Tevgera Ehrar Iraqî: Em ê tola fermandarên YBŞ’ê hilînin

Tevgera Ehrar Iraqî ya Îslamî bi daxuyaniyek ragihand ew ê tola fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko û Agir Cefrî ji hêzên dewleta Tirk hilînin.

Piştî ku YBŞ’ê ragihand her du fermandarên wan Pîr Çeko û Agir Cefrî îro di encama êrişa bi balefira bê mirov a dewleta Tirk de şehîd ketin, Tevgera Ehrar Iraqî ya Îslamî daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat gotin her du fermandar ku bi destên Erdogan û di êrişek tirsonek de şehîd bûn, wek şehîdên Iraqê dihesibînin.

Di dewamê de Tevgera Ehrar Iraqî ya Îslamî got; “Yên ku vê xeletiyê kirin, bila bizanibin ku wê bersiva me tenê li ser kaxez û daxuyaniyê nemîne. Wê bersiva me bi muşek û balefiran bê dayîn.”

Şengal

Show More
Back to top button