‘Pirsgirêk bi operasyonê çareser nabin’

Berpirsê Têkîliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ji Rojnews re axivî û got, “Em naxwazin li Şengalê alozî derkevin, em didin diyarkirin ku wê ev pirsgirêk bi operasyonên leşkerî neyên çareserkirin”

Faris Herbo li ser rojeva Şengalê axivî û hin planên giriİng yên hikûmeta Îraqê, li ser Rêveberiya Xweser û civaka Êzidî eşkere kir. Herbo da zanîn Îraq naxwaze bi diyalogê mesela Şengalê çareser bike û ji bo wê jî gefan dixwe ku hêzê bi kar bîne. Herbo got ku ew raya giştî li ser rûdanên li Şengalê jî agahdar dike, ji bo ku bi rengekî lezgîn hemî dostên gelê Êzidî û saziyên navnetewî mûdaxeleyî rewşa Şengalê bikin.

Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Faris Herbo ji bo cejna Newrozê jî pîrozbahî li tevahiya gelê Kurd kir û got, ”Em bi hêvî ne ku ev cejin bibe wesîleya pêkvejiyan, aştî û aramiyê.”

Li ser pîrozbahiya Newroza li Şengalê jî Herbo da diyarkirin ku salên borî, li Şengalê bi awayekî girseyî û dilekî xweş cejina Newrozê dihate pîrozkirin lê îsal ji ber nêzîkatiyên hikûmeta Iraqê û astengiyan, her wiha girtina hin rêyên sereke, wê îsal bi coş li Şengalê Newroz neyê pîrozkirin.

Li ser rewşa Şengalê û hewildanên Iraqê ji bo pêkanîna peymana PDK’ê û Mistefa Kazimî Herbo bal kişande ser rewşa Şengalê a beriya peymanê û wiha pêde çû, ”Beriya ev peyman li ser Şengalê were îmzakirin gelê Şengalê bi ewlehî dijiya. Taybet di meşa Adar û Nîsanê de gelê me pêl bi pêl berê xwe didan ser axa xwe û Şengalê ji nû ve ava dikirin. Hêzên parastinê ji bo parastin ewlekariya herêmê di nava têkîliyan de bûn û bi giştî rewşa Şengalê baş bû lê mixabin piştî îmzakirina Peymana Hewlêr û Bexdayê roj bi roj rewşa Şengalê ber bi xirabûnê ve diçe. Li Şengalê problemên ewlekarî û îdareyî derdikevin. Ji ber ev peyman bê raya gelê Şengalê û xwediyê Şengalê hatiye îmzakirin. Ev tifaqî di serî de ji aliyê gelê Êzidî ve ku çiyayê Şengalê parastin û li ber xwe dane her wiha raya Civaka Êzidî û dostên wan bi giştî jî nehatiye girtin lewra heya negihe ji aliyê me ve nehatiya qebûlkirin.”

Di dewama axaftina xwede Berpirsê Têkliyên Rêveberiya Xweser a Şengalê Herbo got : “Ev peyman wisa bi nav kirin ku ji bo başkirina rewşa ewlekarî, îdareyî û xizmetguzariyê. Eger Iraq li van xalan digere karî bê îmzakirina peymanê jî bi me re van kar û xebatan bida meşandin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî eger rast e bi vegera koçberan re ye, dikarî rê li ber xelkê veke û wê gelê me vegeriyaba ser axa xwe. Di aliyê ewlekarî de jî pêwîstiya Şengalê bi tu peymanan nebû. Di vir de diyar e ku îmzakirina peymanê ne tenê di navbera Hewlêr û Bexdayê de ye, ev peyman ji hin alî û welatên ku xwedî fikrekî radîkalin derketiya û dixwazin pêk bînin. Ev plana ku niha dixwazin pêk bînin sala 2014’an bi navekî din û hin welatên din dixwestin pêk bînin. Em wek beşa têkiliyan di nava va 5 mehan de bi gelek aliyê di nava hikûmetê de bi aliyên siyasî sefaretên welatan re hevdîtin hatin kirin û xwesteka xwe û projeya çareseriyê me pêşkêş kir. Tevahiya aliyên ku me bi wan re hevdîtin pêk anîne ne bi vê peymanê re bûn û piştgiriya xwe ji daxwazên gelê Êzidî re didan xuyakirin. Gelê me jî ji roja ku peyman hatiye îmzekirin heya îro di nava berxwedanî, çalakiyên demokratîk de ye, bi hemû şêwazên aştiyane hewil daye ku îrada wan bête naskirin û daxwazên wan bêna pêkanin.”

Herbo bi berdewamiya nirxandinên xwede wiha got: “Ji tevahiya alî û hikûmeta Iraqê re me daye diyarkirin ku çareserkirina pirsgirêkan li Şengalê pêwîst e bi awayekî siyasî û diyalogê bête çareserkirin. Ev pirsgirêk bi operasyonên leşkerî nayên çareserkirin. Me ji Iraqê re daye zanîn ku projeya ku em li ser kar dikin di destûrê bingehn a Iraqê de heye, ne ku projeyeke me ji xwe daye avakirin û ne qanûnî ye. Madeyên ku di destûrê Iraqê de hene em li ser esasê wan bendên destûrî kar dikin mafê her civakekê heye xwe bi xwe birêve bibe û parastina xwe bike. Li ser vî esasî me proja çareseriyê bi fermî daye Iraqê lê mixabin di vir de diyar dibe Iraq ne bi wê reyê re ku ev pirsgirêk bi diyalogê bête çareserkirin û bi me re danûstandinê bike.”

Herbo wiha pêde çû:” Niha dîtinek wisa derdikeve ku Iraq tiştê heyî naxwaze, wisa diyar dibe ku Iraqê dixwaze bêje spas heya vir we li ber xwe da û axa Şengalê parast lê ji îro û şûn de ti karê me bi we nîne û em li vir in. Destkeftiyên gelê me şehîdên me dane û keda me tine bête hesibandin, zehmeta ku ev pirsgirêk bêne çareserkirin. Li ser vî esasî û bi vê çarçoveyê hevdîtin û hewldanên me heya astekî hatin kirin û gelek kar û xebat hati meşandin. Ji 7’ê adarê û vir ve hin pirsgirêkên derketin, ew zexta wan a li ser Gelê Şengalê zêdetir bû xalên xwe yên leşkerî li hin cihan zêde kirin. Em jî bi berpirsên leşkerî yên Şengal û rojavayê Mûsilê re keti nav têkîliyan û gelek hevdîtin hatine kirin , heya 13’ê Adarê. Van berpirsan bi awayekî wisa nîqaşkirin xwestin ku gelê me bitirsînin, gefên girtin, kuştin û bikaranîna hêzê kirin.”

Herbo bal kişand ser nerazîbûna xelkê me li hemberî vê nêzîkatiyê û wiha domand: “Li ser berxwedaniya gel li 15’ê Adarê şandeyek payebilind ê leşkerî ji Iraqê hat û bi me re rûnişt. Ti kesekî siyasî di nava wan de nebû belku tevahî berbirsên ewlekariyê bûn. Ji bo wan jî bi berfirehî bi diyalogê me daxwaza xwe û projeya xwe ji wan re jî pêşkêş kir. Di vir de diyar bû ku ew naxwazin bi diyalogê ev yek bête çareserkrin, eger ji bo çareseriyê hatibana wê hin ji berpirsên îdareyî jî li gel wan bûna. Di wir de wisa dan diyarkirin ku ew ê van meseleyan bi serokwezîr re nîqaş bikin û bigehêjin çareseriyê. Mixabin hîna hefteyek li ser wê hevdîtinê re derbas nebuyî Iraqê hêzên xwe zêde kirin, gelek rê girtin, ev yek jî gumanê ji xelkê Şengalê re çêdike ku di demê pêş de alozî derkevin. Hebûna me û mafê me yê rewa, xwesteka gelê me Iraq tehemûlî wan nake, ev tiştên li Şengalê ku ji aliyê beşek ji artêşa Iraqê ve tê kirin bi serpariştiya Kazimî ne, belku ne siyaseta giştî a hikûmeta Îraqê ya. Hin kes û alî ji bo berjewendiyên xwe û hin welatan hewqas zextê li ser Şengalê dikin em di wê baweriyê de ne, ev plan û zextên li ser Şengalê wê ji aliyê gelê me ve neyên qebûlkirin.”

Herbo herî dawî wiha got: “Em gelê xwe û dostên xwe her wiha raya giştî û saziyên navnetewî hişyar dikin ku em naxwazin li Şengalê alozî derkevin, em didin diyarkirin ku wê ev pirsgirêk bi operasyonên leşkerî neyên çareserkirin. Niha xetereyek û zextekî mezin ji aliyê hêzên artêşa Iraqê ve li ser Şengalê heye, ku Mistefa Kazimî serperiştiya wê dike. Em tevhiya gelê xwe, kes û aliyên demokratîk hişyar dikin ku Şengalê di xeteriyê deye û pêwîste bi awayekî lezgîn zext li ser Mistefa Kazimî bête kirin da ku dawî bi van gef û aloziyên li ser Şengalê bîne. Eger şerek çêbibe wê qet nekeve xizmeta Iraqê û tevahiya navçeyê.”

ÇAVKANÎ: ÎBRAHÎM ÊZİDÎ-ŞENGAL-ROJNEWS

Show More
Back to top button