Du birîn du êş du ders: Til-Izêr û Sîba  

Di ser komkujiyên Til-Izêr û Sîba Şêx Xidir ên 2007’an ku wekî destpêka fermana 2014’an hatin pênasekirin re 14 sal derbas bûn. Piştî 2 komkujiyan herdu navendan êdî baweriya xwe bi hêzên ew terikandine nayîne û ji birînên xwe îradeyê derdixînin.

14’yê Tebaxa sala 2007’an li nehiya Til-Izêr, Gundê Izêr û Sîba Şêx Xidir li pey hev çar teqînên hovane di nava gel de çêbûn. Di teqînan de 350 kesan jiyana xwe ji dest dan, 700 kes jî birîndar bûn.

Êrîş ji aliyê çeteyên Tirk ve hat pêkanîn

Êrîşa hovane destpêkê wekî ku ji aliyê rêxistinên girêdayî El Qaîde ve hatibe kirin hatibû nişandan, lê pişt re rêxistina çete ya girêdayî dewleta Tirk a bi navê Turk Întîkam Tugaylari (TÎT) êrîş girt ser xwe. Ev rêxistin di destpêka salên 1970’î de ji aliyê dewleta Tirk ve hatibû rêxistinkirin û li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi taybet di êrîşên li hemberî çepgir, sosyalîst û Kurdan de hatibû bikaranîn.

Gel birînên xwe dipêçe

Di ser komkujiyê re 14 sal derbas bûn, lê hîn jî birînên Til-Izêr û Sîba Şêx Xidir nehatine kewandin. Berevajî wê, êrîşên dawî yên 3’yê Tebaxa 2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê pêk anîbûn jî, bi ser de hatin. Di êrîşên çeteyên DAIŞ’ê de jî bi dehan kes hatin qetilkirin û bi sedan jî koçber bûn. Tevî evqas êş û qirkirinan jî, heta niha lêkolînek nehatiye kirin, berpirsyar nehatine cezakirin û pêdiviyên gel nehatine bicîhanîn, lewre gel êdî bi xwe birînên xwe dipêçe û xwe birêve dibe.

Herêm di bin kontrola PDK’ê de bû

Dema ku komkujiya 2007’an pêk hat, ewlekariya herêmê di destê hêzên PDK û Hikûmeta Iraqê de bû. Her wiha di êrîşên 2014’an jî heman hêz li herêmê bûn. Rêyên ku ji Şengalê diçin Sîba Şêx Xidir û Til-Izêr du rêyên sereke ne û wê demê di bin kontrola hêzên PDK’ê de bûn. Her wiha ji aliyê bajaroka Baac û aliyê Şengalê ve sê seytereyên (bendên kontrolê) hêzên PDK’ê li ser van rêyan hebûn.

Beriya êrîşê seyterên PDK’ê hatin valakirin

Ji ber ku têkildarî mijarê lêkolîneke dorfireh nehatiye kirin, zanyariyên zelal jî nînin, lê gelê herêmê dibêje ku wê demê, beriya êrîşan seytereyên PDK’ê hatine valakirin lewre seyareyên bombebarkirî bi rehetî derbas bûne. Her wiha hinek rayedarên pêşmergeyan destnîşan kiribûn ku îhtîmala êrîşekê heye û hişyarî dabûn gel ku bi komî nesekinin.

Hikûmeta Iraqê tiştek nekir

Balkêş e ku tevî komkujiyên evqas mezin û ziyana zêde jî, hikûmeta Iraqê heta niha lêkolînek nekiriye, lewma li ser aqûbeta kesên winda zanyarî nehatine bidestxistin, her wiha ziyan nehatine testpîtkirin û pêdiviyên welatiyan nehatine pêkanîn.

Pêşmergeyan du caran rê li ber komkujî vekirin

Gelê heremê di komkujyê re derbas bibû, beşek ji gel di nav konan de bû, lê hêzên ku bi erka xwe ranebûn û rê liber teqînê vekirin, li ser destêwerdana xwe ya li ser heremê berdewam bûn. Di nava bajêr û derdora wê de bendên pişkinîn û çavdêriyê hebûn, li ser sînor bi hezaran pêşmerge hebûn, gel jî heya astekê bi wan hêzan bawer bû. Lê bi teqîna Til-Izêr û Sîbayê êrîş bi dawî nebûn heya ku 3’ê Tebaxa 2014’an ku DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir. Dema çeteyên DAIŞ’ê êrîş bir ser Şengalê, pêşmergeyên ku di 14’ê Tebaxa 2007’an de Êzidî neparastin, vê care jî gel di nava penceyên Çeteyên DAIŞ’ê de hiştin. Ji Til-Izêr û Sîbayê zêdetirî 50 hezar kesî koçber bûn û bi sedan xelkê medenî hatin qetilkirin. Beşek ji wan kesên hatî qetilkirin, di nav gorên komî de hatin veşartin.

Berpirsyar nehatin cezakirin

Li ser teqîna Til-Izêr û Sîbayê re 14 sal, li ser fermana 3’ê Tebaxê jî 7 sal derbas bûn lê heya niha ne hikûmeta Îraqê li himberî Til-Izêr bi erka xwe rabû û ne jî berpirsên her dû êrîşan hatin cezakirin.

Êzidiyan biryara rêxistinbûnê da

Piştî ku Êzidî gihîştin wê baweriyê ku tu kes wan naparêze û warên wan ava nake êdî wan bi xwe biryar da warên xwe biparêzin û tevî hemû zehmetiyan vegerin ser warên xwe. Di vê çarçoveyê de piştî 7 salan, zêdetir ji 500 malbatan ji koçberiyê vegeriyana Til-Izêr û Sîbayê, saziyên xwe yên wek şaredarî û meclis avakirine. Her wiha di aliyê ewlekariyê de gel di nava refên YBŞ- YJŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê de warên xwe diparêzin.

‘Agahiya pêşmergeyan ji teqînê hebû’

Qasim Xelef ku bi xwe şahidiya komkujiyê kiriye û di teqînê de ji malbata wî 28 kes şehîd bûne, piştî 14’e salan hîna jî kêliyên teqînê di dilê wî de ye. Mam Xelef dibêje beriya teqînê pêşmerge çûne gel wan, hişyarî li wan kirine û wiha dibêje: “Ji me re gotin li hev kom nebin, ji ber dijminê we li derdorê hene nekû carekê teqînek çêbibe, hunê gelek zirarê bibînin. Wisa xuya bû ku agahiya wan ji teqînê hebû.”

‘Li ber derê mala me teqîn çêbû’

Qasim Xelef, hemû ziraviyên roja teqînê tîne bîra xwe û wiha behsa wan kêliyan dike: “Ez ji malê derketim êdî roj ber bi êvarê ve diçû. Ez gihîştim mala cînarên me, carê dengê teqînê hat. Parçeyek li piyê min ket lê min nizanî ku çi qewimiye, herkesî kire hawar gotin mala me xirabû. Ez bi bezê hatim min xwe gihanda malê, min dît li ber derê mala me teqîn çêbûye. Xaniyên me li erdê rastkiribûn ji malbata min 28 kes şehîd bûn. Gelek jê birîndar bûn. Kesî nizanî kesên birîndar bi ku ve birine, ez bi xwe çûm Dihokê li nava birîndaran geriyam ji bo ez hin endamên ji malbata xwe peyda bikim. Min kurê me yê biçûk li Nexweşxaneya Dihokê dît û min ew anî malê.”

Mam Xelef di dawiyê de hêrs û berteka xwe ya li hemberî hikumeta Iraqê diyar dike û dibêje ku ev 14 sal in kes li wan xwe derneketiye û bi taybet ji hikumeta Iraqê ji bo wan tiştek nekiriye.

Piştî fermanê Meclîsa Gel hate avakirin

Piştî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an li Til-Izêr ji bo rêxistinbûna civaka Êzidî, Meclîsa Gel tê avakirin. Endamê Meclisa Gel a Til-Izêr Qehat Xelîl li ser rêxistinbûna Êzidiyên li Nehiya Til-Izêr wiha dibêje : “Dema ku êrîş li ser me pêk hat û gelek kes hatine qetilkirin me xwest û hewldan hebûn ku em xwe bi xwe biparêzin lê desthildariya PDK’ê ku li herêmê serdest bû rê liber rêxistinbûna Êzidiyan digirtin loma êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê bandoreke mezin li ser herêmê kir.”

Gel bi baweriya YBŞ û YJŞ’ê vedigere warê xwe

Ji piştî fermana 2014’an û heya niha zêdetir ji 500 malbatî li Til-Izêr vegeriyane ser malên xwe. Qehat Xelîl destnîşan dike ku baweriya gel êdî bi hêzên parastina Şengalê, bi YBŞ-YJŞ’ê heye loma dikarin vegerin ser axa xwe. Xelîl dibêje hikumeta Iraqê heya niha ji aliyê xizmetguzariyê ve tiştek ji bo wan nekiriye, gel dikare bi rêya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Meclîsa Gel ve li Til-Izêr jiyan bike û hemû xizmetguzarî ji aliyê rêveberiya gel ve tên kirin.

Piştî fermanê avakirina partiya siyasî

Yek ji xebatên piştî fermanê li Til-Izêr û bi giştî Şengalê pêşketiye, di warê siyasî de rêxistinbûna Partiya Azadî û Demokrasiya Êzdiyan (PADÊ) ye. Merwan Xwedêda Endamê Mekteb Siyasî yê PADÊ ye ku li Şaxa PADÊ a Til-Izêr dimîne. Xwedêda balê dikşîne ser rewşa Til-Izêr a piştî fermanan û dibêje niha Til-Izêr ji aliyê gelê wê ve tê birêvebirin û wiha pê de diçe: “Dema gel seredana baregeha Pêşmergeyan a li Sîba Şêx Xidirê kirin ku ji wan re bêjin xeterî heye, lê zêrevanê baregehê ji gel re got ‘Seyda razaye, nihe ne dema vê mijarê ye.’ Ev gotin her li bîra me ye, loma êdî em gihane wê baweriyê ku ji bilî me kes parastina me nake. Niha jî gel xwe bi xwe birêve dibe, hemû xizmetên tên pêşkêşkirin ji aliyê Rêvebriya Xweser û saziyên wê ve ye, di aliyê parastindê de YBŞ û YJŞ’ê herêmê diparêzin. PADÊ jî bûye îradeya siyasî a civaka Êzidî û meclîsên gel jî rêvebirina gel dikin.”

Gel deriyê fermanê bi parastinê girtiyê

Bi vî awayî mirov dikare bêje ku gelê Êzidî û taybet Til-Izêr, birînên xwe bi xwe dipêçin û ji bo carek din rastî êrîş û fermanan neyên di hemû milan de xwe birêxistin dikin. Ew deriyê ji bo fermanan vekirîbû ku nediyar bû di kîjan kêliyê de wê  komek tê re derbas bibe û êrîşan pêk bîne bi saya hêzên parastinê û îradeya siyasî û civakî ew derî hatiya girtin û gel di nava aramiyê de dijî.

ROJNEWS-ÎBRAHÎM ÊZIDÎN-ŞENGAL

Show More
Back to top button