Bi hatina Rojiya Êzî re alîkarî hate belavkirin

TAJÊ bi rasthatina rojiyên Êzî, li Şengalê alîkarî li ser malbatan belavkir.

Bi rasthatina rojiyên Êzî ya Êzdiyan ku 3 roj dewam dike, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi alîkariya Sîwana Meclîsa Jinan ya Ewrupayê alîkarî belavkirin.

Meclîsa Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya navçeya Sinonê û hemû saziyên jinan yên gundewar kom bûn. Her saziyekê ji bo 25-30 malbatan alîkarî belavkirin.

Endama Tevgera Jinên Êzidî Şînda Şengal û Hurê Xwedêda behsa alîkariya li malbatan hatî belavkirin, kirin. Endaman diyarkir ku bihatina rojiya Êzî re wana alîkarî ji bo malbatên hejar belavkirine.

Endamên TAJÊ ji ber alîkariyê, spasiya Sîwana Meclîsa Jinan ya Ewrupayê jî kirin û gotin; “Em sipasiya Sîwana Meclîsa Jinan ya Ewropa dikin ku bi malbatên hejar re dibin alîkar. Em vê rojê li hemû civaka xwe pîroz dikin.”

Hêjayî gotinê yeher sal di 7’ê Kanunê de Rojiya Êzî tê girtin û hea 9’ê mehê dewam dike. Di 10’ê mehê de jî cejna Rojiya Êzî bi şahiyekê têpîroz kirin.

ROJNEWS-ŞENGAL

Show More
Back to top button