Merasîma ji bo veşartina cenazeyê Merwan Bedel destpê kir
Cenazeyê Merwan Bedel Xwedêda gihîşt Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan. Li goristanê bi beşdarbûna hezaran Şengaliyan merasîma leşkerî destpêkir.
Duh derdora saet 14:00’an balafira bêmirov a dewleta Tirk a dagirker, di roja yekemîn a rojiyên Êzî de êrişî wesayîta Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Di wesayîtê de ku zarokên Merwan Bedel jî hebûn, Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel şehîd bû.
Cenazeyê Merwan Bedel îro danê siharê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate girtin û ji bo rê û resmên olî anîn mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî ku rê û rêsmên olî xilas bûn, cenazeyê Merwan Bedel bi dengê def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, ber bi goristanê hate birêkirin.
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel bi beşdarbûna hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin gihîşt Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan.
Di van kêliyande ji bo Merwan Bedel merasîma leşkerî destpê kiriye.
ROJNEWS-ŞENGAL