‘Bi yekîtiya têkoşîna jinên Ereb û Êzidî em ê Rêber Apo azad bikin’ 

Bi boneya salvegera 23’yemîn a komploya nevdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, TAJÊ’ê ji jinên Ereb re semînerekî li darxist. Di semînerê de wiha hate gotin: “Rêber Apo ji bo me hemû jinan ronahiya azadiyê ye, ji ber vê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo tekêşîne me hemûya ye.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ’ê bi boneya salvegera komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji jinên  Ereb re semînerekî li darxsit. Seminer li gundê Hesewîk ya ku dikeve ser sînora Şengalê û Rojavayê Kurdistanê hate dayîn. Di semînerê de bi dehan jinên Ereb amadebûn. Her wiha Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Emîne Şengalî da. Semînerê bi deqeyekî rêzgirtina ji bo şehîdan destpê kir.

Sermîner bi armanca şirovekirina roja 15’ Sibatê hat li darxistin. Di semînerê de hate diyarkirin ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Ocalan, ne tenê têkoşîna jinên Kurd û Êzdiya ye, têkoşîna hemû jinane û encax bi yekîtiya hemû jinan wê azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan misoger be.

Endama Tevger Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê Emîne şengalî di destpêkê de qala jiyana Rêber Ocalan kir û roja 15’ê Sibatê şermezar kir û got: “Rêber Apo ji bo me hemûyan Rêberê azadiyê ye. Em bi saya keda Rêber Apo niha jinê Ereb û Êzidî li vir kombûne. Dewletên desthiladar dixwestin bi girtina Rêber Apo çirayê azadiyê vemirînin. Lê belê ji vir ji dewletên desthiladar re em dibêjin, heye em hebin wê tu car vê çirayê neyê vemirandin.”

Di semînerê de di navbera jinên Ereb de derbarê girîngiya raman û fikra Rêber Ocalan, her wiha ji bo têkoşîna azadiya civakan û azadiya jinan girîngiya yekîtiya jinan û li dora fikra Rêber Ocalan de kombûn hate nîqaş kirin.

Sermîner bi dirûşmeya, “Bê Serok Jiyan Nabe” bi dawî bû.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button