‘PDK li dijî xeta têkoşîna azade’ 

Heveroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed û endama RJAK’ê Soma Ferhad li ser binçavkirina endamên RJAK ên ji aliyê PDK’ê ve gotin; “PDK li hemberî hemû hewldanên dijî dewleta Tirk tên kirin, astenge. Ya ku PDK dike dijî mafê mirovane, divê di demek zû de jinên hatine binçavkirin, werin berdan.”

Bi boneya salvegera 7.emîn a fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, şandeyek Rêxistina Jinên Azad yên Kurdistanê (RJAK), serdana Şengalê kir. Endamên şandeyê ku ji meclîsa RJAK’ê Xewla Mihemed Hesen û Ciwana Ebdulbaqî, endama RJAK’ê Seyran Ehmed Hesen pêk tê, dema ji Şengalê vedigeriyan, di ketina Hewlêrê de ji aliyê asayîşa PDK’ê ya Kelek ve hatin binçavkirin.

Ev 5 roje aqûbeta endamên RJAK’ê ên ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin, nayê zanîn. Derbarê mijarê de Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê û endama RJAK’ê Soma Ferhad ji Rojnews re axivîn.

Hevseroka Tevgera Azadî ya Herêma Silêmaniyê Şehên Mihemed destpêkê ragihand ku rêxistina RJAK, rêxistineke ku li ser asta Iraqê fermiye û wiha pêde çû; “Ya ku PDK dike, dijî mafê mirovane û divê barê de jî zengek metirsîdare. PDK li hemberî xeta têkoşîna azad, xwedî pîlan û stratejiya dewleta Tirke. PDK di heman demê li hemberî hemû hewldanên dijî Tirkiyeyê tên kirin jî dibe asteng.”Şehên di dewamê de diyarir ku girtina endamên RJAK jî di çarçoveya peywendiyên di navbera deweta Tirk de pêkhatiye û wiha peyivî; “PDK dijî hemû rojnamevan û azadîxwazên dijî dagirkeriya Tirk di rawestin û xwedî helwestek netewîne. Ji bo vê têne binçavkirin.”Endama RJAK’ê Soma Ferhad jî li ser heman mijarê axivî û got ku dema endamên wan ji Şengalê vedigeriyan ji aliyê PDK’ê ve hatine binçavkirin. Soma da zanîn heya niha derbarê çarenûsa endamên xwe de, ti agahiyek wernegirtine û got; “Em weke RJAK hertim ji bo mafê jinan di nava çalakiyan dene. Divê endamên me di demek zû de werin berdan û sedema binçavkirina wan were zelalkirin.”

ROJNEWS-NAVENDA NÛÇEYAN

Show More
Back to top button