Ji zemanên fermanê ber bi serdema azadiyê ve – 1

Kaniya hezkirin û baweriya Rêber Ocalan û civaka Êzidî ne ji roja me lê belê ji zemanên qedîm e ku ji dîroka şerê evîn û heqîqetê diherike. Rastiya ku Êzdiyatî û Rêber Ocalan ev çend nêzî hev dike jî ji Dewrêşê Evdî heya Egîd Civyan û Dijwar Feqîr, şerê mezin ê welatê azad e.

Fermandarê nemir ê parastin û rizgariya Şengalê Egîd Civyan, di rojên destpêkê yên hatina xwe ya Şengalê de, li ser rûpelê destpêkê yê rojnivîska xwe wiha nivisîbû: “Eger hemû Kurdistan baxçeyeke xweş be, Êzidî kulîlkên herî xweşik ên vê baxçeyê ne.” Ev nirxandina Rêber Ocalan bû ku fermandar Egîd Civyan, di rojên qirkirinê de bi van hestan berê xwe dabû stargeha pîroz a Êzidiyan, Çiyayê Şengalê. Ji ber ku ew kulîlkên herî xweş di bin lingê hespê dagirkeran de dihatin pelçiqandin ku Fermandar Egîd wek siwareke hemdem ê Dewrêşê Evdî berê xwe dabû Şengalê û Deşta Mûsilê.

23 sal di ser “Roja Reş” re derbas bû ku Rêber Ocalan di encama komploya navneteweyî de dîl hate girtin. Niha li çar aliyê cîhanê Kurd, gelên Rojhilata Navîn û mirovahiya azadîxwaz ne tenê bi hêrsa xwe her wiha bi baweriyeke mezin a azadî û heqîqetê vê rojê pêşwazî dikin. Rêber Apo xwe wekî “şervanê evîn û heqîqetê” binav dikir. Şengal jî wareke pîroz a evîn û heqîqetê ye ku bi sedan salan e di bin şûrê fermanan de ser daye, lê dest ji vê sirê bernedaye. Ji ber vê rastiyê ye ku Rêber Ocalan ewqas wate û girîngî da Şengalê û civaka Êzidî û her wiha civaka Êzidî jî di dîroka xwe de cara yekem ji xwe re rêbereke civakî hilbijart.

Şerê evîn, heqîqet û welatê azad

Çavkaniya vê hezkirin û baweriya miqabilê hev beguman ne rojane ye, dîrokî ye. Ji dîroka evîn, heqîqet û berxwedanê tê. Dikare bê gotin, tiştê ku Rêber Ocalan û civaka Êzidî evçend nêzî hev dike şerê evîn û heqîqetê ye. Rêber Ocalan gelek caran balê kişandiye ser hebûna civaka Êzidî û wan wekî “çanda kok” binav kiriye. Ev binavkirineke têra xwe sade lê ewqas jî kûr e. Ji ber ku Rêber Ocalan dixwest mirovahî car din vegere ser koka xwe ku karibe ji nû ve şîn bê. Nexwe têkilî û hezkirina Rêber Ocalan ya bi civaka Êzidî re, lêgerîn û vegera kokê ye.

Rêber Apo, Roma û destana Dewrêşê Evdî

Ji destpêka têkoşîna tevgera azadiyê ve Rêber Ocalan rastiya civaka Êzidî ya di dîroka Kurdistanê û mirovahiyê de nirxand û her carê ji bo parastina Êzdiyatiyê hişyarî kirin. Yek ji van qonaxên girîng ên nirxandinên Rêber Ocalan, di salên agirîn de, ango di salên komploya navneteweyî de hatin ser ziman. Rêber V di sala 1998’an de neçar mabû ji Sûriyê derkeve û ji bo çareseriya pirsa Kurd berê xwe dabû Ewropayê. Di wan rojan de, bi dehan kesan bedena xwe dabûn ber agir û bi gotina Rêber Ocalan, “Bi agirê re reqs dikirin.” Rêber Ocalan li Roma’yê çend hunermend û rewşenbîrên Kurd kiribûn mêvan û di nav wan rojên giran de behsa çîroka Dewrêş û Edûlê dikir.

‘Bi mirina Dewrêşê Evdî re Kurd bê serok man’

“Deman min çîroka Dewrêşê Evdî û Edûlê guhdar kir, di dilê min de evîneke mezin çêbû.” Rêber Apo bi van gotinan dest bi şîroveya vê çîroka qedîm dikir, rewşa xwe û Dewrêşê Evdî jî bi van tesbîtan dişiband hev: “Min ev fam kir, Derwêşê Evdî egîdekî Kurd e, li hemberî Osmaniyan bi qehremanî şer kiriye. Li gorî demê serokek Kurdan e. Bi mirina wî re Kurd bê serok dimînin. Ez jî yekîtiya Kurdan pêş dixim, serokatî jî dikim. Min dît dîrok di şexsê min de dubare dibe û ez li ser gotina Edûlê pir sekinîm. Û min got lazim e em vê qederê biguherînin.”

Rêber Ocalan 12 rêhevalên Dewrêşê Evdî yên ku yek bi yek şehîd ketin bibîrdixist û digot: “Ya min jî wisa ye, hevalên li dora min yek bi yek çawa xwe dişewitînin.”

‘Eşqa Dewrêşê Evdî jî şerî wî jî mezin e’

Ya ku Rêber Ocalan şîrove dikir beguman ne tenê çîrokek bû, şîroveya rastiya civaka Êzidî û tevgera azadiyê bû. Eger di wan salên agirîn de ev nirxandin nehata kirin, gelo di 2014’an de 12 siwarên hemdem ên Dewrêşê Evdî wê xwe bi kîjan bîr, bawerî û hezkirinê bigihandana Çiyayê Şengalê? Ji xwe Rêber Ocalan Dewrêşê Evdî wekî gerîlayê demê binav dikir. Berxwedana wî ya li hemberî desthilatdariya Tirk û Ereb bibîr dixist û digot: “Ev çi ye; serxwebûn û welatparêzî ye. Dewrêşê Evdî eşqa xwe jî mezin e, şerî li hemberî dijmin jî mezin e.”

Bi bihîstin û femkirina heqîqeta vê çîrokê re Rêber Ocalan sozeke mezin dida xwe û dîrokê jî “Min got ezê ji bo Dewrêşê Evdî û Edûlê vê tiştê bimeşînim. Min sozek wiha da xwe.”

Rêber Apo ji bo gef û metirsiyên fermanên nû hişyarî kir

Piştî salên 2000’î, bi taybet jî piştî hilweşîna rejîma Sedam Huseyîn, Rêber Ocalan gef û metirsiyên nû yên li ser civaka Êzidî yekser hîs kir û ji bo avakirina herêmeke ewle hişyariyên girîng pêş xistin. Rêber Ocalan dixwest di qada navîn a Iraqê de, ango ji herêmên Bradost heya Şengalê qadeke azad û ewle ji bo gel û baweriyên herêmê were rêxistinkirin. Ji ber ku Rêber Ocalan baş zanibû wê hêzên qirker di vê valahiyê de di serî de civaka Êzidî berê xwe bidin bîr û baweriyên qedîm ên Rojhilata Navîn.

Pêşbiniya Rêber Ocalan rast jî derket, di 14’ê Tebaxa 2007’an de li Tilezêr û Sîba Şêx Xidir, di êrîşa 4 wesayîtên bombebarkirî de derdora 600 Êzidî şehîd ketin, zêdetirî wê jî birîndar bûn. Ev her 2 rê jî di bin kontrola PDK’ê de bûn. Ev komkujî wekî nîşaneyeke destpêkê ya fermana 2014’an bû jî.

Rêber Ocalan çima helbesta Dewrêşê Evdî nivîsand?

Piştî vê komkujiyê Rêber Ocalan rexne û hişyariyên tund kirin ji ber ku tedbîrên pêwîst nehatibûn girtin. Rêber Ocalan ne tenê rexne û hişyarî kirin, di heman demê de ji bo parastina hebûna civaka Êzidî û jiyana azad, bi helbesteke kurt a ji bo Dewrêşê Evdî, di rastiyê de manîfestoya jiyana azad ji bo Êzidiyan pêşkeş kir. Di sala 2010’an de, ango beriya Şoreşa Rojava û fermanê, Rêber Ocalan di esasê de hemû tiştên ku divê bêne kirin di helbestekî de nivîsandibû.

“Ez li Çiyayê Şengalê li ba Derwêşê Evdî bûma

Li ser pişta hespê spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê …”

Deşta Mûsilê: Deşta berxwedan û fermanan

Helbest bi van gotinan destpê dikir. Wek tê zanîn Deşta Mûsilê di dîroka Êzidiyan de cihê şer û fermanên giran e. Di sala 906’an de Waliyê Mûsilê Hamadanî şûrê fermanê kişandibû û di 2014’an de jî çeteyên DAIŞ’ê ji ser Deşta Mûsilê êrîşî Şengalê kirin. Her wiha ev deşt, ji dema Osmaniyan heya niha bûye qadeke fetihkirina mêtingeriya dewleta Tirk ku êrîşên wan ên dagirker di roja me de jî berdewam e.

Rêber Ocalan bi çîroka Dewrêşê Evdî car din baldikişand ser vê rastiya dîrokî û digot “Li ser hespê spîbozî min xwe berdaya Deşta Mûsilê.” Eger ev du rêzikên kurt ên Rêber Ocalan di dema xwe de baş bihata famkirin, dibû ku rê li ber fermana 2014’an jî bihata girtin. Lê li milekî rastiya îxanetê, li milekî jî derengmayîna pêngavên ku Rêber Ocalan dixwest rê li ber vê rastiyê vekir.

‘Koka berxwedana Dewrêşê Evdî diçe heya Sumeran’

Di parêznameya 5. a bi navê “Parastina Kurdên Di nav Pencê Qirkirina Çandî de”, Rêber Apo têkiliya Çiyayê Şengalê û Deşta Mûsilê di şexsê Dewrêşê Evdî de wiha şîrove dikir: “Derwêş, her cara xwe ji Çiyayê Şengalê ber dide Deşta Mûsilê, ya rastî li dijî feodalîzma Ereb a Misilman berxwedaneke bi qehremanî nîşan dide. Ev jî rêûresmeke hezar salan bû. Koka wê heta bi Sumeran, belkî jî kevintir diçe. Koka wê diçe heta bi şerê di navbera qebîleyên çolê yên Semîtîk û qebîleyên deşt-çiya yên Aryenîk de diqewimin. Derwêşê Evdî nûnerê dawî yê vê rêûresmê ye.”

Piştî van nirxandinan, di demeke kurt de ev tespîta dîrokî car din xwe îsbat kir û çeteyên DAIŞ’ê li ser navê kevneperestî û desthilatdariya Rojhilata Navîn êrîşî civaka Êzidî ya li Şengalê kirin. Wê Rêber Ocalan di dema fermanê de bigota “Ruxmê ku ev 7 sal in ez ji bo Şengalê hişyarî dikim ji ber tedbîr nehate girtin tiştên qewimîn we dît. Di encam de dîmenekî wek DAIŞ’ê hov derxist holê.”

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button