YJŞ’ê bi peyamekê konferansa Zapatîstayê silav kir

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi peyamekê salvegera 30'yemîn a Serhildana Zapatîstayê silav kir û wiha got: "Em weke parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Gelên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin."

Bi boneya 30. salvegera Serhildana Zapatîstayê li Chiapas konferansek giştî hat lidarxistin. Chiapas yek ji herêmên herî xizan ên Meksîkayê ye. Beriya 30 salan gelê xwecihî yê herêma Chiapas li hemberî dewletê rabû serhildanê. Hêza xwe ya leşkerî ava kir û di nava wê hêzê de jinan cih girtin. Li dijî bandora kapîtalîzmê ya li ser xwecihiyên herêmê û dagirkirina hukumeta Meksîkayê ya li ser axa xwecihiyan serî hildan.

Konferansê 1’ê Çileyê destpê kir û heta hefteyekî domiya. Konferansa ku ji aliyê Rêxistina Civaka Zapatîsta û Rêxistina wan a leşkerî Hêza Rizgariya Neteweyî ya Zapatîstayê (EZLN) ve hat lidarxistin ji 20 welatan beşdarî çêbû. Di konferansê de salvegera serhildanê hat bibîranîn û daxwaza avakirina pergala rêxistinî derket pêş.

Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi peyamekê salvegera 30. a serhildana Zapatîstayê silav kir û got: “Em weke parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Gelên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin.”

Peyama Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) şunları yaptı:

“Em destpêkê silav û rêzên xwe ji bo we pêşkêş dikin. Hemû kesên ku di Serhildana Zapatîstayê de ji bo rûmeta xwe canê xwe feda kirine û şehîd ketine bi bîr tînin.

Em wek parazvanên Şengalê kombûna we pir girîng û bi wate dibînin. Gelên ku ji bo hebûn û azadiya xwe têdikoşin pir bi rûmet dibînin. Ji bo têkoşînek encamgir tişta sereke, xwe bi rêxistin kirin û xwe parastin e. Em dizanin ku gel û jinên Zapatîstayê li hemberî êrişên li ser xwe, beriya 40 salan ji bo parastina xwe hêza xwe ava kirin her wiha beriya 30 salan rêxistina Zapatîstayê ava kirine. Em van salvegerên dîrokî bi bîr tînin û gelê Zapatîstayê silav dikin.

‘Her dem jin dibin hedef’

Di hemû êrişan de ya her dem dibe hedef jin e. Me jinên Êzidî ev yek dît. Di sala 2014’an de dema çeteyên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, di şexsê jinên Êzidî de xwestin civaka Êzidî qir bikin. Di fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hezaran jin û mirovên Êzidî dîl ketin destên çeteyên DAIŞ’ê. Heya roja îro çarenûsa bi hezaran jin û mirovên Êzidî nayê zanîn. Dema fermanê gel û jinên Êzidî ne xwediyên wê hêz, îrade û rêxistinê bûn ku xwe biparêzin. Lê piştî fermanê jin û civaka Êzidî xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê YJŞ-YBŞ ava kirin.

‘Ramanên Rêber Apo çareserî ye’

Jin û civaka Êzidî li ser fikir û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Öcalan xwe bi rêxistin kirin û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Me weke civaka Êzidî xilasiya xwe di vê fikir û felsefeya azadiyê de dît û me ji bo xwe kir esasê rêxistinkirinê. Heya niha jî em li ser vê fikrên roj bi roj rêxistina xwe xurtir dikin. Li dijî dagirkerî, êriş, talana li ser xwezayê, şîdeta dewlet û zilam em bi hev re têkoşîna hevbeş ji bo jiyana bi edalet, parastina xwezayê, parastina mafên gel û jinan bidin meşandin û xurt bikin.

Em di wê baweriyê de ne ku wê bi felsefeya Jin Jiyan Azadî dawî li hişmendiya baviksalarî were û jiyana azad û demokratîk pêk were. Em careke din konferansa we silav û pîroz dikin, serkeftinê dixwazin.

‘Bijî yekitiya gelan’, ‘Bijî tevgerên azadî’, ‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘El pueblo unîdo xamas zera vensido’.”

NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button