Berê xwe dan rojê û ji bo azadiya Rêber Öcalan dua kirin

Bi pêşengiya oldarên Êzidî, rûspî, serokeşîr, dayîk, endamên TAJÊ û Rêveberiya Xweser li mezargerha Şebilqasim a Şengalê ji bo azadiya Rêber Öcalan bi komî dua hate kirin.

Civaka Êzidî ku herdem ji bo parastina ol, ax û baweriya xwe destê xwe ber bi rojê bilindkirine û dûa kirine, vê carê li ber Mezargeha Şêbilqasim dema roj diçû ava, ji bo azadiya Rêber Abdullah Öcalan dûa kirin.

Di hemû civakan de dûa hene, lê di civakên herî qedîm ku hîn jî çanda xwe diparêzin de dûa hîn jî pîrozî û sêhra xwe diparêze. Civak hemû enerjiya xwe dikin yek û dixwazin mirad û xwestekên wan bibin yek. Civaka Êzidî timî dûaya azadiyê ji bo Rêber Ocalan dike, lê vê carê xwestin hemû bihevre enerjiya xwe bikin yek, beriya Roj biçe ava, vê daxwaza xwe bihevre bigihîn ‘Xwedê’.

Di civaka Êzidî de her qubek (perestgeh) ji bo xwedawendekî hatiye çêkirin û Êzidî jî baweriyeke mezin didin xwedewandên xwe. Her tiştek di ola Êzidiyan de girêdayî xwedawendekê ye. Xwîn û xeyal, hatin-çûyîn, hêzû hêvî, xweşî û nexweşî hwd. Her êlek anjî beşeke civakê Xwedawendekî xwe heye ku carna jî weke, ‘Xudanê me’ tê bilêvkirin. Quba Şêbilqasim ku dikeve nêzî gundê Kolika li çiyayê Şengalê Xwedavendê Hêviyane’. Di nava Êzidiyan de jêre tê gotin ‘Şêbilqasimê Babê Miraza’. Miraz tê wateya tiştek di dilê mirov de bûbe hesret û bixwazî pêk were. Ji bo ew hêviya di dilê mirovde pêk were Êzidî berê xwe didin ber Mezargeha Şêbilqasim û hêviyên xwe jê dikin.

Vê carê oldar, serokeşîr, rûspiyên Êzidiyan tevî dayîkan, endamên TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê  miraza di dilê wande ku azadiya Rêber Ocalane, bi hêviya pêkanîna vê mirazê berê xwe dan ber Mezargeha Şêbilqasim û bi hêviya azadiya Rêber Ocalan berê xwe dan rojê, destê xwe bilindkirin û hêviya xwe bi awayeke komî anîn ziman.

Di dûaya xwede dayê Xoxê Cindî ev hêvî anjî dûa kir: “Dîrokê de me gelek cara hêviyên xwe ji Şêbilqasim kirine, Şêbilqasim hêviyên keç û xorta, kesên di girtîgehan de pêk anîne û gelek kes ji zehmetiya rizgarkirine. Em ev kesên amade bi navê civaka Êzidî wê hêviyê ji xwedanê vê Qubê ji Şebilqasim dikin, van dergeh û dîwane, hêvî û daxwaz ji Dayê Zero ya Koçek dikin, bi hawara Rêbertî ve biçin û serokatî ji nava heps û zîndanê derxin. Ji ber ku kesê bi fikrê rêbertî di meşiyan ji bo gelê me gelek zehmetî dîtine, em jî wê zehmetiyê ji bîr nakin û emê herdem bi hêviya azadiya Rêbertî dûayê bikin.”

Hevserokê Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê Nayîf Şemo jî bi van dûaya hêviyên xwe ji Şêbilqasim kir: “Em îro hatine li ser vê axa pîroz li hev kom bûne, em hêvî û daxwaza xwe ji Xwedê û Şêbilqasim dikin, deriyekî xêrê li Rêberê me veke û wî ji nava çar dîwaran rizgar bike.”

Piştî dûaya komî hate kirin û xelk hêvî û daxwaza xwe sipartin xwedê.

ŞENGAL/ROJNEWS

 

Show More
Back to top button