Sozdar Avesta: Gelê Şengalê desthilatdariya xayinan qebûl nake

Sozdar Avesta têkildarî peymana li ser Şengalê ya di navbera PDK û hikumeta Iraqê de got “Gelê Şengalê dê desthilatdariya revok û xayinan tu carî qebûl neke.”

Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Sozdar Avesta beşdarî bernameyeke taybet a Stêrk TV’yê bû û têkildarî planên li ser Şengalê û peymana hikumetên Bexda û Hewlêrê axivî.

Peymana 9’ê Cotmehê ya navbera PDK, Hikumeta Iraqê û Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li ser Şengalê ji aliyê êzidiyan ve weke nûkirina fermanê hat pênasekirin. Her wiha salvegera komploya 9’ê Cotmehê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan e. Hûn peymana li ser xweseriya Şengalê çawa dinirxînin?

Beriya ku bersiva pirsa we bidim dixwazim bêjim ku di van rojên dawî de bi taybetî piştî ragihandina wê peymana li ser Şengalê, me bihîst ku Fermandar û Endamê Konseya Leşkerî ya HPG, Fermandarê Herêma Botanê û dîsa Derwêşê hemdemî yê Şengalê hevrê Egîd Civyan û bi wî re heval Canfeda û Hebûn şehîd bûne. Wan bi rêzdarî û hurmet bibîr tînim û li ber bîranîna wan bejna xwe ditewînim. Di şexsê hevrê Egîd de tevahiya şehîdên ku bi dirûşma ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û li hemberî komploya navdewletî li hemû qadan û ji girtîgehan di şexsê hevrê Xalid Oral de bigire heya Rûsya-Moskowayê hevrê Taylan û di hemû qadan de Berwar û Rojbînan, hemû şehîdan bibîr tînim. Li gorî soz û peymana ku me dane şehîdan, em ê teqez azadiya Rêber Apo û ya gelê xwe pêk bînin. Em careke din bi wê minasebetê gelê xwe yê berxwedêr ê ku di van 22 salan de li hemberî komploya navdewletî li ber xwe da bi hurmet û rêzdarî silav dikim.

Ew peymana ku di 9’ê Cotmehê li çapemeniyê hate weşandin, gelo wateya xwe çi ye? Çima 9’ê Cotmehê? Di wir de armanc çi ye? Bêguman roja wê dema pênase dibe hedef, armanc û daxwazên wan hêzên ku di peymanê de cih girtine pir diyar û eşkere dibe. Beriya 22 salan di 9’ê Cotmehê de hêzên navdewletî, bi taybetî jî hêzên ku niha bi her awayî dixwazin herêma Rojhilata Navîn ji bo xwe dîzayn bikin, bi serkêşiya Emerîka û îstîxbarata Îsraîlê, hêzên navdewletî hemû yên ku di nav de cih girtin, li dijî Rêber Apo komployek pêk anîn. Armanca komployê ew bû ku Rêber Apo tasfiye bikin, ji holê rakin û di şexsê Rêber Apo de tevahiya Tevgera Azadiyê tasfiye û tine bikin; meydanê jî ji hêz, kes û derdorên Kurd ên ku hevkarê wan in bihêlin. Eger mirov bixwaze bi kurtî armanc û hedefa komployê şîrove bike, armanc ev e; ‘Kurdê azad tine bikin, herêmê dîsa ji hêzên navdewletî re vekin, bi her awayî di şexsê Rêber Apo de vîna gelên bindest ên hatin birêxistinkirin, ketiye ser xeta têkoşînê û bi her awayî êdî azadî misoger kiriye têk bibin, vîna jinan têk bibin, yekîtiya ku di navbera gelan de hatiye avakirin belav bikin, bi her awayî gelê Kurdistanê bi qirkirinê re rû bi rû bihêlin, gelê Kurd qir bikin û Tirkiyeyê jî di nava pergaleke dagirkeriyê, dijî demokrasiyê, faşîzan û li gorî berjewendiyên xwe de bi rê ve bibin’. Ev 22 sal di ser komployê re derbas bûn. Em bala xwe bidin ser; komplo dem bi dem bi rêbazeke wisa hatiye meşandin. Li dijî komployê, Tevgera Azadiyê, Rêber Apo, gelê me, lehengiya şehîdên me yên bi rûmet bi her awayî têkoşînek bêhempa nîşan dan û gelek caran komplo dûr xistin, pêşî li leza wê girtin. Cih bi cih hate pûçkirin lê belê mirov nikare bêje ku komplo bi temamî ji holê rabûye. Ji ber ku ew hêzên komploger her tim dewleta Tirk li gorî berjewendiyê xwe bi kar tînin, ku ew jî armanca wan e. Komplo ne tenê li ser Rêber Apo û gelê Kurdistanê bû, belku di şexsê Rêber Apo û dîsa gelê Kurdistanê de komplo li ser gelên Tirkiyeyê û Rojhilata Navîn bû. Mirov dikare bêje ku ew komplo bi wî awayî dom kiriye. Em îro berdewamiya komployê dibînin. Her tim di wan rojên balkêş û dîrokî de biryarên wiha digirin. Ji ber xwe û bê mebest roja 9’ê Cotmehê diyar nekirin. 9’ê Cotmehê qetilkirina Che Guevara ye ku bi navê sosyalîzmê û dîsa weke semboleke gelên bindest û têkoşer tê nasîn. Dîsa roja dayina biryara îdamê ya li dijî Denîz Gezmîşan e. Di heman demê de roja 9’ê Cotmehê ew biryarên ji bo derxistina Rêber Apo ji Rojhilata Navîn xistine meriyetê. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi deh hezaran şehîd hatin dayîn ji bo ku yekîtiya gelan bê avakirin, çeteyên DAIŞ’ê bên têkbirin û ji bo gelên herêmê careke din di nava aramiyekê de bijîn.

Tam di vê demê de ango di 9’ê Cotmeha sala bihurî de careke din êrîşê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin û serkêşiya wê jî Emerîkayê kir. Emerîka û dewleta Tirk li hev kirin û tam roja 9’ê Cotmehê hêzên xwe paşve kişandin û starta dagirkirina Girê Spî û Serêkaniyê dan. Bi xwe jî dan diyarkirin ku dema em vekişînin wê Tirkiye dest bi operasyonekê bikin. Ew jî tê wê wateyê û ji gelê Kurd re tê gotin ku komplo berdewam e û ew ê bi komployê nehêlin ku bi wan destketiyên xwe yên bi Kurdên azad hatine afirandin bijîn. Dibêjin ‘ya hûnê bêne ser xeta min yan jî wê bi vî rengî ew êrîş li ser we berdewam bike’. Ê dewlet yan jî rejîma Erdogan û Bahçelî ya faşîst, dagirker û qirker ji xwe ji bo vê yekê amade ne. Ji bo berjewendî û desthilatdariya xwe tiştek nehiştine ku pêşkêş nekiribin. Bi her awayî Tirkiye û destketiyên gelên Tirkiyeyê yên aborî, erdnîgarî û nirxên wê yên civakî di aloziyeke mezin de ne. Ji ber ku ew komplo li ser Tirkiyeyê jî êdî ber bi armanca xwe ve diçe. AKP teslîmî komplogeran bûye û li gorî berjewendiyên wan bi her awayî tevdigere. Mirov dikare bi vî rengî bibêje ku ew peymana li ser Şengalê beşek ji wê ye. Divê em wisa fêm bikin ku ew peyman bi destûr û fermana Erdogan û Bahçelî hatiye çêkirin. Biryara vê peymana Erdogan û Bahçelî ango dewleta Tirk a faşîst û qirker ne nû ye.

Dibe ku 9’ê Cotmeha 2020’an hate eşkerekirin lê bi salane ku bingeha wê peymanê tê avakirin. Ji ber ku ew peyman li dijî hêza ku çi li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û çi jî li Başûrê Kurdistan û Iraqê li dijî DAIŞ’ê şer kir û wan têkbir hatiye çêkirin. Êrîş li ser wan tê kirin. Ew peyman berdewamiya nefesdayîna DAIŞ’ê ye. Di esas de bi vî awayî dibêjin ku tiştê DAIŞ’ê bi ser nexist; em ê bi vê peymanê re hewl bidin ku temam bikin. Her çiqasî di ya hatî belavkirin de wisa tê dîtin ku peyman bi navê hikumeta Iraq û Herêma Başûr-PDK’ê ye û her wiha dîsa Emerîka û Neteweyên Yekbûyî, wan hêzan tê de cihê xwe girtine û navê Tirkiyeyê nedan; lê em baş dizanin ku serkêşiya vê peymanê di esas de Tirkiye dike, Erdogan dike. Wate ne Tirkiye belku Erdogan û rejîma wî dike. Ji ber wê jî peymaneke heya dawî bê exlaqî ye, exlaq tê de nîne û dixwaze bêrûmetiyeke mezin û bêexlaqiyekê li ser civaka me ferz bikin. Lewre ev peyman di çavê gelê me de weke çawa ku gelê me yê Şengalê jî da diyarkirin ti derbasdarî û rewatiya wê nîne û wê ti carî neyê bicihanîn. Ji ber ku peymaneke qirkirinê ye û berdewamiya fermanê ye. Her wiha peymaneke bêrûmetkirina êzidiyan e. Peymaneke ya bê nirxbûyînê ye û bi her awayî êzidî û êzidayetiyê ji holê rakirine.

Bila ti kes bi rêbazeke cuda vê peymanê şîrove neke. Ev peymana 9’ê Cotmehê misogerkirina dwamkirina fermaneke din e. Beriya niha jî me di bernameyekê de diyar kiribûn, ku li ser Şengalê leyîstokên mezin hene. Bi mehane ku li ser Şengalê hin lîstok tên çêkirin. Senaryo ava kirin. Ji bo wê çi kirin, êrîşên hewayî bênavber berdewam kirin. Di navbera gelê Ereb û êzidî de bûyerên kuştinê çêkirin û bi vî rengî xwestin wan bera hev bidin. Li Welat Şêx heya niha çendîn ciwanên êzidî qetilkirine û bi vî awayî xwestin lîstokan çêbikin. Herî dawî jî dema dîtin ku wan lîstokane bi zanistekî mezin, helwestekî zana û têgihîştî û hevgirtî ya di navbera êzidî û gelên li herêmê dijîn de tên valaderxistin lewre vê carê jî bi vê peymanê xwestin vê yekê bidin diyarkirin. Lê ti rewatiya wê tineye. Kî tê de cih digire bila bigire, dixwazî bila hemû hêzên cîhanî yên desthilatdar bên ser maseyê û wê peymanê îmze bikin, lê eger vîn û raya gelê êzidî di navê de nebe, ne xwedî nêrîn be û ne li gorî berjewendiyên wan be û careke din bingeha fermanekê ava dike, wê çaxê bi ti awayî rewatiya xwe nîne û nayê qebûlkirin û ew peyman divê biçe sergoya dîrokê. Divê mirov wisa binirxîne û nêzîk bibe.

Hêzên navneteweyî beriya niha jî li dijî gelê Kurd biryar girtin. Rewşa li Efrînê li pêş çavan e. Peymana li ser Şengalê jî di vê çarçoveyê de girîng e. Qebûl nakin ku Şengal xweser be. Hikumeta Iraqê hêza leşkerî ya Şengalê rewa nabîne, lê belê li dijî DAIŞ’ê beriya niha gelek caran operasyonên hevpar kirin. Gelo hêzeke ku demekê bi hev re operasyon kirin, çima niha rewa nabînin?

Niha li Iraq û Başûrê Kurdistanê jî pir pirsgirêkên cidî hene. Bê bîra we par vî çaxî li Iraqê xwepêşandanên pir girseyî destpêkirin û serokwezîr bi mehan îstîfa kir. Çend caran hin wezîfedarkirin ku hikûmet çêbibe lê hikûmet çênebû. Herî dawî ango a niha Mistefa Kazimî hikûmeteke demke ava kiriye, pirsgirêkên gelê Iraqê, yên di nava Iraqê û pergala wê de zêde ne, pir pirsgirêk û nakokiyên dîrokî hene. Di aliyê aborî, civakî û mezhebî de pir pirsgirêk û nakokî hene. Di heman demê de pirsgirêk di navbera hikûmeta Iraq û Başûrê Kuristanê de hene. Sê sal beriya niha ango di sala 2017’an de Başûrê Kurdistanê referandûmek çêkir û got ku ez ê serxwebûna xwe îlan bikim. Çi kirin, piştî referandûmê bi hefteyek 10 rojan hêzên Iraqê qebûl nekirin û ne tenê Iraqê belku dewleta Tirk, Îran û dîsa hêzên navdewletî ev yek rewa nedîtin, qebûl nekirin û gotin ku ‘we guh nedan me, çima referandûm çêkir’, lewma rê dan Iraqê û Iraqê jî dest danî ser nîvê xaka Başûrê Kurdistanê. Hê jî ew nakokî berdewame.

Pirgirêk tenê li Şengalê naqewime, belku bajarekî wek Kerkûkê jî di vî warî de ji destê Kurdan hate derxistin û heya niha jî wê çawa bê bi rêvebirin hê ne diyare. Li bajarên Tûzxormatû, Xaneqîn û gelek cihê wisa pirgirêkên mezin hene. Ji bo wan pirsgirêkan di nava xwe de bi şêwazekî tawîzan bidin hevdu da ku ew pirsgirêk bi temamî bên çareserkirin. Divê li ser vê yekê bê rawestandin. A niha bi vî rengî Şengal xistine rojevê, ku ev yek berevajîkirina rojevê ye. Tu yê bêjî qey hemû pirsgirêkên navxweyî çareser bûne, ti pirsgirêk di navbera wan de nemaye, tenê pirsgirkek maye ew jî ya Şengalê ye. Pirsgirêka Şengalê jî ew e ku ‘hêzên li Şengalê ne rewa ne û ji bo ku ew hêz ji wê derê derkeve û bi xwe biçin wê derê û rewatiyekê ava bikin. Ew jî hêzekî biyaniye’. Ewqasî tê berevajîkirin. Ewqasî henekê xwe bi aqilê mirov dikin. Ewqasî ji rastiyê dûr ketine. Pirsgirêk tenê ne Şengal e. Pirsgirêk, pirsgirêka tevahiya êzidiyan e. Ya tevahî Êzidxanê ye. Ji bo wê nirxandina bi vî rengî ya Şengalê, planek li ser Rojavayê Kurdistanê ye ango dixwazin plana xwe ya li ser Rojava bidomînin. Di vir de dixwazim balê bikişînim ser sala 2014’an beriya êrîşa DAIŞ’ê ya li ser Şengalê, Kobanê û tevahî xaka Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Wê demê çi kirin? Dîsa bi destê PDK’ê li seranserê sînorê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de xendek kola. 2017’an careke din beriya ku êrîşekê li ser Şengalê bikin, di navbera xwe de peyman çêbikin û danûstandin kirin roja 3’ê Adara 2017’an bi destê çeteyên Tirkan ên ku Tirk mûçeyên wan dide û li gel PDK’ê hatine erkdarkirin êrîşê ser Şengalê kirin.

Niha heman tişt berdewam dike. Hemû berdewama hev in. Ji bo wê ev plan di meriyetê de ye. Yanî weke we jî gotî ji êrîşa li ser Efrînê bigire heya Girê Spî û Serêkaniyê û niha jî Şengal. Ji ber wê ev pirsgirêka ku me qala wê kir ango çareser nekirine, wana hemû danîn milekê û hêzên navneteweyî jî danî gel xwe û bi vî rengî dixwazin vîna gelê êzidî ya hatî avakirin binpê bikin û nas nekin. Kî rewa ye û kî ne rewa ye? Bi rastî jî pirseke girînge. Rewabûn çi ye? Rewabûn dewletbûne? Ê ku dewlet be rewa ye? Mirovahî bi hezaran sal xwe di warê civakî de gihandiye roja îro. Bi hezaran ziman, çand, bawerî û nirxên mirovahî beriya dewletan hatiye avakirin û çêkirin. Niha dewlet-netewe dikare bi tinekirina gelan re rewabûna xwe li ser gelan çêbike û rewa bike? Ger ku hêzên li Şengalê ne rewa bin, hêzên li Hewlêr, Silêmanî, Selahedîn û yên her derên din jî ne rewa ne. Ew kî/ê ne; ew zarokê vî gelî ne, ew jî zarokê Şengalê ne. Eger yên parêzvaniya Şengalê dikin ne rewa bin wê çaxê hêzên li Bexda û Mûsilê jî ne rewa ne. Li ber çavan e. Niha dixwazin wê bêjin, dibêjin ku ‘PKK’ê alîkariya wan kiriye û wana kiriye hêz lewma ne rewa ne’. Raste PKK’ê alîkarî kiriye, waye PKK’ê bi fermandariya Fermandarê Leheng Egîdê Şengalê ku gelê Şengalê jî ew wisa pênase kir ‘Egîdê Şengalê Derwêşê Hemdemî’, bi pêşengtiya hevrê Egîd Civyan destwerdaneke şoreşgerî li ser Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ’ê kir. PKK’ê ev yek kir û em bi wê jî serbilindin. Me bi vî awayî di şexsê keda Egîdan, Dilgeşan, Armancan, Berxwedanan û Ronahiyan ve rûmeta tevahî mirovahiyê parast. Gelê Şengalê ji qirkirineke sedsala 21’mîn rizgar kir. Gelê Şengalê bi wê keda wan qehremanan êdî xwe bi rêxistin kir, zanebûna xwe çêkir û xwe êdî kir xwedî sazî. Rêveberiya xwe ya xweseriya demokratîk ava kir. Hêza xwe ya asayîşê çêkir. Hêza xwe ya parastinê bi rêxistin kir. Bi vî awayî helbet weke Tevgera Azadiyê ji bo wê alîkarî hatiye dayîn. Ew jî mijareke wisa ye ku yên alîkarî nekirine bila hesab û kîtaba xwe bikin. Yên ku nekirine bila niha hesabê wê bidin. Yên ku kirine hesab ji wan nayê pirsîn. Yên ku kirine hesab ji wan dipirsin, yên nekirine niha dixwazin xwe bikin xwediyê vê civakê. PKK’ê rewatî ava kir û li ber çavê cîhanê çû wê derê û sê salan bê navber li wê qadê bi sedan şehîd, ked û xwîn da. Xwehdan rijand. Şev û roja xwe kir yek û li wê derê nirxek hat avakirin.

Gelê Şengalê jî bi keda xwe ya mezin piştgiriya wê kir. Ez baş dizanim, me jî li wê derê dît, ew gelê ku li wî çiyayî mabû em dizanin bê ka heya niha jî çi derbas kiriye û çi jiya ye. Yên ku peymanan çêdikin, ew nizanin. Ew li ser maseyan çêdikin. Ewan ev yek nedîtine. Dema şerê li hemberî DAIŞ’ê bêrûmetiya herî mezin li hemberî wê civakê kirin û beriya her kesî pişta xwe dan wê civakê û reviyan, waye yên ne rewa ew in. Eger ku zarokê Şengalê bûna wê çaxê ne direwiyan. Ger ku zarokê Şengalê bûna wê demê wê li hemberî DAIŞ’ê nereviyaban, wê li ber xwe bidana, serê wan jî biçûba wê ewan Şengal ber nedaba. Çekên wan ji destê wan girtin û bi hemû awayî ew xapandin. Weke niha gotin ’em ê we biparêzin’, her kes dizane dema ku DAIŞ bi kîlometran ji wan dûr bû çawa reviyan. Ew jî dîsa di encama peymanekê de bû. Wê çaxê jî peyman li derve hate îmzekirin. Beriya ku DAIŞ bê Şengalê li Urdunê civînek çêkirin. Di wê civînê de biryar girtin ku divê Şengalê radestî DAIŞ’ê bikin. Hê jî dixwazin wê bidomînin. Waye yê ne rewa ew in. Weke Tevgera Azadiyê ji sala 2018’an ve em tim vê gotinê dibêjin ‘Bi rûmetek mezin, bi serbilindahî û bi her awayî çû Şengal, me erkê xwe pêkanî, gel û civaka Şengalê hat vê astê ku êdî dikare xwe bi rêvebibe, dikare xwe biparêze, dikare xwedî îradeya xwe be û li berxwe bide’ hêzên xwe vekişand. Fermandar Egîd çawa çû wê derê hat û çû li eniyê din li hemberî faşîzma Tirk berxwedanî kir. Heya kêliya ku şehîd bû jî li hemberî wê faşîzmê sekinî. Ji bo wê jî yên ku ew der berdan ne rewa ne, divê ew kesane bên dadgehkirin, divê hesab bidin; yên ku rewa ne jî di dilê gelê xwe de û di dilê mirovatiya xwedî nirx de ye. Yên di dilê hemû jin û dayikan de yên ku çûn û ew civak rizgar kirin şervanên azadiyê bûn û niha jî yên ku diparêzin jî şervanên YBŞ û YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê ne. Ew zarokên vî gelî ne. Xwe bi keda xwe çêkirine û heya dawiyê vê biparêzin.

Bila tu kes li ser wan hesaban neke. Ji ber wê jî dema rewabûnê dixin nîqaşê, pêwîste kes neyê wan lîstokan. Qeymeqamê Şengalê, Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Rêveber e. Ev 6 sal in ku bê pirsgirêk û bênavber Şengalê bi rê ve dibe. Tenê ne rêveberiya êzidiyan e belku rêveberiya hemû pêkhateyên herêmê ye. Di Meclîsa Xweseriya Demokratîk de civaka Ereb jî cihê xwe digire. Niha em dibînin ku civaka Ereb bi xwe jî daxuyanî dan û gotin ku ew vê peymanê qebûl nakin. Diyar kirin ku ew qebûl nakin ji ber ku bêyî îradeya gelê Şengalê ye. Li Êzidxanê ne tenê êzidî hene. Hem Meclîsa Xweseriya Demokratîk xwe bi rê ve dibe, partiya wê ya siyasî heye, siyaseta xwe û dîplomasiya xwe li herêmê dimeşîne. Hêza wê ya parastinê heye, xwe diparêze. Wê hêzê DAIŞ têk bir û Şengal rizgar kir. Ên ku heya niha ango nûnerên Iraqê bi dehan car ji wan sipasî kirine û gotine ku hûn weke YBŞ’ê Focê herî serketî ne, her wiha bi rêya hêzên YBŞ careke din hêzên Iraqê hatine xaka Şengalê; ji bo wê jî dikare peyman bên çêkirin, bêguman pozîsyona ku Şengal niha têde ye, niviya şêniyên Şengalê ji derve ne û pêwîste li ser wan nîqaş bên kirin.

Divê gelê Şengalê vegere cihê xwe. Divê ji bo Şengalê projeyeke mezin bê çêkirin, ji bo ku Şengal ji nû ve birînên xwe bi tevahî bipêçe. Lê belê ev yek divê ne bi înkarkirina îradeya heyî bê kirin. Divê piştgiriya îradeya heyî bê kirin, divê di Destûra Bingehîn a Iraqê de cih jê re bê dayin, bê naskirin û li ser vî esasî hikumeta Başûr jî ji îradeya vî gelî re rêzê bigire. Ne xwe li ser ferz bike. Bila her kes baş bizanibe, êdî kes nikare bi hêza xwe ya dewletbûnê, bi hêza xwe ya qaşo herêmê nikare xwe li ser gelê êzidî ferz bike. Lewma ew meseleya meşrû, nemeşrûbûnê jî lîstikek e, her kes bi vê zane. Hemû cîhan nizane ku PKK ji wê derê ew bûye? PKK çi ye? PKK berxwedan e, teslîmnebûyîne, têraxwe kirine, li hemberî zilmê serîrakirin e, xwebixwe bûne. Dibêjin, ‘Êzidî jî vê dixwazin’, wê demê PKK ne. Yanî ev fikir û felsefeya Rêber Apo ye. Fikir û felsefeya Rêber Apo tenê li Kurdistanê jî nayê pejirandin. Niha li derveyî Kurdistanê, heta Efrîka, Emerîka Başûr niha gel xwe li ser fikir û felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dike, jê hêz digirin. Mesela li nava gelên Rojhilata Navîn. Em bibînin, di modela Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, zêdeyî 5 milyon mirov di nava aramiyekê de, ne ji êrişên dewleta Tirk û van hêzên komploger de bin di nava aramiyekê de ne. Heman model niha li Şengalê tê bicihanîn. Dibêjin hûn vî fikrî diparêzin. Ew dixwazin nakokiyan zêde bikin. Esas ên ku ne meşrû ne û tevlîhevbûnê çêdikin, xaka Iraqê û Başûrê Kurdistanê parçe dike, yek jê ev peymana ku bi zorê dixwazin li ser gelan ferz bike û ti meşrûiyeta xwe tine ye. Gelê êzidî jî ji xwe di deqeya destpêkê de li ber rabû. Ez wê helwesta gelê me jî silav dikim. Pir girîng bû, bi pêşengtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê û tevahiya pêkhateyên xwe û tevahiya gelên wî di yekdengekî de ew qebûl nekirin, red kirin. Ev helwesteke di cihê xwe de bû û ya herî rewa û esasî ew bû. Divê wisa jî bê dîtin.

Ji hingî heta niha mirov dikarin bêjin ku nerazîbûn di asteke jor de heye, ji aliyê gelê Kurd ve. Di vir de bi taybetî rola gelê Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê divê çawa be?

Bi qasî ku em ji çapemeniyê dişopînin ev peyman bi navê hikumeta Başûr tê pêşkêşkirin. Bi vî rengî tê gotin, ‘Hikumeta Kazimî û hikumeta Başûrê Kurdistanê bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî, Emerîka hatiye çêkirin’. Heta vê deqeyê helwesteke rêxistinkirî ji partiyên siyasî ji Başûrê Kurdistanê pir zêde bi dengekî bilind derneketiye. Di asta şexsan de, ku kesên rêzdar in, weke rewşenbîr, siyasetmedar, wekîlê gel, parlamenterên li Parlamenta Iraqê û ya Başûrê Kurdistanê di asta şexsan de bi taybetî hinek daxuyaniyan didin. Ev girîng e, ez wan biçûk nabînim, vê helwestê silav dikim. Lê belê weke partî helwesta xwe bi dengekî zelal danîne holê. Di navîn de mayin jî erêkirina vê peymanê ye. Divê wisa bê dîtin. Yan tu pê re ye yan jî tu ne pê re ye. Di navê de mayîn, yanî di bin de ez ne bi peymanê re me, lê belê di nava raya giştî de jî bêdengmayin, erêkirina peymana qirêj û qirkere. Meşrûkirine, erêkirine. Gelê Başûrê Kurdistanê gelekî xwedî nirx e, welatparêz e û haya xwe ji van lîstokan heye. Gelê Başûr ji van lîstikan, ji van komployan pir xwariye. Gelê Başûr helwesta xwe ya destpêkê weke helwestdayin hinek dengê ku derket girîng e, lê têrê nake. Heta niha jî gelê Başûr dibêje; Şengal ji bêxemiyekê, ku di wextê xwe de em jî xwedî lê derneketin, lîstik nedîtin, lewma Şengal ji çeteyên DAIŞ’ê re hate berdan. Lê niha dîsa heman tişt tê kirin. Ji bo vê ez di wê baweriyê de me civaka me ya gelê Başûrê Kurdistanê wê careke din rê nede ku ev peymanên bêyî îradeya gelê Başûr tê çêkirin, ku ji bo berjewendiyên desthilatdaran tê çêkirin, ji bo berjewendiyên partiyeke siyasî, malbatekê, eşîrekê tê çêkirin. Gelê Başûr divê careke din bêdeng nemîne û nebe temaşevanê qirkirina civakê. Ji bo her kesî bi taybetî jî bo partiyên siyasî yên li Başûr û Iraqê siyasetê dikin rûreşiyeke mezin bû. Gelo wê çawa bê jibîrkirin? Dema ku li wan bazarên Mûsilê keç û bûkên êzidiyan destê wan girêdayî li paş qemyonan li sûkan dihate firotin. Gelo wê vê jibîr bikin? Gelo wê çaxa exlaqê mirovahiyê vê tehemûl bike, 19 jin bi hev re li sûka Mûsilê ji ber ku teslîmî çeteyên DAIŞ’ê nebûn benzîn bi ser wan ve kirin û şewitandin. Gelê Başûr ev hemû dît. Divê civaka Başûr û partiyên ku dibêjin em ne bi vê peymanê re ne, yên ku xwe demokrat dibînin, yên ku xwe weke mafên mirovan diparêzin, bi taybetî jî rêxistinên jinan, ev êriş li ser îradeya jinê ye. Ji ber vê yekê divê gelê Başûr li hemberî vê bisekine û bi taybetî rêxistinên jinan li Başûrê Kurdistanê kesên rewşenbîr, hunermend, nivîskar û yên xwe weke hevparê vê peymana qirker nabînin divê li hemberî vê dengê xwe bilind bikin. Ne tenê li Başûr, li Iraqê jî divê wisa be. Gelê Iraqê jî divê careke din nebe hevparê vê peymanê. Partiyên siyasî jî yan divê helwesta xwe nîşan bidin, bêjin em qebûl nakin, bêyî me çêbûye, di navbera partiyeke siyasî û hikumeta Iraqê de çêbûye. Yanî divê bêjin me jî qebûl kiriye êdî gel zanibe ew kî ne. Yanî helwesteke zelal lazim e. Bêhelwestmayin piştgiriya peymana gemar û qirêj e. Divê wisa bê dîtin. Ji bo vê bi taybetî jî divê çi bê kirin? Helwesteke çawa bê nîşandan. Em vê girîng dibînin.

Niha peymanek çêkirine û çapemeniya ser bi PDK’ê ve -ji xwe weke şerê taybet e- bi hemû awayî dixwaze vê peymanê weke ku tevahiya gelê Başûr erê kiriye û tevahiya cîhan jî pê re ye û wê sibe jî têkeve meriyetê, nîşan bide. Ne wisa hêsanî ye. Neteweyên Yekbûyî bi vî rengî mohra xwe daniye binê qirkirineke nû. Divê bi vî rengî bê dîtin. Lewma ev hêzên ku hinekî xwe dixapînin, bi taybetî jî hinek kesên êzidî hene, bi navê êzidiyan di çapemeniya şerê taybet de derdixîne. Plan diyar bû. Dema ku serê sibehê nûçeya lezgîn kete çapemeniyê; peyman çêbûye, yekser bi bernameyên taybet jî hinek kes anîn, benikek, qravat xistin stuyê wan û danîn ser kursiyekê û gotin nizanim çi yê êzidiyan e. Ew xwefirotin, çete ne. Bila bi vê zanibin. Ti kesekî êzidî û Şengalî divê îtibarê bi van neke. Ew kesê ku gotin dema PKK’ê hêza xwe ji Şengalê kişand, bang li dewleta Tirk kirin, gotin ‘werin em ê we kun bi kun bigerînin, em ê cihê PKK’iyan nîşanî we bidin’. Mam Zekî kirin hedef. Kî bû? Yê ku ji bo civaka xwe şev û rojê xwe kar dikir, hevalê Zekî bû. Hevalên weke wî ku bi wî rengî xizmeta vê civakê dikirin. Lehengên weke hevrê Egîdan bû ku gel diparastin. Niha jî derketine vê çapemeniya şerê taybet ya çapemeniya MÎT’ê ye, derdikevin dibêjin ‘ev peyman dereng jî mabû’. Ew tê çi wateyê? Dixwazin ku civaka êzidî careke din teslîmî kesên qirker bikin. Yanî dewsa ku ew kesên ku bûne sedema qirkirina fermana 73’an, li şûna ku ew bên dadgehkirin, wan rewa dikin. Ew wan rewa dikin. Bi destê van kesên ku wan weke êzidiyan nîşan didin. Ti eleqeya wan bi Êzdayetiyê re nîne, eleqeya wan bi Şengaliyê re jî nîne, eleqeya wan bi berjewendiyên herêmê re jî nîne. Kî ne, ji ku hatine jî nediyar in. Gelê me kes baweriya xwe bi wan nîne. Ji ber vê yekê rewakirina vê peymanê tê wateya kesên ku aşiqê kujerê xwe bibe. Qebûlkirina vê peymanê bi êzidiyan re tê wateya bêrûmetkirin, bênirxkirina êzidiyane, tunekirina êzidiyane, kolekirine. Ji ber vê yekê careke din destê xwe dixin xwîna zarokên êzidiyan. Divê civaka êzidî li dijî van kesan jî helwesta xwe bi rengekî zelal nîşan bide. Yanî bêje; çi dibe ji we? Hûn nikarin li ber xwe bidin, hûn teslîm bûne, hûn bûne hevparê xiyanetê wê demê kesên din teşwîq nekin. Ji ber vê yekê gelê Başûr jî divê vê yekê bibîne. Hûn dipirsin ku divê helwest çi be? Li hemberî vê, gelê Başûr jî divê vê hemû bibîne. Gelê me yê li Başûrê Kurdistanê zanibe ku lîstok mezin e, ev plan gelekî berfireh e. Çeteyên DAIŞ’ê careke din xwe bi rêxistin dikin, dixwazin planeke mezin careke din li ser Başûrê Kurdistanê bi taybetî jî li dorpêçkirina Şengalê bixin pratîkê. Ev yek alozî û pirsgirêkan çareser nake. Divê li ber vê rabin, gelê me yê êzidî jî wê bi her awayî li dijî vê têkoşîna xwe dewam bike.

We got ku plan gelekî berfireh e. Li dijî vê plana mezin divê nêzîkatî û helwest çawa be ji aliyê gelê Kurd ve?

Wek helwesta yekemîn; helwesta gelê Şengalê tevahiya gelên li Şengalê girîng bû, di cihê xwe de bû. Ev çalakiyên wan dewam dikin. Ez di wê baweriyê de me, wê heta encamgirtinê jî dewam bike. Azadî têkoşîne, azadî ji bo xwe, ji bo jiyana bi nirxên xwe, berxwedan e û li ber xwe sekinandin e, xweparastin, xwebirêvebirine. Azadî wisa bi hêsanî nîne. Dibe ku ev êrişa niha tê kirin, ev peyman bi rê û rêbazên cuda bixwazin têxin pratîkê. Bixwazin sibe qeymeqamê xwe bibin wê derê, bixwazin hêzên xwe yên leşkerî li wan saziyên cuda bi cih bikin. Rê û rêbazên vê çi bin, gelê Şengalê zane. Gelê Şengalê, dayikên Şengalê, jinên berxwedêr, keçên ciwan û ciwanên Şengalê di 2017’an de dema êrişî ser Xanesorê kirin, dewleta Tirk û PDK’ê bi hêzeke mezin êriş kirin, yê herî zêde li ber xwe sekinî kî bû? Jinên Şengalî bûn. Hejmara wan jî kêm bû, derfetên wan jî pir tune bûn. Çi kirin? Ew xendekên ku vekiribûn û dixwestin Şengaliyan di wan xendekan de bifetisînin, dayikan bi destê xwe ew xendek tijî ax kirin. Di destê wan de tiştek tune bû, bi pêşengtiya keça ciwan hevrê Nazê Newal çi kirin, rahiştin keviran û çûn ser wan hêzan. Rê nedan ku bikevin herêmê. Bi lehengiya weke endamên asayîşê, weke rojnamevan hevrê Nûjiyan Erhan, wekî hevalê Orhanan, Çekdaran ên ku destê xwe dan ber wan wesayitên wan ên zirxî ji bo nekevin Şengalê, wan dît ku çawa li ber xwe bidin.

Niha civaka Şengalê hîn pêşketîtire. Niha Asayîş hîn bi rêk û pêk e, hêza xwe ya parastinê hîn bêhtir xwedî derfete û dîsa bi hemû awayî sazî û dezgehên xwe ava kiriye. Gelê Şengalê bi rengekî rêxistinkirî û bi tifaqeke navxweyî, bi tevahî gelê herêmê re. Kesên ku xwe nedin ber vê yekê, yên ku sîxur in, divê gelê Şengalê wan di nava xwe de qebûl nekin. Gelê Şengalê divê vê têkoşîna xwe bênavber dewam bike. Dayikên Şengalê, bi tenê dayikan mabe, ez bi wan bawerim, bi wan jinan bawerim, bi wî gelî bawerim; ti carî îradeya xwe teslîm nakin. Wê desthilatdariya kesên xayin, yên revok ên ku Şengal pêşkêşî çeteyên DAIŞ’ê kirine, heta niha jî zêdeyî 2500 jin û keçên êzidî di destê çeteyan de ne, li sûkên navdewletî tên firotin, em ê ji bîr nekin. Em ê ti carî ji bîr nekin. Jibîrkirin xiyanet e, xwe tinekirin e, xwe bênirxkirin e. Em ê vê xiyanetê çawa ji bîr bikin? Ev peyman ji bo jibîrkirinê ye, lewma dixwazin li ser me ferz bikin. Gelê Şengalê wê bi her awayî têkoşîna xwe dewam bike. Ji aliyê dîplomasiyê ve ji xwe heyeta wan li Bexdayê ye. Ev çend roj in em di çapemeniyê de dişopînin, encamên wê çi ye, em baş nizanin. Ji aliyê dîplomatîk ve wê bi her awayî karê xwe bimeşînin. Ji bo xwe ji her cûre êrişan re amade bikin bêguman wê li ber xwe bisekine. Divê hêzên xwe hîn zêdetir mezin bike. Gelê me divê li dora YBŞ, YJŞ, Asayîşa Êzidxanê, xwe zexm bike. Li kêleka wan be, sazî û dezgehên xwe bi moral û motîvasyoneke mezin bidin meşandin. Bila bi xwe bawer bin, êdî em li cîhaneke wisa ne ku kesek bêyî îradeya mirovan nikare tiştekî bike. Eger civaka êzidî û dostên xwe û pêkhateyên Şengalê, Êzidxanê û hemû cihî têkoşîna xwe bidin, ku wê bidin jî, wê teqez bi ser bikevin. Ji ber ku yên mafdar ew in, yên xwedî rewatiyê ew in. Xwediyê wê derê ne, xwediyê mafê xwe ne, ji kesî tiştekî naxwaze, mafên xwe dixwazin. Ji bo wê jî li Şengalê ev kar û xebat divê hîn bi rengekî bi rêk û pêk bên kirin, yên tên meşandin jî dewam bike. Di heman demê de civaka me ya li derveyî welat heye. Ew jî girîng e, bi taybetî li Ewropa, Rûsya, Gurcistan, Ermenistan û dîsa li derveyî welat bi giştî. Niha li Ewropayê çalakiyan dest pê kirine, girîng e. Helwesta wan jî girîng e, ez silav dikim. Civaka êzidî di vê demê de li Ewropayê kongreya xwe çêkir, ji nû ve rêveberiya xwe derxist, hinekî xwe bi rêxistin kir û niha bi dostên xwe re dest bi rêzeçalakiyan kiriye. Divê ev yek bi her awayî dewam bike. Her wiha li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di van rojên dawî de kongreya Yekîtiya Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çêkirin. Kongreya xwe li Amûdê li dar xistin. Biryarên girîng ji wir derketin. Yekîtiya xwe di nava civaka êzidî de ava kirin.

Civaka êzidî li Efrînê jî di bin qirkirinê de ye. Tiştekî xwe nema, hemû pîroziyên civaka êzidî, qubê wan, mekanê pîroz, cihê ku bi hezaran salan wê civakê bi wê ol û baweriyê xwe meşandiye heta roja îro hemû teqandin, niha li ser wan avahiyan çêdikin. Ji holê rakirine. Li Serêkaniyê dîsa cih û warê êzidiyan hemû dagir kirine, ji holê rakiriye û feraseta xwe li ser ferz dike. Berê hemû civaka êzidî Şengale. Ji bo wê ewqasî girîng e. Hêza komploger jî baş zanin, heta Şengalê têk nebin êzidî têk naçin. Ji ber vê ewqasî plan û qirkirinê li ser Şengalê çêdikin. Ne tenê îro çêdikin. Em jî weke Tevgera Azadî, bi taybetî jî Rêber Apo çima ewqasî girîngiyê dide Şengalê, dide civaka êzidî? Ji ber ku jiholêrakirina civaka êzidî jiholêrakirina Kurdên resen e, bênirxkirina Kurdan e, bêdîrokhiştina Kurdan e, bêçandhiştina Kurdan e, bêferasethiştina Kurdan e. Dixwazin Kurdên bişaftî, Kurdên li gorî xeta xwe çêbikin. Ji ber vê jî cudahiya me û hêzên din ji bo civaka êzidî ev e. Ez di wê baweriyê de me civaka me wê li her qadê bênavber bi rê û rêbazên dewlemend, ji çalakiyên biçûk heta yên girseyî, divê gelê me îzahatê ji Neteweyên Yekbûyî bixwaze bê çima cihê xwe di nava vê peymanê de girtiye. Ne tenê îzahat, divê tavilê vê yekê bi wan bide sekinandin. Vê çawa dikarin bikin? Bi çalakiyên xwe dikarin bikin. Li dijî wan kesên ku dixwazin wan bixin nava vê peymanê, divê li dijî wan jî bisekinin.

Mesela keçeke êzidî heye, Nadîa Mûrad, ez dixwazim di vir de navê bidim. Em zanin ku kîjan êrişên hovane li dijî Nadîa Mûrad hatiye kirin. Ji malbata wê kesek nema. Ji wî gundê Koço kesek nema. Nadîa Mûrad ji bo demokratîkbûna Şengalê, ji bo Şengal careke din nebe cihê bazarên qirêj, divê rola xwe wisa bilîze. Divê ji bo vê yekê bikeve nava liv û tevgerê. Ne ku hin partiyên siyasî, hin hêzên dewletî xwe li ser wan hakim bikin. Hîn bi dehan ji derdora wê, ji malbata wê, ji gundê wê hîna kesên di destê DAIŞ’ê de hene. Lewma divê civaka me, dayik ji vê hesab bipirsin. Bêjin, ‘Tu eger keçeke êzidî ye, ku keça êzidî ye û êşeke mezin kişandiye, par ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve xelatek jî wergirt, ew xelat êşa dayikan hemûyane’. Hêstirkên çavên wan dayikane, bi hezaran komkujî bi serê wan ve hat. Divê neyê qebûlkirin ku ev yek li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Lewma ez bang lê dikim. Divê hinekî bifikire, bila biçe Şengalê. Nadîa Mûrad bila biçe Şengalê, bila civînê bi gelê Şengalê re çêbike, Şengalî çi dixwazin? Bila bi heyetekê re bi Neteweyên Yekbûyî re biçe Şengalê û wan êzidiyan hemûyan li wir kom bike. Bêje hûn çi dixwazin? êzidî çi dixwazin, bila li gorî wê nameya xwe, rapora xwe li gorî wê ji Neteweyên Yekbûyî re ragihîne. Ne li gorî berjewendiyên hin kesan. Divê xwe ji van lîstikan dûr bixîne, neyê lîstika kesî. Ji ber wê gelê me divê bi her awayî, çi derfet di dest de hebe bi kar bîne. Ez di wê baweriyê de me ev têkoşîn wê dewam bike. Dibe ku hinekî zor û zehmetiyên xwe jî hebin, dibe ku tiştên ne di hesabê wê de be derkeve jî lê belê di encamê de gelê me bi berxwedana xwe, bi sekna û bi ezmûna zêdeyî 6 salan û ew zanebûn û rêxistinbûna xwe wê nehêle plana kesî bi ser bikeve. Êzidxan a êzidiyan e. Bila destê xwe ji Êzidxanê bikişînin. Eger dixwazin tiştekî ji bo Êzidxanê bikin, bila destê xwe jê bikişînin.

Civaka me divê careke din kesên ku revîne, kesên ew bi tenê hiştine û kesên ku bi her awayî wan weke mirov jî hesab nekirine heta roja îro wê careke din ti carî teslîmî wan nebe. Wê ji wan re nebêje erê. Li ser vî esasî ew têkoşîna ku niha li Şengalê tê dayin ji bo tevahiya gelê Kurdistanê pir girîng e, di nava gelê Kurdistanê de jî înfalek çêkiriye, gelê me li her qadê li ser piyan e li dijî vê peymana ku weke fermaneke nû ye. Ez di wê baweriyê de me gelê Kurdistan jî wê bi hemû awayî ji pûçkirina vê komplo û lîstika li ser Şengalê wê vê pêngava nû hatiye destpêkirin, pêngava ‘Êdî ji faşîzmê re ji dagirkirinê re bi taybetî re ji tecrîdê re na, dem dema azadiyê ye’ û gelê Şengalê jî çawa got ‘Ji fermanan re na, dem dema xweseriyê ye’ û gelê Kurdistanê ‘dema azadiya Rêber Apo’ têkoşînê bilindtir bikin. Heta ev têkoşîn biçe encamê wê vê têkoşînê dewam bike û encamê xwe jî bigire. Bi vî rengî ez careke din bang li tevahiya gelê Kurdistanê dikim, li tevahiya jin û ciwanan dikim, bang li kesên xwedî wijdan û xwedî zanist û yên ku li dijî vê faşîzmê û komployê xwe xwedî gotin dibîne, divê gotina xwe bêje, divê helwesta xwe deyne. Divê ji van ferman û qirkirina re bêje êdî bes e. Li ser vî esasî bang dikim ku ev têkoşîn heta bigihêje armanca xwe wê dewam bike. Ji niha ve vê têkoşîna gelê me pir bi nirx dibînim, pîroz dibînim û silav dikim.

Show More

Leave a Reply

Back to top button