‘Em ê 10’ê cotmehê Peymana dijî Şengalê hilweşînin’

Êzidiyên li Şengalê ku ev salekî ye li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe didin, dibêjin ewê di 10’ê Cotmehê de bi dengê xwe Peymana 9’ê Cotmehê hilweşînin.

 

Di 9’ê Cotmeha 2020’an de li dijî Şengalê peymanek di navbera Bexda û Hewlerê de hate îmzekirin ku îradeya civaka Êzidî nas nake. Civaka Êzidî ji roja destpêkê ve ev peyman red kiriye û ev salek e jî li hemberî vê peymanê di qonaxên girîng ên berxwedanê re derbas bûye.

Gelê Şengalê li hemberî hemû hewldanên PDK’ê û hikumeta Iraqê ku dixwazin peymanê bixin meriyetê xwedî sekneke zelal e. Êzidiyên li Şengalê ku di hilbijartinan de piştgiriya xwe ji bo PADÊ û Şêx Semîr diyar dikin, dibêjin ku ewê di 10’ê Cotmehê de careke din bersiva Peymana 9’ê Cotmehê bidin.

Yek ji ciwanên Êzidî Xalîde Xidir got ku ewê bersiva Peymana 9’ê Cotmehê careke din di hilbijartinan de bidin û ev bangawazî kir: “Hêviya me ji hemû civaka me ewe ku dengê xwe bidin xwe, bidin PADÊ. Bersiva herî mezin ji dijmin re ew e ku em di hilbijartinan de biser bikevin.”

‘Em ê bersiva 9’ê Cotmehê, 10’ê Cotmehê bidin’

Feleh Hesen jî hilbijartina 10’ê Cotmehê di heman demê de wekî derfeta bersivdayîna Peymana 9’ê Cotmehê dibîne. Feleh Hesen bang li civaka Êzidî ya li kampên Başûrê Kurdistanê kir û got: “Daxwaza me ji gelê me yê li kampên Başûrê Kurdistanê, di hilbijartinan dengê xwe bidin PADÊ. Ji bo bibe bersivek ji peymana 9’ê Cotmehê re, emê jî li vir di 10’ê Cotmehê de dengê xwe bidin PADÊ.

‘Gelê me bi berxwedanê bersiva 9’ê Cotmehê da’

Endama Koordînasyona TAJÊ Neam Bedel, yek ji wan jinên Êzidî ye ku li hemberî Peymana 9’ê Cotmehê li ber xwe daye. Neam Bedel bibîr xist ku di 9’ê Cotmeha 2020’an de, Bexda û Hewlêr tifaqek li ser gelê Şengalê kirine û got: “Yek ji Meclîsa Gel a Şengalê, ji gelê Şengalê ku ji fermanê rizgar bûne tê de ne amade bû. Ji ba xwe biryar girtin û li ser me peymanek danîn. Lê berxwedana gelê me, berxwedana jinên Êzidî, berxwedana ciwanan ev peyman nehat qebûl kirin.”

‘Her dengek ji bo dijmin fîşekek e’

Neam Bedel, bal kişand ser girîngiya hilbijartinên 10’ê Cotmehê û wiha berdewam kir: “Emê bi dengê gelê xwe, Peymana 9’ê Cotmehê car din bişkînin. Bangawaziya me ji hemû civaka Êzidî re heye, li dengên xwe xwedî derkevin û dengê xwe bidin PADÊ. Her dengek bidin PADÊ, wekî fîşekek li dijmin bidin. Em êdî dengên xwe nadin PDK’ê. Ji ber ku çi hatibe serê me, sebeba wê PDK ye.”

‘Emê li ser sindoqan car din bersiv bidin’

Ednan Hemed, wek ciwanek Êzidî bang li hemû Êzidiyan kir da ku 10’ê Cotmehê biçin dengdanê û wiha got: “Emê bersiva wan car din li ser sîndoqan jî bidin. Bila 10’ê Cotmehê hemû Êzidî destê xwe deynin ser wijdanê xwe û dengê xwe bidin. Dengê nedin kesên ku em firotine.”

Ji gundê Borik, Tewrê Xelef jî di serî de Êzidiyên li kampên Başûrê Kurdistanê, bang li hemû Êzidiyan kir ku di 10’ê cotmehê de biçin dengdanê û dengê xwe bidin Şêx Semîr.

ÊZDÎN ŞENGALÎ-ROJNEWS

Show More
Back to top button