“Jinên Êzidî dê li dijî planan têbikoşin û nehêlin keda zarokên wan li tewşê biçe”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Komelgeha Borikê ya girêdayî Navçeya Sînûnê Meyan Şengalî li ser êrîş û planên li ser civaka Êzidî axivî û diyar kir ku ew weke jinên Êzidî li dijî planên dewleta tirk artêşa hikumeta Kazimî û PDK’ê her dem xwedî helwest in.

Şengal-Civaka Şengalê li dijî plan û êrîşên li ser Şengalê tên meşandin 7 sal in têdikoşin sembol û pêşengên vê tekoşînê jî jinên Şengalê ne. Jinên Şengalê yên ku ji fermanê rizgar bûne 7 sal in ji bo avakirina sazî û dezgehên civaka xwe, ji bo avakirina hêzên xwe yên parastinê xwedî kedeke pir mezin in. Jinên ku bi ked û xwêdana xwe dikaribûne warê xwe Şengalê ji nû ve vegerînin warê aramiyê û bi rêxistinbûna xwe. Êzidiyên ku xwedî baweriya herî kevnar a mirovahiyê ne di vî warî de bi awayekî azad bijîn îro jî li dijî plan û peymanên li ser bawerî û civaka xwe xwedî helwesta tekoşînê ne. Jinên Şengalê dibêjin: “Em ê tu carî serî li dijî dijminên civaka xwe netewînin. Berdêl çi dibe bila bibe em ê her dem ji bo Şengala azad û xweser têbikoşin.”

Hevseroka Mecila Giştî ya Komelgeha Borikê ya girêdayî Navçeya Sînûnê Meyan Şengalî qala êrîş û planên li ser Şengalê kir û got artêşa hikumeta Kazimî û PDK bi hev re li ser Şengalê piştî şerê li Komelgeha Dugurê û navçeya Sînunê şerê taybet didin meşandin û di vî şerî de jî tenê pêşengên civakê tên hedefgirtin û got: “Piştî şerê 1’ê Gulanê artêşa hikumeta Kazimî fermandarên Hêzên Parastina Şengalê Tirêş Şengalî bi hinceta terorîst e xistin rojevê lê di rastiya xwe de ev şerê ku didin meşandin li ser tevahî hêzên parastina Şengalê ye û hewldana tunekirina hêzên parastina Êzidîxanê dixwazin Êzidayetiyê tune bikin.”

“Hevkarên peymanê rê ji fermanê re vedikin”

Meyan Şengalî li ser êrîşên hikumeta Kazimî jî nirxand kir û got ku li Şengalê hikumeta Kazimî bi hevkariya xwe û dewleta tirk û PDK’ê tenê derî ji fermanek nû re vedike û wiha pêde çû: “Hikumeta Iraqê ewqas terorîst li ser axa Başûrê Kurdistanê û Iraqê hene lê hesab ji wan napirse li pêş çavên me tevan wan derbasî ser axa Iraqê dike û  bi rehetî ew bi malatên xwe re tevdigerin. Ger artêşa hikumeta Kazimî li dijî terorê be bila wan bidarizîne û ji bo careke din ferman çênebe bihêle ku civaka Êzidî parastina xwe qewî bike. Lê tişta ku niha Kazimî dike dibe sedem ku heya dawiyê derî ji fermanê re veke. Parastina Êzidîxanê her kes dizane ku ji bo zarokên Êzidîxanê ye lê ew dikin hincet ev ne rast e ew çi bikin bila bikin em weke civaka Êzidî dev ji daxwazên xwe û armancên xwe bernadin zarokên me parastina gelê xwe dikin parastina Êzidîxana xwe dikin zarokên me fedaiyên Tawisê Melek in.”

“Ji derveyî zarokên xwe em ji kesek bawer nakin”

Hevseroka Meclisa Komelgeha Borikê Dayê Meyan Şengalî di berdewamiya gotinên xwe de got ku bila her kes bizanibe dewleta tirk, artêşa hikumeta Kazimî û PDK di êrîşên xwe de bi ser neketine ji bo wê ye ku dest bi êrîşên şerê taybet kirine û wiha pêde çu: “Piştî fermanê û heya niha dewleta tirk êrîşê me dike lê bi ser neket ji bo bi ser bikeve vê carê PDK û hikumeta Kazimî xistiye meriyetê û êrîşê civakê û zarokên me dike lê careke din dît ku bi ser nakeve. Wan dixwest bi van êrîşan asayişa Êzidîxanê û hêzên me yên YBŞ û YJŞ’ê tune bikin û gel jî ji Şengalê derbixin lê nikaribûn vê carê bi şerê taybet dixwazin di nava civakê de tevliheviyan derbixin. Bila bizanin wê careke din jî ew bi ser nekevin ji ber me fermanek dît û em dizanin ku tenê zarokên me dikarin parastina me bikin. Ji bo wê ji derveyî zarokên xwe em bi tu kesê bawer nakin.”

“Ji bo xweseriyê em ê têkoşîna xwe bidomînin”

Meyan Şengal di berdewamiya gotinên xwe de daxwazên civaka Êzidî bi van hevokan anî ziman: “Ger di fermanê de ewqas hêzên xwe tang û topên xwe anîbûna Şengalê wê ferman ewqas bi zirar nebûya lê piştî ku me Şengala xwe bi ked û xwêdana zarokên xwe ava kir nû bi xwe hesiyan û her dever kirin cihê artêşa xwe. Niha li her deverê Şengalê cehşên Iraqê hene, em vê yeke dixwazin bila hebin lê divê asayişa me jî bimîne, ji ber ku em bi wan ne bawer in, civaka me tev dizane ger ku êrişek çêbibe wê hêzên wan di nava 10 deqeyan de Şengalê vala bikin bêyî ku tiliya yekê xwîn bibe lê zarokên me dê me biparêzin. Em daxwaz dikin ku hikumeta Iraqê jî artêşa xwe ji nava gundên me derbixe bila biçe sînorên xwe yên ku DAIŞ’î tê de bi rehetî digerin saxlem bike.”

“Bi hêza xwe em ê dawiya fermanan bînin”

Hevseroka Meclisa Giştî ya Komelgeha Borikê ya girêdayî Navçeya Sînûnê Meyan Şengalî di dawiya gotinên xwe de bang li civaka Êzidî kir û got: “Bila civaka me li hemberî êrîşan şiyar be. Divê em ji bo parastina axa xwe, bawerî û çanda xwe her tişît bidin ber çavên xwe. Em weke jinên Şengalê amade ne her dem ji bo parastina baweriya xwe li ser lingan bin. Êzidîxan bi saya şehîdan hatiye avakirin, bi saya zarokên me hatiye avakirin erka me jî xwedîderketina li zarokên me ye. Ji ber dawiya fermanan encex bi xweparastinê pêkan e. Em ê hêzên xwe yên parastina Êzidîxanê bihêz bikin û rê nedin planên tunekirina hêzên xwe.”

EVÎN ZENDA-NÛJINHA

Show More
Back to top button