Şehîdên Meclisa Sinûnê hatin bîranîn 

Bi boneya yekemîn salvegera teqandina Meclisa Sinûnê a ji aliyê PDK'ê û MÎT'ê ve, endamên sazî û dezgehên Rêvberiya Xweser a Şengalê li Meclisa Sinûnê kom bûn û bi daxuyaniyekê şehîdên Meclîsa Sinûnê bi bîr anîn. Her wiha di daxuyaniyê de dan diyakirin ku ewê heya dawî li ser xeta şehîda bin û her kesê hevkariya dijmin bike wê bigeha cizayê xwe.

15′ ê Hezîrana 2022,an ji aliyê grubek endamên ser bi MÎT û Parastinê ve, Meclisa Gel a Sinûnê bi mayina hate teqandin. Di encama vê teqînê de bi giştî 8 kes Şehîd û birîdar bûn. Di roja Despêkê de zarokê binavê Selah ê 12 salî jiyana xwe jidest da, piştî mayîna li nexweşxaneyê welatiyê binavê Îbrahîm Derwêş Ebdî jî ku di teqînê de bigiranî birîndar bibû şehîd bibû. Her wiha ji birîndara jî yek jê endamê MÎT Selah Berces bû ku nikaribû di dema xwede ji Meclisê xwe rizgar bike û ew jî birîndar dibe.

Pişte ev gruba ser bi MÎT û Parstinê, di encama operesyona Yekîneyên Taybet ên YBŞ’ê de hatin girtin li xwe mukur hatin ku destê wan di gelek buyerên Şengalê û taybet di teqandina Meclisa Sinûnê de heye. Her wiha van kesan diyakirin ku armanc ji teqandina Meclisa Sinûnê ew bû ku gel li dijî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser rabe.

Îro salek bi ser buyerê de derbas dibe. Endamên sazî û dezgehên Şengalê bi çandina gul û pêxistina finda li Meclisa Sinûnê şehîdên buyerê bibîr anîn û bi daxuyaniyekê  soza berdewamî dana xebata xwe ya ji bo xizmeta xelkê xwe carek din dûbare kirin.

Di Serîde li ser navê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo axivî û desnîşan kir ku ew li Meclisa Sinûnê amadebûne daku wê peyamê bidin dijmin, çiqas êrîş bikin ewê nikaribin îradeya xelkê Şengalê bişkênin û wiha dewam kir : “Em sersaxiyê ji malbatên şehîda re dixwazin. Em dibêjin bi êrîşa wê dijimin nikaribe bigehe hedef û armancên xwe. Em bi şehîda serbilindin û li ser şopa şehîda emê bigehin serkeftinê. Ev şehîdên me ku cane xwe dane, mîna rojê her diçe geş dibin û em jî li ser xeta wan kar û xebatên xwe berdewam dikin.”

Piştre Hevserokê Meclisa Gel a Sinûnê Sîdo Elî jî axivî û got : “Armanca dijmin ew bû ku gel ji derdora meclisê belav bikin. Li ser wî esasî êrîş pêk anîn, lê ji berê zêdetir û bi hêzeke mezintir me dest bi karê xwe kir. Em wek meclisa gel a Sinûnê dibêjin wê tu kes nikaribe li himber karê me bibe asteng. Li ser xeta şehîda emê berdewamiyê bidin vê tekoşînê û hedefê şehîda emê pêk bînin.”

Sîdo Elî got : “Em dizanin hin aliyên siyasî xwe dikin şirîkê dewleta Tirk û êrîş ser pêşengên me dikin. Lê bila her kes bizanibe, ewê destê xwe dirêjî sazî û dezgehên rêveberiya xweser bike û bibe hevkarê dijmin zû an jî dereng ewê bigehe cizayê xwe.”

Piştî daxuyaniyê li cihê bûyerê ji bo şehîdan find hatin pêxstin û gul hatin çandin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button