Mala Êzidiyan: Peymana li ser Şengalê pêkanîna komploya mezin e

Mala Êzidiyan a kantona Hesekê daxuyand ku peymana di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê de ya girêdayî Şengalê pêkanîna komployeke mezin e û vegerandina fermana 2014`an.

Hikumeta Navendî ya Iraqê û hikumeta Herêma Kurdistanê di 9`ê Cotmehê de ragihandin ku wan girêdayî Şengalê peymanek îmze kiriye. Ev yek bêyî ku nêrîna gelê Şengalê di ber çav re bê girtin ku sala 2014`an piştî vekişîna hêzên her du hikumetan bi komkujiyên çeteyên DAIŞ`ê re rû bi rû mabûn, pêk hat.

Nerazîbûna gelê Kurd li hemû parçeyên Kurdistanê û bi taybetî gelê êzidî yên li dijî peymana hikumeta Iraqê û PDK`ê de li dijî Şengalê ku piştî serdana Nêçîrvan Barzanî ji Tirkiyê re pêk hat, dewam dikin.

Têkildarî mijarê, Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê şaxê bajarê Hesekê daxuyanek ji raya giştî re parve kir û diyar kir ku ev peyman ji bo tunekirina destkeftiyên gelê Şengalê yên bi avakirina YBŞ û YJŞ`ê û Rêveberiya Xweser ya cara yekemîn di dîroka êzidxanê de bi dest xistine, pêk hat.

Hevserokê Mala Êzidiyan a herêma Cizîrê şaxê Hesekê Farûq Tozo li pêşiya navenda Meclisa Mala Êzidiyan daxuyanî bi zimanê erebî xwend. Bi dehan endamên meclise û şêniyên gundê Berzan ê girêdayî Hesekê beşdarî  xwendina daxuyaniyê bûn.

Di daxuaniyê de wiha hate gotin: “Gelê Şengalê di 3`ê Tebaxa 2014`an de li ser dengê guleyan şiyar bû. Ev yek piştrast dike ku gelek mirovên hov û zalim hene. Çeteyên DAIŞ`ê bê rihim gelê êzidî kuştin.

Wê demê ji bilî rêyên çiyayî, tu rê li pêş gelê êzidî neman. Wan dizanî ku dijmin li pişt wan e û dixwaze komkujiyên komî der heqê wan de pêk bîne.

Rewşê bi vê rengî dewam kir, piştre şervanên YPG, YPJ`ê koorîdorek bi herêmên ewle ve vekirin, her wiha li gorî derfetên xwe yên kêm alîkariyên wekî nan û av ji gelê êzidî yê li çiya re anî. Xuya bû ku wan hêzan gelê Şengalê parast û di oxira wê yekê de gelek keç û xortên leheng şehîd bûn.

Peymana di navbera Hikumeta Herêma Kurdistanê û hikumeta navendî ya Iraqê de ya girêdayî Şengalê pêkanîna komployeke mezin e û vegerandina fermana 2014`an.”

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina berxwedana Şengalê bi dawî bû.

Show More

Leave a Reply

Back to top button