Fermana ku li serê jinên Ezidî rabû û piştî wê – 1

Di 3’ê Tebaxa 2014’an de li dijî civaka Ezidî fermana 74’an pêk hat. Di van rojên ku çend roj maye ji heştemîn salvegera fermanê re; em der barê fermanê û berxwedana piştî wê de bi endama koordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Riham Hico re axivîn.

Şengal – Nîvê sedsalek ji bo Kurd û Êzidiyan bi qetliaman derbas bû. Nîvê sedsalê yê din jî Kurd, ji ber nasnameya xwe ya neteweyî rastî qetliam û qirkirinê hatin. Êzidî jî di nîvê sedsalê de bê Kurd û mixabin gelek caran jî Kurdan li dijî xwe dîtin, bi fermanên li dijî baweriya xwe re rû bi rû man û heta îro li ber xwe dan. Dîroka ku bi qetliaman dagirtîbû, ji der ve de cuda xuya bike jî hesabên wan yek bû. Bi qetlîam û qirkirinê armanc ew bû ku bawerî û nasnameya neteweyî ya gelekî ji holê were rakirin, an jî entegreyî pergalê werin kirin. Çarenûna Êzidî û Kurdan bi jinan re bû yek. Di hemû qetlîam û êrîşên qirkirinê de destpêkê jinan bedel da. Jinên vê xaka ku qirkirin li ser hatî kirin, bûne belge û şahidên van qirkirinan.

Endama koordînasyona Tevgera Azadîya Jinên Êzidî (TAJÊ) Riham Hico li ser fermanên ku hatine serê gelê Êzidî wiha dibêje:

“Dîroka me ya bi ferman û êşan dagirtî heye. Dîrokeke bi êşan dagirtî ya civaka Ezidî heye. Yên ji derveyî me dixwazîn bila tiştên hatine serê Êzidiyan bibêjin an jî nebêjin, em dizanin me çi dîtiye û em ê her dem tiştên hatine serê me vebêjin.

Tiştên me li van axan jiya, ji yên zarokên cîhanê cudatir in. Çîrok û lorîkên me hemû li ser fermanan bûn. Dayikan ji bo zarokên xwe bikin xewê, lorîkên bi zêmar ji wan re digotin û zarokên di hembêza xwe de wisa radizandin. Me hemû ji dayikên xwe li lorîkên bi zêmar guhdarî kir. Zêmara ku dema dayika min xwişka min radizand digot tu carî ji bîr nakim û îro ez jî zaroka xwe bi heman zêmarê radizînim.

Di çîrokên ku dihatin gotin de, ligel êşan, berxwedan jî dihat vegotin. Ferman û berxwedan bi hev re derbas bûn li van axan, em şopa her duyan jî bi xwe re dihewînin. Êzidiyan, tevî hemû fermanên ku li serê wan hatin rakirin jî tu carî serê xwe netewandin.

Dîroka me, bi çîrokên ku mezinan ji me re digotin, zindî ma. Di çîrokan de behsa fermanan û tiştên ku ji dest çûne dihatin kirin. Digotin ku gundên Êzidiyan hatine talankirin, şewitandin, jin û zarok wekî xenîmetên şer hatine dîtin û revandin. Bi kurtasî her ferman ji me gelek tiştan bir. Şahidên fermanên berê tunebûn yan jî hebûn lê bêdeng diman. Cara pêşîn e hemû cîhan bi fermana dawî ya li serê me hat rakirin pêhesiya. Fermana 74’an wekî temamiya hemû fermanan bû. Me di fermana dawî de dît ku hedefa hemû fermanan jî yên ferman li serê me radikirin heman bû. Tenê di navbera şert û mercên pêvajoyan de cudahî hebû. Yan na em dikarin bibêjin ku rêbazên wan heman bûn, talankirina gundan, kuştina mêran û revandina jin û zarokan. Di fermana dawî de jî heman tişt hatin kirin. Jixwe dîroka me ya nivîskî tune ye, ên ferman li serê me rakirin, li gorî xwe, ji bo me dîrokek nivîsandin û ev dîrok ne ya me, ya wan e.”

*Li gorî belgeyên fermî civaka Ezidî rastî 73 an jî 74 fermanan hatiye.

*Tê zanîn ku di arşîvên veşartî yên Osmaniyan de belgeyên ji 150 zêdetir fermanan hene.  

*Ji derveyî Osmaniyan, dema ku fermanên ji aliyê Sefewî, mîrên Kurd û Ereban ve hatine rakirin werin hesabkirin, hejmara fermanan dibe 196.

*Civaka Êzidi li dijî hemû fermanan li ber xwe daye. Bi şerê xwe du car heta Mûsilê çûne carek jî ketine Şam û Helebê.

*Ji bo baweriya Êzdayetiyê biparêzin heta 630-1918’an li ber xwe dane. Ji sedî 90 Êzidiyan, bi zora Osmanî û Sefewiyan bûne misilman.

*Fermanên ku hatine rakirin, ji sînorê Azerbaycanê yê niha heta Ermenistan, Şam û Helebê, dest pê kirine hemû Kurdistanê girtine nava xwe.

Riham Hico got ku pênaseya “Dîroka qetliaman a bi qirkirinê derbas bû di heman demê de dîroka jinên Êzidî ye” û wiha behsa fermana li serê jinên Êzidî rabûye kir:

“Yên di fermanan de êşên mezin kişandin jin bûn. Jinên Êzidî wekî xenîmetên şer hatin firotin, yên rind pêşkêşê padîşahan hatin kirin, yên ku rind nebûn û extiyar bûn jî di qesran de wekî xizmetkar hatin xebitandin. Di fermana dawî de jî jinên Êzidî heman tiştî jiyan.

Lê di heman demê di her fermanê de, berxwedana jinên Êzidî bi pêş ket, di fermana dawî de mînakên vê yekê hene. Di fermanan de berxwedana jinên Êzidî bûn destan. Mînak; Zerîfa Osê, dema ku Osmanî berê xwe didin Şengalê, diçin nêzî gundê Bekira, gel li dijî Osmaniyan bi rêxistin dike û radibin serhildanê. Wekî vê bi dehan mînak hene.

Her wiha di hemû fermanan de îradeya jinên Êzidî bû hedef û xwestin di civakê de pozîsyona wan tune bikin. Ji ber wê yekê jin di civaka Êzidî de di bin navê namûs û baweriyê de hepsê malan hatin kirin. Beriya fermana 74’an jin bê têkilî bûn, têkiliyên wan ên civakî tunebûn, ji derveyî bexçeyên malên xwe cihekî din nedidîtin. Jin di malan de kor, ker û bê ziman man. Dema ku ferman rabû, nizanibûn dê di kîjan riyan de birevin. Jinên Êzidî jixwe di nava buhranê de bûn, îcar di ser de jî fermanê dîtin. Bêguman tevî her tiştî teslîmetê red kirin, ji bo nekevin destên dijmin xwe ji zinaran avêtin, bi rêbazên din dawî li jiyana xwe anîn. Ji aliyê bedenî û ruhî ve tu carî teslîm nebûn. Rêbaza xweparastina li dijî fermanan ev bû. Di fermana dawî de jî jinan bi heman rêbazê ji bo xwe biparêzin hewl dan.

Mînak; şehîd Cîlan hebû. Cîlan keçeke ciwan a Ezidî bû, ketibû destên DAIŞ’ê. Ji bo ku ji aliyê DAIŞ’ê ve neyê firotin û ji baweriya xwe neyê dûrxistin qevdên destên xwe birî û dawî li jiyana xwe anî. Bi dehan jinên Êzidî yên ketin destên DAIŞ’ê, tevî ku zewicandî nebûn jî gotin ku zewicandî ne, gelek jinan jî ji bo keçên ciwan nebin zarokên xwe dan wan keçên ciwan da ku bibêjin qey zarokên wan e û bi wî rengî hewl dan xwe biparêzin.

Di destên gelek jinan de çek hebûn lê ji ber ku nizanibûn bi kar bînin nikaribûn xwe bi wan biparêzin. Tirs û zilma ku ji ber fermanan çêbûbû, bûbû sedema hepskirina jinan loma jî jin heta tu bibêjî bêparastin mabûn. Jinan bi rêbazên xwe hewl dan xwe ji fermanan biparêzin.”

Rêxistinbûna cara yekem bi TEVDA’yê

Rola jinên Ezidî, di baweriya Êzdayetiyê de mezin e. Her çendî bi fermanan, ji mafên xwe bêpar mabin jî dizanibûn ku cehwerê wan wisa nîn e. Ji ber ku dizanibûn cewherê wan ji tiştên dijîn pir cuda ye, ji guherînê re vekirîbûn. Me behsa aliyê bi êş ê fermana 3’ê Tebaxê kir, di esasê xwe de bi salan e em behs dikin. Di vê mijarê de her mal wekî çîrokek fermanê ye. Her wiha di fermana 74’an de bi berxwedana jinan ligel êşan gelek pêşketin jî çêbûn.

TEVDA beriya fermanê hat avakirin û rêxistinbûneke giştî bû. Haya TEVDA’yê ji DAIŞ’ê hebû û li ser pêşdîtîna Rêber Apo, dizanibû ku dê li Şengalê ferman were rakirin an jî êrîş çêbibin. TEVDA’yê pêşdîtina Rêber Apo li Şengalê ji gel re vegot û ji bo tedbîr werin girtin, dest bi xebatên ji bo teşwîqkirina gel kir. Hinek kesan ji vê yekê bawer kirin lê hinek bawer nekir. TEVDA dizanibû ku divê civak xwe bi rêxistin bike û mal bi mal, gund bi gund geriya, gel hişyar kir. Heta niha jî gelek malbat behsa xebatên TEVDA’yê yên wê demê dikin. Di nava TEVDA’yê de komîteya jinan hebû. Ji ber qalibên nava civakê destûr nedihat dayîn ku jin di xebatên siyasî de cihê xwe bigrin. Ji ber wê, komîteya ku hatibû avakirin destpêkê zehmetiyan kişand lê li dijî ferasetên heyî têkoşiya. Xebata ku Tevdayê dimeşand feydeyek mezin çêkir, di fermanê de bi hezaran mirov reviyan derveyê Şengalê, lê malbatên ku di bin banê Tevdayê de xwe bi rêxistin kiribûn dest ji çiyayên Şengalê bernedan. Pêşengiya vê yekê şehîd Seîd û malbatên li derdora wê kom bûbûn kirin û bi saya bi hezaran Êzidiyên ku xwe spartibûn çiyayên Şengalê, berxwedan mezin bû û Şengal bin neket.

TEVDA’yê rê nîşanî HPG-YJA-Star’ê da. Di dema fermanê de têkiliya Şengalê bi derve re ava kir, destek û alîkarî anî, rê nîşanî gerîlayan da.

*Di 20’ê Nîsana 2004’de di kongreya ku li Mûsilê hat lidarxistin de Tevgera Demokrasî û Azadîyê (TEVDA) hat îlankirin.

*Şehîd Seîd Hesen ji bo serokatiya wê hat hilbijartin.

*Di sala 2017’an de kongreya xwe ya duyemîn li dar xist û navê xwe kir Partiya Azadiya Demokrasiya Êzidî. (PADÊ)

*Pergala hevserokatiyê hat pejirandin. Şehîd Seîd Hesen û Zehra Îsmaîl bûn hevserokên wê.

*Di sala 2017’an de ji aliyê dewleta Iraq ve bi awayê fermî hat pejirandin.

Tolhildana dîrokî: YJŞ

Piştî ku korîdora mirovî hat vekirin, hêzên HPG-YJA-Star û YPG-YPJ’ê, ji bo parastina gel berê xwe dan çiyayên Şengalê. Her wiha bi hezaran mirovên ku di korîdorên mirovî de derbas bûn li kampa Newroz a li Rojava hatin bicihkirin û li kampê bi dehan jinên ciwan, gotin ku dixwazin tevli YPJ-YJA-Star’ê bibin, daxwaza wan pêk hat û ji bo parastinê berê xwe dan çiyayên Şengalê. Vê pêngava jinên Êzidî, ji bo avakirina hêzên parastina jinên Êzidî bû gava yekem. Jinên Êzidî, ji hêza ku ji bo rizgariya wan çûbû hawara wan cesaret girtin bûn xwedî fikir û xwe bi rêxistin kirin, bi vî awayî YJŞ (Yekîneyên Jinên Şengalê) hat birêxistinkirin. Hêzên YJŞ’ê, ji bo ku di şerê li Şengalê de DAIŞ’ê têk bibin û her wiha tola jinên Êzidî bigrin tevli şerê Reqa û Tebqayê jî bûn.

Ne tenê jinên ciwan, di heman demê de dayik û gelek jinên Êzidî di warê xweparastinê de xwe bi pêş xistin. Îro hem li Şengalê hem jî li derveyî Şengalê li dijî her êrîşa li dijî jinan, dikarin xwe biparêzin û jin hînî xweparastinê bûn.

*Di sala 2014’an de HPG-YJA-Star, YPG-YPJ’ê bi hatina Şengalê jinên Êzidî di ware parastinê de bi rêxistin kirin.

*2015 Yekîneyên Parastina Jinan – Şengal (YPJ-Şengal) hat avakirin.

*Jinên Êzidî di Sibata 2016’an de ji bo bersiva îxanet û komployê kongreya xwe ya yekemîn a parastinê li dar xist. Di encana kongreyê de Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) hat avakirin.

*Şehîd Bêrîvan Şengalî a yekem e ku beşdar bûye û şehîda destpêkê ye.

SITÎ ROZ

Show More
Back to top button