Gundê me ji her deverê xweştire

Me weke ekîpa Radyo Dengê Çira Şengalê berê xwe da gûndê Tilbenat û bûn mêvanên xelkê xwe yê ji qampên başûrê Kurdistanê hatine ser warê xwe

 

Gundê Til Benat ji wan gundên ku li hemberî fermana 2014’an li berxwedan û xwe kirin mertal ji bo xelkê xwe biparêzin. Her roja ku derbas dibe jî xelkê Til Benat vedigere ser cih û warê xwe. Yek van jî Dayê Gûzê ye.

Me navber da gera xwe ya nav gund û em bûn mêvanê dayîka Gûzê Xelef. Mala dayê Guzê yek ji wan malbata ye ku ev demekê vegeriya ser axa xwe û wiha kêfxweşiya xwe bi me re parve dike: “ Di serî de em bi xêrhatina Qenala we dikin û we ji bo me ev derfet avakir da ku em jiyana vê derê bi xelkê xwe yê derveyê Şengalê re parve bikin. Jiyana me li Til Benat gelek xweşe ne weke ku mirov ji dervey cih û warê xwe jiyan bike. Dema fermanê jî me bazda em çûn Xankê lê ti dever weke gundê me xweş nîne. Ruxmî her tiştê û xedemat jî kêmin lê dîsa jî her derê xweştire.”

Dayê Gûzê wiha qala fermanê kir: “ Dema ku fermanê rabuye ez jî li vê derê bûm. Beriya ku fermanê bi ser me de bînin bi hefteyekî her dem ji dûr de êrîşî me dikirin. Piştre ferman bi ser me de anîn em jî wê demê bazdan çûn çiya û pişt wê em çûn Başûrê Kurdistanê. Li wê derê jî kesî ji bo me xedemat ne dida û alîkariya me jî ne dihate kirin. Ji ber wê jî me ji xwe re malekî îcar kir û me bi terfetên xwe yê kêm jiyana xwe diborand. Heta ku rê vebu û em hatin ser cih û warê xwe.
Dayê Gûzê Xelef bi van gotinan dawî li gotinên xwe anî: “Em niha hatine gundê xwe û ji bo me ji her derê xweştire jî. Me li vê derê mala xwe ji nû de avakir û em li vê derê bi emanekî mezin jiyan dikin. Em banga li hemû xelkê xwe yê dervey Şengalê dikin ku vegerin ser axa xwe. Yê ku dibêje li vê derê nexweşî heye ne wisa ye û gundên me ji her derê xweştire. Ji bo wê hêvîdikin her kes vegere ser cih û warê xwe.”

Radyo Dengê Çira Şengal-Şengal

Show More
Back to top button