Gelê Şengalê: Emê tevî Asayîşê li ber xwe bidin 

Piştî artêşa Iraqê li Dîgurê êrîşî noqteya Asayîşa Êzîdxanê kir di serî de dayik û ciwan gelê Şengalê ji bo piştgiriyê berê xwe dan Dîgurê. Dayik û ciwan diyar kirin ku ewê li hemberî êrîşan paş ve gav navêjin û ewê tevî asayîşê li ber xwe bidin

Li komelgeha Dîgurê ya bi ser nahiya Sinûnê, piştî pevçûna ku nêzî 2 saetan berdewam kir niha pevçûn sekiniye. Li Dîgurê artêşa Iraqê û Asayîşa Êzîdxanê li beramberî hev sekinîne û alozî berdewam dike.

Piştî ku gel bihîst artêşa Iraqê êrîşî Asayîşa Êzîdxanê kiriye, ji bo piştgirî bide berxwedana Asayîşê ber bi Dîgurê ve herikî. Di serî de dayik û ciwan gelê Şengalê bi dirûşmeya ‘Bijî Berxwedana Asayîş’ piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana Asayîşê nişan da.

Gelê Şengalê ev êrîş û ferzkirina artêşa Iraqê qebûl nake û piştgirî dide berxwedana Asayîşa Êzîdxanê. Bi taybet dayikên Şengalê diyar kirin ku ewê li hemberî êrîşan paş de gav navêjin û tevî Asayîşa Êzîdxanê li ber xwe bidin.

Gelê Şengalê li Dîgurê dest bi çalakiya rûniştinê kiriye û diyar dikin ku heya artêş venekişe ew jî naçin.

Li gor agahiyên dawî di encama pevçûnê de hem ji artêşa Iraqê hem ji Asayîşa Êzîdxanê birîndar hene lê hejmara birîndaran ne zelal e.

Her wiha di encama êrîşa artêşa Iraqê de 2 sivîl birîndar bûne û ew rakirine Nexweşxaneya Sinûnê.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button