‘Werin Cejna Çarşema Serê Nîsanê li Şengalê pîroz bikin’

Hunermend Aware ya ku di nava şandeya KNK’ê de serdana Şengalê kirine û hîna jî di roja duyemîn de serdanên wan didomin daxwaz ji her kesê kir ku bên li Şengalê Cejan Çarşemba Serê Salê pîro bikin

https://www.youtube.com/watch?v=Svn3wSM10Dc&feature=emb_logo

Çalakiya nobetê ya Konê Rumetê ya 128 rojin bi diruşma “Em hemû asayişin” ji bo xwedîderketina li Asayişa Êzidîxanê didome ji aliyê şandeyên cuda ve tê ziyaret kirin. Bi boneya piştevaniyê Şandeya  Kongireya Netewa Kûrdistan (KNK) ê ya ji rewşenbîr, hunermend, rojnamevan û çalakvanên mafê mirovan pêkdihat serdana çalakiyê kirîbûn. Bi boneya cejna sersalê ya çarşema serê nisanên şande çu ser Goristana Şengalê jî û find vêxistin. Paşê jî li  ser Goristana Ş. Dilgeş û Ş. Berxwedan daxuyanî dan.

“ŞENGAL PARÇEYEK Jİ NİŞTÎMAN Û LAŞÊ ME YE”

Hunermend Aware Xan a ku di Şandeyê de cihê xwe girtî diyar kir ku ew ji bo piştevaniya xwe ya ji bo Şengalê bidin nîşandan hatine û wiha domand: “Em ji bo Piştgiriya Şengalê hatine vir ji bo em êşên vî gelî par bikin û bi êşên xwe re bikin yek. Şengal parçeyek ji niştiman û laşê meye, em dixwazin ji dijmin re bidin zanin ku em bi Şengalê re ne, em yekin. Êşa me tevan yeke, em dixwazin keyfxweşiya xwe ya ji bo avabûna Şengalê bi miletê Êzidî re parve bikin. Ger bi dehan caran hewil bidin Şengalê, Efrînê, Kobanê û her deverê Kurdistanê xirabikin jî wê bi vîna gel nû bibe. Aliyên ku arikariya dijmin jî dikin wê peşîman bibin. Ez bang li tevahî gelê Şengalê dikim werin ser erda xwe, ji bo axa û mafê xwe tekoşîn bikin. Dijminên Kurdan yekin divê tekoşîna me Kurdan jî li beram berî wan key be. Ez tevahî gelê Êzidî yên hatine ser axa xwe silav û pîroz dikim. Ji ber li ser axa mirov cejin û baweriyên xwe parastin girînge. Dixwazim hemû gelê Şengalê vegere ser erdê xwe û cejna çarşema sor li ser axa xwe pîroz bikin.”

“HATİNA ŞANDA KNK’Ê MORLE Jİ BO ME”

Endama TAJÊ Nîsan Şengalî jî bi van gotinan xêrhatina heyeta KNK’ê kir: “Em weke gelê Şengalê  xêrhatina vê Şandeyê dikin. Em bi piştgiriyên wan hêz û moralê digirin. Em dixwazin her kes Şengalê guhdar bike û piştgirî bidin doza me ya mafdar. Weke gel em cardin dibêjin, em erdê xwe çiya û çekên xwe nadin kesê em wê bi zarokên xwe re parastina ol û baweriya xwe bikin.”

“ME Bİ HEV RE FİND VÊXİSTİN”

Hevseroka MXDŞ’ê Xezal Reşo jî xêrhatina şandeyê kir û got: “Ev şande ji gelek aliyên civakê pêk tê di nav wan de hundermend rewşenbîr rojnamevan, endamên saziyên mafên mirovan û saziyên mafê jinan hatibûn hatina wan moraleke mezin da me. Em bi hev re li konê berxwedanê bûn li wir jî dilgermiyek mezin hebû. Niha jî me ew anîne şehîdgehê ji bo ku em êvara cejna serê salê li ser gora şehîdên xwe find pêbixin. Her kesên ku bên serdana me bikin ji me miletê Êzidî re hêz û morale, em sardin xêrhatina wan dikin.”

ÇAVKANÎ: EMIRAN SIMOQÎ-ŞİNGAL-JİNHA

Show More
Back to top button