‘Divê li dijî êrîşên Tirkiye yên li ser Êzidiyan bikevin tevgerê’

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropa diyar kir ku desthilata AKP-MHP’ê dixwaze qira Êzidiyan bîne, bang li raya giştî ya navneteweyî û demokratîk kir.

Koordînasyona Civaka Êzidî yên Ewropa ku daxuyaniyek nivîskî têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Şengalê da got: “Rejîma Erdogan a terora rast hem li hundir hem li derve didomîne, dixwaze vegera ji bo Şengalê, avakirin û rêxistinkirina civakê, mekanîzmayên ewlekariyê yên tên avakirin û dixwaze îstikrara heyî sabte bike.”

Di daxuyaniyê ev hate gotin: “Ji bo Êzidiyan ev êrîş tê wateya, dewama êrîşa qirkirinê ya ji aliyê çeteyên DAÎŞ’ê ve hatî pêkanîn e.

Divê ev yên êrîşên qirkirinê dikin li ber Dadgeha Ceza ya Navneteweyî hesab bidin. Erdogan ê terorîstên DAÎŞ’ê ku bi hezaran Êzidî revandî û di nava xwe de wan dihewîne, bermayên wan li her derê destek dike, gefê li Êzidiyan dixwe. Li dijî hêza rêxistina ku vîna Êzidiyan temsîl dike, bi hovane êrîş dike ser.

Li ser vî esasî bang li raya giştî ya sazî û dezgehên navneteweyî, demokratîk û pêşverû dikin ku bibin xwedî helwest, li dijî vê êrîşkarî û siyaseta hegomonîk a Erdogan bikevin tevgerê.

Dîsa bang dikin ku divê civaka Êzidî li dijî her hewldanên ku wan tine bike hestar bin, heta Şengal azad nebe, xweser û aramî û îstirkrara wê tam pêk neyê tim di nava tevgerê de bin.”

ANF-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button