Li ber gorên komî pirsa ji hikumeta Iraqê: Ka mafê Êzidiyan, ka jenosit? 

Endamê şandeya eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê Nayîf Şemo, vekirina gorên komî yên gundê Qinê wekî vekirina ‘birîneke nû’ binav kir û ev pirs ji hikumeta Iraqê kir: ‘’Daxwazên Êzidiyan li ba hikumeta Iraqê tu encam nagire. Ka mafê Êzidiyan, ka jenosit?’’

Di ser fermana 3 Tebaxa 2014’an 8 sal derbas bûn lê hê jî çarenûsa bi hezaran jin, mêr û zarokên Êzidî nayê zanîn. Tê zanîn ku beşek ji wan kesên wenda bi destê DAIŞ’ê bi komî hatine kuştin û di nav gorên komî de ne. Heya niha 87 gorên komî hatine tespîtkirin lê tenê 34 ji wan hatine vekirin. Hikumeta Iraqê ku heya niha fermana Êzidiyan wekî jenosîd nas nekiriye, di mijara gorên komî de jî salê carekê, dema salvegera fermanê nêz dibe dikeve nav tevgerê.

Herî dawî duh, li gundê Qinê ya başûrê rojhilatê Şengalê dest bi vekirina 6 gorên komî hate kirin ku tê texmînkirin derdora 100 şehîdên fermanê di nav de ne. Her çiqas vekirina van goran bi awayek fermî bi destê saziyên fermî yên Iraqê têne kirin jî, Rêveberiya Xweser a Şengalê jî vê mijarê her di rojevê de dihêle û dişopîne. Duh jî gelek endam û rêvebirên Rêveberiya Xweser a Şengalê û şandeya eşayîrî, li gundê Qinê amade bûn

‘Birîneke nû hate vekirin’

Nayif Şemo, endamê şandeya eşayîrî ya Rêveberiya Xweser a Şengalê ye ku li gundê Qinê vekirina gorên komî dişopand. Nayîf Şemo vekirina gorên komî wekî ‘birîneke nû’ ji bo civaka Êzidî binavkir û got: ‘’Ev komkujî bi destê DAIŞ’ê hatibû kirin, hemû dinya dizane DAIŞ çi anî serê Êzidiyan. Kuştin, koçberî, tehcir… Keç û jinên me heya niha li sûkan têne firotin, guhê dinyayê girtî ne.’’

‘Me zerre girîngî ji hikumeta Iraqê nedîtiye’

Nayîf Şemo rexne li hikumeta Iraqê kir ku girîngî nade encamên fermana Êzidiyan û êşa civakê wiha anî ser ziman: ‘’Ev gorên komî belkî bi sedan şehîdên me tê de ne, hestiyên şehîdên me tê de ne. Me zerre girîngî ji hikumeta Iraqê nedîtîye. Tiştê me dîtiye çi ye? Carna heywan hestiyên şehîdên me dixwin, carna bi avê ve diçin, carna jî têne şewitandin.’’

‘Hê jî jenosît nehatiye naskirin’

Nayîf Şemo bibîrxist ku hikumeta Iraqê heya niha jî jenosîda Êzidiyan nas nekiriye, erkên xwe pêk neanîne û bi van gotinan balê kişand ser siyaseta Iraqê: ‘’Daxwazên me li ba hikumeta Iraqê tu encam nagire. Ka mafê Êzidiyan, ka jenosît? Her roj parlamena Iraqê biryarek dide lê tu encam nîne. Êdî baweriya me bi hikumeta Iraqê nîne. Hikumeta Iraqê leyistik e di destê hinekan din de.’’

ÊZDÎN ŞENGALÎ- ROJNEWS

Show More
Back to top button