Şêniyên Şengalê: Azadiya Rêber Apo azadiya me ye 

Şêniyên Şengalê ku duh dijî komploya 15’ê Sibatê meşek girseyî lidarxistin, gotin; “Ger di 3 Tebaxê de şervanên Rêber Apo bi hewara me nehatiban, emê hemû hatiban qetilkirin. Ji bo wê pêwîste em ji bo azadiya Rêber Apo li ser piya bin, azadiya me bi azadiya Ocalan ve girêdayî ye.”

https://www.youtube.com/watch?v=e2h52Dn47is

Duh li Şengalê komploya 15’ê Sibatê a dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşek girseyî hate şermezarkirin. Şêniyên tevlî meşê bûn, ji ajansa me re axivîn.

Kamo Şengalî: Ez ji vir heya Îmraliyê silavên xwe ji Ocalan û girtiyên azadiyê re dişînim. Îro em ji bo ser Serok Apo dimeşin, 23 salin Rêber Apo hatiye dîl girtin. Yên ku di 3 Tebaxê de bi hewara me hatin, şervanên Rêber Apo bûn. Em dixwazin demek ji ya din zûtir Rêber Apo ji girtîgehê were azadkirin û bê Şengalê.”

Ehmed Bîşar: Ez destpêkê helwesta fermandarê Iraqî Esîr Rubayî ya dijî fikir û ramana Rêber Apo, bi tûndî şermezar dikim. Bila ew fermandar bizane, wê wêneyê Rêber Apo hertim were rakirin. Em îro bi saya fikir û raman Rêber Apo li ber xwe didin û dijî dijmin çalakin. Ew fermandar xwe firoşeke, ji bo pereyan van axaftinan dike. Emê xwedî helwest bin.

Tewre Şengalî: Em weke civaka Êzidî, bi taybet jinên Êzidî deyndarê Rêber Ocalanin. Dema fermanê, ji bilî şervanên Serok Apo kes bi hewara me nehat, ger ew nehatiban wê kes ji me ne felitîba. Ji bo azadiya Oaclan çi ji destê me were emê bikin.

Zînê Ehmed: Ger Rêber Apo azad nebe, civaka Êzidî û gelê bindest jî azad nabe. Azadî gelên bindest bi azadiya Rêber Apo ve girêdaye. Emê heya dawî ji bo azadiya Rêber Apo têbikoşin û em astengiyan nasnakin. Emê di nava çalakiyan de bin.

Xelef Şengalî: Mafê Rêber Apo li ser Êzidiyan heye, bi taybet jî li Şengalê heye. Ne mimkine em Rêber Apo ji bîr bikin. Di fermana 3 Tebaxê de ên ku bi hewara me hatin gerîla bûn, hatin û me ji destê çeteyan rizgarkirin. Derî vekirin, nan û av dan me. Divê em ji bo Rêber Apo rabin ser piyan.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button