî çend salan dê bê nûkirin

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo parastina çanda civaka Êzidî, hewl dide hemû erk û berpirsiyariyên xwe bi cih bîne. TAJÊ li gundê Heliqiyê dest bi xebatên ji bo nûkirina quba Xatûna Fexran kir.

Civaka Êzidî bi coş û kêfxweşiyek mezin her sal berê xwe dide qubeyên xwe û li wê derê cumayê li dar dixe û periyên wê bi rê û resmên wê nû dike. Quba Xatûna Fexran deh sal in nehatiye nûkirin. Em dikarin bibêjin ku ji piştî fermanê ve heta niha îsal dê were nûkirin. Îsal bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) quba Xatûna Fexran a li gundê Heliqiyê yê Xanesora Şengalê dê bê nûkirin.

Ji bo pêşwazîkirina kesên ku berê xwe bidin qubeyê konek hat vedan. Di konê de xwarin, vexwarin û pêdiviyên din hatin amadekirin ji bo kesên ku werin konê. Wê kon heta roja dawî ya cumayê vedayî be û ji bo pêşwazîkirina her kesê vekirî be.

Îsal Cumaya Xatûna Fexran dê bi coşeke mezin bê gerandin. Ji her deverê Êzidî dê berê xwe bidin qubeyê.

Dê du rojan bidome

Der barê konê ku hatiye vedan de endama Meclisa TAJÊ Nûrê Şengalî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku konê ji bo pêşwazîkirina her kesê dane vedan û wiha got: “Me ji bo gel kon li gel quba Xatûna Fexran vedaye. Hema bibêje ji fermana dawî ve heta niha quba Xatûna Ferxan nehatiye nûkirin. Wê du rojan cumaya wê berdewam bike. Me jî kon û pêwistiyên xwe anîne ji bo ku em kesên werin pêşwazî bikin. Bi xêra xwedan û Xatûna Fexran em ê xwarinê çêbikin û li kesên ku werin bin konê belav bikin. Ev kon ji aliyê TAJÊ ve bi alîkariya Sîwana Jinên Êzidî ya Ewropayê hatiye vekirin. Em ê mêvanên ku werin vê derê pêşwazî bikin.”

HÊVÎ EZDA-ŞENGAL-NÛJÎNHA

 

Show More
Back to top button